Rêwî

Rêwî
Nivîskar: İkram Oguz
Beş: Roman
Parve bike:         

Rûpelek ji rêwî...
Destê xwe dirêj kir û pirtûka navveşartî, ji nav yên din kişand, qapaxa wê vekir û li navê pirtûke nihêrî. Navê pirtûkê bêtir bala Tajdîn kişand. Bi kelecan navê pirtûkê, navê ku bi herfên mezin hatibûn nivîsandin xwend: 
„Memê Alan“ 
Li jorî Memê Alan jî bi herfên piçûk, 
„Destan“... 
„Destana Memê Alan“... 
Dilê wî dikir gupegup û bi kelecan lêdixist... Ji şabûna tilîyên wî diricifîn. Pel li ser hev diquluband. Peyv û hevoken nas, peyvên bi zimanê wî yê gund, bi zimanê dê û bavê wî, bi zimanê ku mamoste Elî Riza li wan qedexe kiribû... 
Pel diquluband, bi pelan ra ew jî bi rê diket, gavên xwe dirêj diavêt, direvîya, ber bi Taxa Serê Sûkê... Ji wê berê xwe dida Taxa çîyê, ji mal bawula xwe ya piçûk digirt, vedigerîya garaja Tatosê û li otobosa Magirus, otobosa Mala Şabo sîyar dibû... Otobos bi teqûreq ji Pira Parsînê û ji Kevirê Qul derbas dibû, li Emeran ji rîya Xinûsê derdiket, li alî çepê vedigerîya û berê xwe dida Tatosê. Li Şemê, li paş dibistanê disekinî, Tajdîn peya dibû û bi peyatî berê xwe dida gund. Di rîya Şabanbegê ra derbas dibû, di bin Reşkan ra xwe diavêt newala kaş. Li serê mêrga kevirê gewr, gupîn bi dilê wî diket, dest û pîyên wî diricifîn, çokên wî sist dibûn. Ji pira buhurê çemê jêr, pira ku salek berê ji nûva bi kevirên sîqal çekiribûn, derbas dibû. Li milê çepê dizivirî, dibistan û lojmana dibistanê xuya dikir. Li serê nevala pako gavên wî sivik, lêxistina dilê wî jî zêde dibû. Di nav çend xulekan da digihîşt serê gund. Lojman û dibistan li alî milê çepê, vik û vala, dîsa jî li derê lojmanê û li pencerên lojmanê dinihêrî... Zubêyde, heta Mistefa jî dihat ber çavên wî. Xemgîn dibû, qidûmên çokên wî dişikîyan, ditewişî, lingê xwe dida erdê li ser xwe disekinî, bêhna xwe kûr kûr digirt û berdida... Qidûmê çokên wî dihatin cîh, gavên xwe hûr hûr diavêtin û ji ava çem derbas dibû. Çemê miçiqyayî... Di nav malên taxa jêr ra derbas dibû, xwe diavêt hewşa Oda Mêra û li pêlinga odê rûdinişt. Li civata odê dinihêri, Hecî li kuncikekî odê, Kalo jî li kuncikê din... Hemû mêrên gund li derdora wan, di nav wan da jî Mihemeselim... Li ser mînderê, mîndera ji hirîya mîyên qerqaş pêkhatî, rûniştîye. Di destê wî yê rastê da tizbîya karîbar û çep û rast li ba dike, destê wî yê çepê jî li ber guhê wî, distirê û dibêje:
„Bajarê Mixribê bajarekî mezin û pir giran e...
Li ser heft çîya ne...
Li ser sêsed û şêst û şeş derîya ne...
Her derîkî li ser sêsed û şêst û şeş wîlayetan e...
Her wilayetek li ser sêsed û şêst û şeş midirîyetan e...
Timam di destê Elî Begê, Emer Begê, Elmaz Begê da ye, sê birane...
Xwedîyê tewlê nijda, boşê deva, xwarê mîyane...
Miftê dengê sindoqê zêra barê çil û pênc bergîrane...
Xwedîyê xezînê û defînê girane...
Xwedîyê sûk û çarşîya...“’
Dengê derî, bi dengê derî ra Nedîm:
„Tu li vir çi dikî Tajdîn...“ 
Tajdîn bi deng ra veciniqî, ji nişka va li paş xwe vegerîya. Bi vegerê ra pirtûk ji destê wî şiqitî, serê xwe di ser xwe da xwar kir, li erdê û li pirtûka li ser erdê nihêrî... Şerm kir, xwîdan, xwîdaneke sar avêt ser laşê wî, bi kelecan serê xwe bilind kir, li rexta wî Nedîm... Nedîmê xwendekar, Nedîmê bêdeng... Xewna wî ya li oda mêra qedîya bû, li otêlê, li oda xwendekaran û di odê da jî ew û Nedîm... Nedîm xwar bibû, pirtûk ji erdê bilind dikir. Rûpelên ku ji nav pirtûkê pekyabûn, dida ber hev û di nav pirtûkê da bi cîh dikir. Tajdîn jî di cîhê xwe da çik bibû, li Nedîm dinihêrî. 
Ne Hecî û Kalo xuya dikirin, ne jî dengê Mihemeselîm ji bajarê Mixribîyan dihat...