Pirtûkên Nivîskara - Pel: 3

Nivîskar: Konê Reş Weşanxane: Sîtav Dema weşanê: Nîsan 21, 2019 Beş: Roman

"Beriya Mêrdînê" Romana Jînenîgariyê - XALID CEMÎL MIHEMED

Jînenîgarî yan jiyaname  ku bi (biography) tê naskirin, corek ji nivîsê ye, hejmarekê ji serpêhatî, çîrok, bûyer û bîranînên nivîskar, derbarê gelek qonaxên temen û jiyana xwediyê wan berheman, li xwe digire. Di nav de jî, hizr, bîrûbawerî, rewşa jingeh, civak û navçeyekê yan bêhtir ji dever û herêmeke cografî, tê de nîşan dide û bi şêwazekî hunerî, wêjeyî û ciwan vedibêje û behs dike, lê tewerên sereke yên berhema jînenîgariyê, hizr, raman, hest û nestên nivîskar in, herwiha wêstgehên sereke û girîng in di jiyana wî de, ku di demên bûrî de derbas bûne.

Konê Reş di pêşgotina romana xwe de dibêje: "Dema nivîsandina vê pirtûkê min bi firehî hêviyên xwe berdan ser bîra xwe ya zaroktiyê, serwextiya xwe ya niha û bi zanebûna xwe ya îro û ezber, wek şahidê (dîdevanê) demekê ji dîroka me Kurdên Rojava (Cizîrê), min beşek ji bîranên xwe di Beriya Mêrdînê de daniye ber çavan û ji xwendevanên Zimanê Kurdî re pêşkêş dikim… Ev beş ji bîr û serpêhatiyên min, wek ku min dîtiye û bi min re derbas bûye, min avêtiye ser pelikan. Bi hêvî me ku ez karibim di beşên mayî de jî, bêtir hûrgiliyên zaroktiya xwe, serpêhatiyên jiyana xwe û xelkên herêma xwe bi rast û durist wek ku hebû bînim ziman..!"

Dibe ku jînenîgarî derbarê jiyana nivîskar bi xwe be, bi awayekî wêjeyî, hunerî, weke çîrok yan roman bê dariştin. Di nav de jî, behsa gelek mijaran bê kirin, bi awayekî ku piraniya wan mijaran girêdayî kesayetiya nivîskar bin.

Jînenîgariya romana "Beriya Mêrdînê" vegotina çîroka rasteqîne ya nivîskar (Konê Reş) e. Tê de behsa gelek aliyên jiyan xwe dike, lê wan aliyan tevlî dîroka herêma Beriya Mêrdînê dike.

Derbarê vê jînenîgariyê jî, Konê Reş dibêje: "Bêguman, ev beş ne serboriya min tenê ye, lê belê serboriya piraniya nifşê min e. Şêweyek ji şêweyên jiyana min û jiyana hevçerxên min e, di Beriya Mêrdnê de, dibe ku sûdeya xwendevanên me, yên roja îro û sibe tê de hebe….Dubare dikim ku naveroka vê pirtûkê, ji giringtirîn dîmenên ku min di zaroktiya xwe de, dîtine û ji hin bûyerên ku di xortaniya min de, hatine serê min, pêk tê. Bandora herdû qonaxan bi berdewamî li min hatiye kirin û wan ez kirime (Konê Reş)"

Rêzbendiya xelekên wê jînenîgariyê, li gorî dem û qonaxan hatiye, hinek caran jî, li gorî bûyer û bîranînan hatiye dariştin, herwiha bûye bi şêweyê nivîsandina dîroka wê herêma ku rûberê wê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girêdide û dike yek parçe, lê di navbera wan de, têlên sînor hatine danîn û ew rûber, li ser SERXET û BINXETê dabeş kiriye.

"Beriya Mêrînê (Romana Heyamên Derbasbûyî)" jînenîgariya nivîskar, ne bi şêwazê dîroknivîsînê, lê belê bi şêwazê romana jînenîgariyê berceste dike, ku tê de, dem, cih, kes, bûyer, diyalog û hemû hêman û regezên romanê bikar anîne. Ne tenê rewşa derveyî kesayetiya xwe, lê belê nav û derûna xwe jî, tê de diyar dike.

