Mîro

Mîro
Zanyarîyên Pirtûkê
İkram Oguz
Nivîskar: İkram Oguz
Beş: Roman
Dema Weşanê: Adar 5, 2019
Weşanxane: DO
Parvebike:         

Rûpelek ji Mîro…

Roj çû ava, tari ket erdê, bû êvar.

Mele Fewzî derket ser banê xani, azana êvarê xwend û vegerîya.

Li odê bi Mîro ra nimêja êvarê kir.

Piştî nimêjê derbasî alîyê malê bû.

Çend xulek şunda Mele Fewzî, li dû wî jî qîza wî, Narîn ji derî da ketin hundur.

Narînê bere ode berhev kir, dû ra ji bo şîvê sifre raxist.

Çend caran çû alîyê malê û hat. Xwerin û vexwerin anî, li ser sifrê bi cîh kir û vegerîya.

Bi hatin û çûyîna Narînê ra, çavê Mîro bêhemdi li bejn û bala wê ket. Bi bejna wê ya narîn û bedewîya wê va Mîro şaş û metal ma.

Bejna Narînê wek navê wê mîna tayê rihanê bejneka dirêj, li ser bejna wê ya dirêj da guliyê wê yên sor, li ser qirmê pişta wê de dihatin xwarê.

Eniya wê ya gewer wek berfa ser çiyayê Şahwelat sipî çîl dibiriqî, li ser dev û lêvên wê yê tenik pozekî pîjîn, sûretê wê yê sorê xalxalî, bi biskên wê yê badayî va hatibû xemilandin.

Bejn û bala wê ya dirêj û bedewiya Narînê hiş û aqilê Mîro bir.

Bû gupegupa dilê dilê Mîro…

Dest û lepên Mîro li hev ketin, dev û lêvên wî zuha bûn.

Ji hilavêtina dilê Mîro nan û av di qirika wî ra nediçûn xwarê..

(…)

Cemaat belav bû, Narîn careke din ji derî da ket hundur.

Bi hatina Narînê va dilê Mîro bi awayekî din avêt.

Bêhna wî di ber da çikîya.

Merîya digot qey li pişte dirêj kirine û di dile wî da kêrê difesilînin.

Narînê nivînê Mîro raxist, jibo destmêja sibê misînê avê û legan danî eywanga odê û bêdeng ji odê derket.

Çend xulek şunda Mele Fewzî jî rihetîya şeve ji Mîro ra xwest û derbasî alîyê malê bû.

Mîro tenê di odê da ma.

Narînê hiş û aqil ji sere wî biribû, ne xew dihat bîra wî ne jî mal û milkê dine…