Pirtûkên Nivîskara - Pel: 4
Her Kesî qala Masî û xirecira li pey xwe veke û bêje. Bêguman, wê ew ji her kesî bêhtir zanibe ka rastiya wê jina xweşik û kuştî ya li pey xwe hiştibû, çi ye. Wê ew roj bê, yan neyê, ez nizanim. Tenê ez dizanim Masî li welatekî Ewrûpayê ku nedixwest kesek navê wî havîn bi ser de hatibû. Xwêden dida û mîna ku tiştekî xwe winda kiribe, dimeşiya. Bi xelkê re dipeyivî. Xelkênvan welatan,m3ina xelkên welatê wî, tê negigihiştin ka çi dibêje, yan çi dixwaze. Li wan kolanan her dem zimanê wî ji devê wî dikişiya:- Ez tî me, tî.
Hezkirin ew hest e ku dihele tu bibi an kole an ji qatil. Ez Memeki be Zin im hevalo, Memeki weha xemgin mina çiyayeki be dar, be giha ü di bin berfe de u bitene mina qatileki.
Dildare dudili we şeve him kefxweş bu ku dijmine xwe ye xedar zeft kiriye u him ji xemgineye behna wi çikandiye, ku we dawiya ve eşa xweş, ve evina beçare, hezkirina jineke ku dema we ji bili evine ji her tişti re heye.
Ji hersan du hesren matmayi rüzen xwe yen şermok di çaven wi re derxistibün, pirsen wi yen be bersiv dorpeç dikirin.
Çawa dibim Mem beyi ku Zin hebe?
Çawa hezkirin dikare weha deve mirov li ber sola herkesi veke?
Çawa hezkirin dikare weha deve mirov li ber sola herkesi veke?
Çawa weha mirov tek diçe ü pişt le dişke?
Çawa ü çawa?
Jineke spi... lingan hildide... ü ji nav herdu ranen ji hev dür çüyi petrol diherike.
Pişti "Miri Ranazin", "Mere Avis" ü "Jinen Qaten Bilind" Helim Yüsiv ve care ji bi romaneke derdikeve peberi me: Sobarto; "welate serseriyan, welate leqeban, naven çewt ü axa hetiketiye", "welate ku ji erebeya diroke ket, coxrafya dev li guhe wi kir"...
Niviskar şeş deriyen vi "welate ku goşte evindaren xwe dixwe ü hestiyen wan daveje kolanan" vedike, me li welate Sobarto digerine, le hin çend deriyen din hene, eger hun bixwazin hun dikarin vekin.
"Gava we kilit neditin, hun dikarin hedi hedi wan ji cih derxinin, an ji eger we xwest, deriyan bişkinin, ji ber ku eze we li ber deriye heftan bihelim, leborine dixwazim, heviya min ew e ku hün bixwe derbas bibin...
"Fermo!"
Jiyan û felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’ pirtûk sêyem ya Ali Gurdilî ye. Pirtûk di sala 2015an de li Stembolê, ji aliyê Weşanên Evrensel (Evrensel Yayınları) ve hatiye weşandin. Pirtûk ji 120 rûpelan pêk tê û naveroka wê, jiyan û felsefeya Mensûrê Halalcî ye.
Antolojiya Feylesofan pirtûka pêncan ya mamoste Ali Gurdilî ye.
Di vê antolojiyê de, jiyan û felsefeya 104 feylesofan bi berfirehî hatiye nivîsandin.
Pirtûk li Almanyayê di sala 2015an de, ji aliyê weşanxaneya Soran ve hatiye weşandin.
Pirtûk ji 183 rûpelan pêk tê.