Bi şêwazekî hêsan û zimanekî rewa û hevgirtî, ligel dariştineke ciwan û wêjeyî, hejmarek ji tabloyan hatine nîşandan. Di wan tabloyan de dîmenên jiyana nivîskar diyar dibe, lê di nav de, wêneyên dîroka civaka li ser wê cografyayê diyar dibin.

Bi vê romana jînenîgariyê nivîskar dixwaze xwe bi xwe nas bike, herdem xwe bide nasîn û nasname û kesayetiya xwe diyar bike, lewma ew bûyerên rasteqîne li ser jiyan, jîngeh û civaka xwe nîşan dide, bêyî ku bûyer û kesan ji sawêra xwe biafirîne, weke ku di romanê de pêk tê, êdî di vê xalê de, jînenîgariya vê romanê diyar dibe.

Rêzbendiya bûyer, xelek û qonaxan, li gorî ger û pêvajoya demê hatiye. Di nav de zanyariyên riyalîstîk û rasteqîne, ji çavkaniya bîranînên xwe werdigire. Wan zanyariyan, derbarê qonaxên girînig ji zaroktî, ciwanî, temen û jiyana xwe radigihîne.

Bizaveke takekesî bû, gihiştibû astekê ku pêwîstiya wê bi derbirrînê hebû, ew derbirrîn, bi şêwazê romana jînenîgariyê hate berhemanîn û ristin, ku bûye nimûneyek ji bo jînenîgariya gelek kesên ku li wan navçeyan dijiyan, yan jî dibe rewangehek ji bo kesên ku dixwazin zanyariyan li ser wan navçe, civak, jîngeh, dabûnerît û nişteciyan binasin.

Mikurhatin, bîranîn, bîrname, gilî û gazin, bi rastgoyî, li ser tevnê romanê hatine raxistin. Êdî rûpelên jiyana mirovekî vedike û ronahiyê davêje ser aliyên balkêş, di wê jiyanê de, bêyî ku ciwaniya şêwazê dariştin û vegotinê piştguh bixe, bi mebesta parastina nasnameya wêjeyî û hunerî ya berhemê.

"Beriya Mêrdînê" ne tenê çîroka jiyana takekesekî bi navê (Konê Reş) e, lê belê ayîneyek e ji bo dem û dewra dîrokê, herwiha bizaveke dewlemend werdigerîne û ji bo xwendavanan vediguhêze, ku ew jî ligel wî beşdariyê di wê bizavê de bikin û nerîn û axaftinên wî li ser demeke dîrokî ji jiyan û civakê,  di nav de jî hest û helwestên nivîskar, ku bi awayekî wêjeyî vedibêje, binasin. Hin ji bo nasandinê, hin ji bo dilxweşkirinê û hin jî ji bo belgekirina serdemeke dîrokî û navçeyeke cografî.

Piştî temenkî têrbizav, Konê Reş romana jînenîgariya xwe nivîsandiye û ji çavkaniya bîranînên xwe, dîmen û wêne wergirtine, wiha jî rûpelên jiyanekê nîşan dide, ku bi ser asoyan de vekirî ye. Di nav de pirsên girêdayî civak, niştiman, dîrok û mirovan hene, bi egera ku bersiv êdî li cem xwendevanan peyda bibin, yan jî di nav rêz û hevokan de li wan bigerin û bibînin.

Hokarên nivîsandina romana jînenîgariyê

Çi hiştiye ku Konê Reş romana jînenîgariya xwe binivîse û belav bike?

Derbarê vê yekê, gelek eger hene, ji wan jî: Hest bi derbasbûna demê, hest bi girîngiya zanyariyên ku li cem wî kom bibûn û pêwîstiya wan zanyariyan bi weşan û eşkerekirinê hebû, girêdana bi civak û jîngehê, girêdana bi welat û netewe, hezkirina Zimanê Kurdî, demên zaroktî û xortaniyê, herwiha pêwendiyên malbatê, jiyana gundan, têkiliyên navbera SERXET û BINXETê, çîrokên sînorê navbir, di navbera herdu aliyên bakur û başûrê Deşta Mêrdînê de, hemû di avahiya romana jînenîgariya "Beriya Mêrdînê" de hetine ristin.

Nivîskar bûyer li gorî cih û demê xistine rêzbendiyê. Ji zaroktiyê heta xortaniyê, di nav de jî bikaranîna sawêr û wênekêşana bizav û deveran, ku rûberekî berfireh ji cih, dem û jîngeha wê cografyayê li xwe girtiye.

Konê Reş li ser wê cografyayê jî dibêje: "Beriya Mêrdînê an Deşta Mêrdînê, deştek bi nav û deng e. Beşek ji parêzgeha Hesekê ye, anku ji Cizîrê ye; deştek rast, dûz û fireh e. Ev deşt ji bakur ve, ji Çiyayê Omeriyan, Mazî, Hêrik û Deşta Wêranşarê, Qelaçê Hilêliyê, Çiyayê Xursê û Çiyayê Mêrdînê destpê dike û ber bi başûr ve dirêj dibe ta ku digihêje Çiyayê Ebdulezîzê Geylanî (Kizwana). Ji Rojhelat ve Çemê Ceqceq e û ji rojava ve Çemê Xabûr e."

"Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî)" xwe sipartiye dîrokê, lê pabendî bi wê yekê kiriye, ku merc û akarên hunerî, wêjeyî yên romana jînenîgariyê werbigire.

* KONÊ REŞ: Nivîskar û helbestvanê kurd. Navê wî (Selman Osman Ebdo) ye. Sala 1953an li gundê Doda yê ser bi Qamişlo jidayik bûye. Ji berî nêzîkî 40 salî ve, bi Zimanê Kurdî dinivîse û bêhtir ji 20 berhemên wî yên weşandî hene.

* Ev herdu pirtûkên wî yên nû: Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) û Dr. Nûredîn Zaza (Kurdê Nejibîrkirinê) ji aliyê Weşanxaneya (SÎTAV) ve, hatine weşandin.

XALID CEMÎL MIHEMED

Hewlêr

Nivîskar: Xakî Bîngol Dema weşanê: Nîsan 7, 2019 Beş: Roman
Nivîskar: Mustafa Rêzan Weşanxane: Zanîngeh Beş: Çîrok

Ev pirtûk ji çîrokên devê yekem hatiye bihîstin û bi şîroveya rêzanî hatiye hûnandin. Peyv û bêjeyên zargotînî, ji zargotin û folkrora Kurdî ne. Çîrok ji herêma Şemrexê ya bajarê Mêrdînê ne. Lê belê bi şêwe û ruxsara helbestkî hatine nivîsandin. 

Nivîskar: Xakî Bîngol Weşanxane: Ar Beş: Zarok
Nivîskar: İkram Oguz Weşanxane: NavKurd Beş: Çîrok

Pêşgotin

Jîyan bi Kurdî xweş e. 
Jiber ku, Kurdî ji bo min ne tenê ziman e.
Kilam û stranên dengbêjan...
Çîrokê çîrokvanan...
Ken û henekên qîz û xortan…
Reng û dengê jîyana Kurdan...
Hebûn û xemla jîyana min e…
Di heft salîya xwe da min dest bi xwendina Kurdî kir. Piştî hînbûna jibo xwendina Quranê, min pirtûka Ehmedê Xanî ya bi navê Nubahara Piçûkan û Mewlûda Mele Ehmedê Batê xwend. Jiber ku, li her derên ku dersa Quranê dihat dayîn, li wir ev herdu pirtûk jî bi tîpên erebî dihatin xwendin. Dema ku min dest bi xwendina wan kir, ne haya min ji Ehemdê Xanî ne jî ji Mele Ehmedê Batê hebû. Herdu pirtûk jî weke ayetên Quranê gotinê Xwedê dihesiband. Bi destpêkirina dibistana ewlin va weke her zarokeke Kurd, ez jî bêhemdê xwe ji axaftin û xwendina bi Kurdî dûr ketim. 
Salan şûnda, di dema xortanîya xwe da careke din li ser zimanê xwe yê li ber mirinê vegerîyam. Mixabin wê demê jî ne pirtûk ne jî kovar û rojnameyeke bi Kurdî bidest diket. 
Di dawîya salên 70yî da kurteçîroka Samed Bahrengî ya bi navê Masîyê Reşê Piçûk, ku di Rîya Azadî da hatibû weşandin, xwend. Dû ra, Destana Memê Alan, di dema zanîngehê da jî romanên Ereb Şemo, Şivanê Kurd, Hopo, Jîyana Bextewar û Kela Dimdimê bi awayekî bidestxist. Min berga wan bi rojnameyên kevn dinixamt û di kuncikekî da bi dizî dixwend. Mixabin wê demê ji xwendina xwe sedî sed fam nedikir. Jibo ku zimanê min li min vegere, her romanekê dubare û sêbare dikir. Dem û demsal derbas bûn, bi guhartin û pêşveçûnên teknolojîyê va dinya me jî guherî. Dinya ku bê serî û bê binî dihat tarîfkirin, piçûk bû. Di wê dinya piçûk ta îmkan zêde, astengên ku dewletên dagirker weke berfa belanên Çiyaye Şahwelat derxistibûn pêşîya me, roj bi roj helîyan û yekoyek ji holê rabûn. Bi saya pêşveçûna teknolojîyê îro her kurdek, li her derê dinê û her dem dikare kovar, rojname û pirtûkên Kurdî bixwîne, li kilam û stranên Kurdî guhdarî û li fîlmên Kurdî jî temaşe bike…
Bêguman bi pêşveçûna teknolojîyê va ne tenê dinya, Kurd jî guherîn. Gelek Kurd li ser zimanê xwe yên li ber mirinê vegerîyan û îro bi zimanê xwe yê şêrîn dixwînin, dinivîsînin û bi Kurdî dijîn…
Min jî 15 sal berê dest bi nivîsandina Kurdî kir û heta roja îro du roman û bi sedan makaleyên bi Kurdî nivîsand. 
Bi sedan çîrok û romanên Kurdî xwend, bi saya xwendin û nivîsandinê, kurdîya min roj bi roj pêşda çû, zimanê min ê şêrîn, zelal û dewlemend bû. 
Îro ez jî di her xalê jîyana xwe da zimanê xwe yê weke şîrê dîya min şêrîn û zelal bikar tînim û dijîm.
Bi jîyana xwe ya Kurdî ra, şad û bextewar, kêfxweş û serbilind im.
Ji ber vê yekê ye ku dibêjim, jîyan bi Kurdî xweş e!
Piştî weşandina romana xwe ya bi navê „rêwî“ min biryar dabû ku, ez ji nivîsên xwe hinekan tomar bikim û weke e-pirtûk, li ser înternetê biweşînim. Jibo vê yekê di nav arşîva xwe da gerîyam û 65 nivîsên ji sîyaseta rojane dûr, hilbijart û wek weşana NavKurdê ya yekemîn tên weşandin.

Çima e-pirtûk?

Ji du sedeman min biryar da:
Ya yek, piranîya nivîsan jixwe di nav 15 salên dawî da, di http://navkurd.net/ ê da hatibûn weşandin.
Ya din jî, xwendina pirtûkên bi Kurdî, di nav Kurdan da hê jî kêm e. Pirtûkên ku tên çapkirin, ew ji, bi taybetî li Tirkîyê li her derê nayên firotan. Ev yeka jî bi serê xwe tenê astengeke mezin e. Dema ku pirtûkek di her pirtûkxaneyê da neyê dîtin, nagihîje destê xwendevanan û nayê xwendin. 
Di vî warî da https://www.pirtukakurdi.com/ herçiqas bi rîya înternetê bazara pirtûkên Kurdî bike û karekî pîroz bîne cîh jî, barê nivîskar û weşanxaneyan sivik nake. 
Kurdên ku îro ji xwendina Kurdî tama pêsîrên dîya xwe digrin û dixwînin, piranîya wan bi medyaya sosyal ra têkildarin. Ew hergav dikarin e-pirtûkên Kurdî daxînin ser computer ya jî telefona xwe û li her derê wan bi hêsanî bixwînin…
Ji bo vê yekê jî ne hewce ye bedelek bidin, ne jî jibo bidestxistina pirtûkan bahaneyek bibînin…
Loma ez dibêjim, bila pêşkêşkirina e-pirtûkê ji min, xwendina wê jî ji we be…

İkram Oğuz
Kornwestheim, 01.03.2019

Nivîskar: Fecri DOST Weşanxane: Ajax’s J&J Dema weşanê: Adar 6, 2019 Beş: Roman

Pirtuka Rûgeş Egît ya binav: “Zarokên Rûqemer” li weşanên Ajans J&J derketin. Me bi Rûgeş Egît’re hevdîtin çêkir û li ser pirtuka wîya xweşik û giranbuha em axifîn.

 

Rugêş Egît (Sedrettin Yiğit) di temenekî piçuk da dayîka xwe windadike û sêwî dimîne. Ev wêneyê liser bergê pirtukê ji bo bîranîna zarokatîya wîya sêwî mayîye. Ji berku dibêje ew sêwîtî tucar jimin neqetîyaye. Dema kû mirov bê dê ma mirov sêwîye. Ger temenê mirov bibe 80 salî jî, mirov sêwîye. Ziman jî dayîke, ez hewl dikim sêwîtîya xwe bi zimanê kurdî derman bikim û êşan dilê xwe hinekî sivik bikim. Ez vê pirtukê liser navê jinbira xweya dîlgirtî Nursel yigit’ê dîyarî hemî dayîkê dîlgirtî û zarokên sêwî dikim.

 

IMG_6501.jpeg

 

We behsa sêwîtîyê kir, minjî di demekî nêzda dayîka xwe wendakir. Bi rastîjî Mirov çend salî dibe bila bibe dema kû mirov dayîkaxwe wenda dike mirov sêwî dimîne. Wîn dikaran hinekî behsa sêwîtîya xwe bikin?

 

Ez dema piçukbum 9 salî bum dayîkamin wefatkir. Hê ku wefatnekiribu nexweşbu ez weke xizmetkarekî liber destê wêbum. Piştî wefata wê 2 birayêmin jimin mestirbun û du xwîşk û birayekîmin (ewê liser bergê pirtukê ê pêşîn) jimin piçuktirbun min weke dayîkekê ew xwedîkirin lê mixabin ji sêwîtîyê girantir xizanî hebu ewjî derdekî bê derman bu. 

 

Bi teybet bavêmin jiboyme ji bavtîyê pir zêdetir  tişt kirin ew jimera bav b,u dê bu, xwîşk bu, bira bu, her tişt bu. Amojnamin’a siltan (xwedê bi rehma xwe şa bike) çendek berê wefatkir wê jimera pir ked û emeg dît lê tişta balkêş ewbu ez ewqas  zarokekî piçukbum jî min weke mezinekî/ê serê wan çekêwan dişuşt, carna etarî dihatin nava gund min ew hildidan ez derdiketim dervayê gund min digot bira berxwe nekevin. Jiberku tiştê dixwestin min nikaribu ez bikirim û wisa heta em mezinbun. 

 

Sêwîtî, dayîk, welat û ziman. Birastî welatjî wek dayîke. Ger kû welatê mirov serbuxwe nebe, mirov sêwîye. Em dikarin bêjin hemu kurd sêwîne?

 

 

 Belê raste em sêwîne. Nihajî ew rojên sêwîtîyamin di turêmindane biminre dijîn. Minjî ji alîyekî wêneyê sêwîtîya xwe  û alîyê dinêjî ziman jî dayîke, min hewl da ku ez barê sêwîtîya xwe bi zimanê dayîkê hinekî sivikbikim û înşallah peyvêre amadekarîyê pirtuka duyem jî di demeke nêzîk da diqede û peyre dîsa ezê berdewam bikim. Jiberku sêwîtîyamin û sêwîtîya zimanêmin pir dişibe hev ji ber wêye ez sêwîtîya xwe tucara ji turê dilê xwe dernaxim.

Nivîskar: Raif Yaman Weşanxane: Doz Beş: Helbest

Hozan

Nivîskar: İkram Oguz Weşanxane: DO Dema weşanê: Adar 5, 2019 Beş: Roman

Rûpelek ji Mîro…

Roj çû ava, tari ket erdê, bû êvar.

Mele Fewzî derket ser banê xani, azana êvarê xwend û vegerîya.

Li odê bi Mîro ra nimêja êvarê kir.

Piştî nimêjê derbasî alîyê malê bû.

Çend xulek şunda Mele Fewzî, li dû wî jî qîza wî, Narîn ji derî da ketin hundur.

Narînê bere ode berhev kir, dû ra ji bo şîvê sifre raxist.

Çend caran çû alîyê malê û hat. Xwerin û vexwerin anî, li ser sifrê bi cîh kir û vegerîya.

Bi hatin û çûyîna Narînê ra, çavê Mîro bêhemdi li bejn û bala wê ket. Bi bejna wê ya narîn û bedewîya wê va Mîro şaş û metal ma.

Bejna Narînê wek navê wê mîna tayê rihanê bejneka dirêj, li ser bejna wê ya dirêj da guliyê wê yên sor, li ser qirmê pişta wê de dihatin xwarê.

Eniya wê ya gewer wek berfa ser çiyayê Şahwelat sipî çîl dibiriqî, li ser dev û lêvên wê yê tenik pozekî pîjîn, sûretê wê yê sorê xalxalî, bi biskên wê yê badayî va hatibû xemilandin.

Bejn û bala wê ya dirêj û bedewiya Narînê hiş û aqilê Mîro bir.

Bû gupegupa dilê dilê Mîro…

Dest û lepên Mîro li hev ketin, dev û lêvên wî zuha bûn.

Ji hilavêtina dilê Mîro nan û av di qirika wî ra nediçûn xwarê..

(…)

Cemaat belav bû, Narîn careke din ji derî da ket hundur.

Bi hatina Narînê va dilê Mîro bi awayekî din avêt.

Bêhna wî di ber da çikîya.

Merîya digot qey li pişte dirêj kirine û di dile wî da kêrê difesilînin.

Narînê nivînê Mîro raxist, jibo destmêja sibê misînê avê û legan danî eywanga odê û bêdeng ji odê derket.

Çend xulek şunda Mele Fewzî jî rihetîya şeve ji Mîro ra xwest û derbasî alîyê malê bû.

Mîro tenê di odê da ma.

Narînê hiş û aqil ji sere wî biribû, ne xew dihat bîra wî ne jî mal û milkê dine…

Nivîskar: Raif Yaman Weşanxane: Pêrî Beş: Helbest

Hozan

Nivîskar: İkram Oguz Weşanxane: DOZ Dema weşanê: Adar 4, 2019 Beş: Roman

Rûpelek ji rêwî...
Destê xwe dirêj kir û pirtûka navveşartî, ji nav yên din kişand, qapaxa wê vekir û li navê pirtûke nihêrî. Navê pirtûkê bêtir bala Tajdîn kişand. Bi kelecan navê pirtûkê, navê ku bi herfên mezin hatibûn nivîsandin xwend: 
„Memê Alan“ 
Li jorî Memê Alan jî bi herfên piçûk, 
„Destan“... 
„Destana Memê Alan“... 
Dilê wî dikir gupegup û bi kelecan lêdixist... Ji şabûna tilîyên wî diricifîn. Pel li ser hev diquluband. Peyv û hevoken nas, peyvên bi zimanê wî yê gund, bi zimanê dê û bavê wî, bi zimanê ku mamoste Elî Riza li wan qedexe kiribû... 
Pel diquluband, bi pelan ra ew jî bi rê diket, gavên xwe dirêj diavêt, direvîya, ber bi Taxa Serê Sûkê... Ji wê berê xwe dida Taxa çîyê, ji mal bawula xwe ya piçûk digirt, vedigerîya garaja Tatosê û li otobosa Magirus, otobosa Mala Şabo sîyar dibû... Otobos bi teqûreq ji Pira Parsînê û ji Kevirê Qul derbas dibû, li Emeran ji rîya Xinûsê derdiket, li alî çepê vedigerîya û berê xwe dida Tatosê. Li Şemê, li paş dibistanê disekinî, Tajdîn peya dibû û bi peyatî berê xwe dida gund. Di rîya Şabanbegê ra derbas dibû, di bin Reşkan ra xwe diavêt newala kaş. Li serê mêrga kevirê gewr, gupîn bi dilê wî diket, dest û pîyên wî diricifîn, çokên wî sist dibûn. Ji pira buhurê çemê jêr, pira ku salek berê ji nûva bi kevirên sîqal çekiribûn, derbas dibû. Li milê çepê dizivirî, dibistan û lojmana dibistanê xuya dikir. Li serê nevala pako gavên wî sivik, lêxistina dilê wî jî zêde dibû. Di nav çend xulekan da digihîşt serê gund. Lojman û dibistan li alî milê çepê, vik û vala, dîsa jî li derê lojmanê û li pencerên lojmanê dinihêrî... Zubêyde, heta Mistefa jî dihat ber çavên wî. Xemgîn dibû, qidûmên çokên wî dişikîyan, ditewişî, lingê xwe dida erdê li ser xwe disekinî, bêhna xwe kûr kûr digirt û berdida... Qidûmê çokên wî dihatin cîh, gavên xwe hûr hûr diavêtin û ji ava çem derbas dibû. Çemê miçiqyayî... Di nav malên taxa jêr ra derbas dibû, xwe diavêt hewşa Oda Mêra û li pêlinga odê rûdinişt. Li civata odê dinihêri, Hecî li kuncikekî odê, Kalo jî li kuncikê din... Hemû mêrên gund li derdora wan, di nav wan da jî Mihemeselim... Li ser mînderê, mîndera ji hirîya mîyên qerqaş pêkhatî, rûniştîye. Di destê wî yê rastê da tizbîya karîbar û çep û rast li ba dike, destê wî yê çepê jî li ber guhê wî, distirê û dibêje:
„Bajarê Mixribê bajarekî mezin û pir giran e...
Li ser heft çîya ne...
Li ser sêsed û şêst û şeş derîya ne...
Her derîkî li ser sêsed û şêst û şeş wîlayetan e...
Her wilayetek li ser sêsed û şêst û şeş midirîyetan e...
Timam di destê Elî Begê, Emer Begê, Elmaz Begê da ye, sê birane...
Xwedîyê tewlê nijda, boşê deva, xwarê mîyane...
Miftê dengê sindoqê zêra barê çil û pênc bergîrane...
Xwedîyê xezînê û defînê girane...
Xwedîyê sûk û çarşîya...“’
Dengê derî, bi dengê derî ra Nedîm:
„Tu li vir çi dikî Tajdîn...“ 
Tajdîn bi deng ra veciniqî, ji nişka va li paş xwe vegerîya. Bi vegerê ra pirtûk ji destê wî şiqitî, serê xwe di ser xwe da xwar kir, li erdê û li pirtûka li ser erdê nihêrî... Şerm kir, xwîdan, xwîdaneke sar avêt ser laşê wî, bi kelecan serê xwe bilind kir, li rexta wî Nedîm... Nedîmê xwendekar, Nedîmê bêdeng... Xewna wî ya li oda mêra qedîya bû, li otêlê, li oda xwendekaran û di odê da jî ew û Nedîm... Nedîm xwar bibû, pirtûk ji erdê bilind dikir. Rûpelên ku ji nav pirtûkê pekyabûn, dida ber hev û di nav pirtûkê da bi cîh dikir. Tajdîn jî di cîhê xwe da çik bibû, li Nedîm dinihêrî. 
Ne Hecî û Kalo xuya dikirin, ne jî dengê Mihemeselîm ji bajarê Mixribîyan dihat...

Nivîskar: Helîm Yûsiv Weşanxane: Peywend Dema weşanê: Befranbar 1, 2015 Beş: Roman

Ev roman, çîroka Azadê sêwî yê Amûdî ye ku wî piştî pêkutiyên dewleteke despot berê xwe daye Elmanyayê û li wir li kampekê bûye penaber. Azad, bi wergirtina mafê rûniştinê re, wekî kar ji xwe re wergêriyê hildibijêre. Bi baweriya wî, wergêrî pirek ava dike di navbera du însanan de.
Lê Azad ne wergêrê însanên halxweş e. Wekî wî bi sedan însan koçber bûne û li perekî Elmanyayê rastî nexweşiyên derûnî hatine. Veguheztina derd û kulên mezin ên van însanan ji bo derûnînas û rêveberên dewletê, her car hinekî din ji Azad re dibe xem û barekî giran. Lê bi xêra vî karî em hem dibin şahidê êşên koçberiyê, serpêhatiyên lehengên balkêş, trawmayên welatekî parçebûyî û hem jî ji nêz ve em çîroka razên evîneke kevn nas dikin. Bi sehne û rewşên realîst re 99 Morîkên Belavbûyî hem romaneke pana­romîk e û hem jî bi teferûatên hûr çîroka karakterekî hûmanîst e. Çîroksaziya wê jî bi têra xwe bi hostayî hatiye hûnandin.

Nivîskar: Helîm Yûsiv Weşanxane: Lis Dema weşanê: Befranbar 1, 2011 Beş: Çîrok

- Yade, va ye min meaşe xwe stend. Penc hezar wereqe dike, yani du caran li meaşe laye cirane me ye muhendise. Meha be, ez e hinek pere ji we re bişinim. Diya wi ji ji hemu pireken ciranan re digot: - Hema lawe min giha negina Elmanya, li we dere buye beg. Maşele wek paşayeki diji, we meha be ji komek pere ji me re bişine. Auslander Beg li Hayim, him li benda bersive bu, him ji li benda sere mehe bu ji bo meaş. Bersiv nedihat, le sere mehe dihat. Ev deh sal in ku diya wi li benda wi ye da ku hineki ji meaşe xwe je re bişine.