Jîyan bi Kurdî xweş e!

Jîyan bi Kurdî xweş e!
Nivîskar: İkram Oguz
Beş: Çîrok
Parve bike:         

Pêşgotin

Jîyan bi Kurdî xweş e. 
Jiber ku, Kurdî ji bo min ne tenê ziman e.
Kilam û stranên dengbêjan...
Çîrokê çîrokvanan...
Ken û henekên qîz û xortan…
Reng û dengê jîyana Kurdan...
Hebûn û xemla jîyana min e…
Di heft salîya xwe da min dest bi xwendina Kurdî kir. Piştî hînbûna jibo xwendina Quranê, min pirtûka Ehmedê Xanî ya bi navê Nubahara Piçûkan û Mewlûda Mele Ehmedê Batê xwend. Jiber ku, li her derên ku dersa Quranê dihat dayîn, li wir ev herdu pirtûk jî bi tîpên erebî dihatin xwendin. Dema ku min dest bi xwendina wan kir, ne haya min ji Ehemdê Xanî ne jî ji Mele Ehmedê Batê hebû. Herdu pirtûk jî weke ayetên Quranê gotinê Xwedê dihesiband. Bi destpêkirina dibistana ewlin va weke her zarokeke Kurd, ez jî bêhemdê xwe ji axaftin û xwendina bi Kurdî dûr ketim. 
Salan şûnda, di dema xortanîya xwe da careke din li ser zimanê xwe yê li ber mirinê vegerîyam. Mixabin wê demê jî ne pirtûk ne jî kovar û rojnameyeke bi Kurdî bidest diket. 
Di dawîya salên 70yî da kurteçîroka Samed Bahrengî ya bi navê Masîyê Reşê Piçûk, ku di Rîya Azadî da hatibû weşandin, xwend. Dû ra, Destana Memê Alan, di dema zanîngehê da jî romanên Ereb Şemo, Şivanê Kurd, Hopo, Jîyana Bextewar û Kela Dimdimê bi awayekî bidestxist. Min berga wan bi rojnameyên kevn dinixamt û di kuncikekî da bi dizî dixwend. Mixabin wê demê ji xwendina xwe sedî sed fam nedikir. Jibo ku zimanê min li min vegere, her romanekê dubare û sêbare dikir. Dem û demsal derbas bûn, bi guhartin û pêşveçûnên teknolojîyê va dinya me jî guherî. Dinya ku bê serî û bê binî dihat tarîfkirin, piçûk bû. Di wê dinya piçûk ta îmkan zêde, astengên ku dewletên dagirker weke berfa belanên Çiyaye Şahwelat derxistibûn pêşîya me, roj bi roj helîyan û yekoyek ji holê rabûn. Bi saya pêşveçûna teknolojîyê îro her kurdek, li her derê dinê û her dem dikare kovar, rojname û pirtûkên Kurdî bixwîne, li kilam û stranên Kurdî guhdarî û li fîlmên Kurdî jî temaşe bike…
Bêguman bi pêşveçûna teknolojîyê va ne tenê dinya, Kurd jî guherîn. Gelek Kurd li ser zimanê xwe yên li ber mirinê vegerîyan û îro bi zimanê xwe yê şêrîn dixwînin, dinivîsînin û bi Kurdî dijîn…
Min jî 15 sal berê dest bi nivîsandina Kurdî kir û heta roja îro du roman û bi sedan makaleyên bi Kurdî nivîsand. 
Bi sedan çîrok û romanên Kurdî xwend, bi saya xwendin û nivîsandinê, kurdîya min roj bi roj pêşda çû, zimanê min ê şêrîn, zelal û dewlemend bû. 
Îro ez jî di her xalê jîyana xwe da zimanê xwe yê weke şîrê dîya min şêrîn û zelal bikar tînim û dijîm.
Bi jîyana xwe ya Kurdî ra, şad û bextewar, kêfxweş û serbilind im.
Ji ber vê yekê ye ku dibêjim, jîyan bi Kurdî xweş e!
Piştî weşandina romana xwe ya bi navê „rêwî“ min biryar dabû ku, ez ji nivîsên xwe hinekan tomar bikim û weke e-pirtûk, li ser înternetê biweşînim. Jibo vê yekê di nav arşîva xwe da gerîyam û 65 nivîsên ji sîyaseta rojane dûr, hilbijart û wek weşana NavKurdê ya yekemîn tên weşandin.

Çima e-pirtûk?

Ji du sedeman min biryar da:
Ya yek, piranîya nivîsan jixwe di nav 15 salên dawî da, di http://navkurd.net/ ê da hatibûn weşandin.
Ya din jî, xwendina pirtûkên bi Kurdî, di nav Kurdan da hê jî kêm e. Pirtûkên ku tên çapkirin, ew ji, bi taybetî li Tirkîyê li her derê nayên firotan. Ev yeka jî bi serê xwe tenê astengeke mezin e. Dema ku pirtûkek di her pirtûkxaneyê da neyê dîtin, nagihîje destê xwendevanan û nayê xwendin. 
Di vî warî da https://www.pirtukakurdi.com/ herçiqas bi rîya înternetê bazara pirtûkên Kurdî bike û karekî pîroz bîne cîh jî, barê nivîskar û weşanxaneyan sivik nake. 
Kurdên ku îro ji xwendina Kurdî tama pêsîrên dîya xwe digrin û dixwînin, piranîya wan bi medyaya sosyal ra têkildarin. Ew hergav dikarin e-pirtûkên Kurdî daxînin ser computer ya jî telefona xwe û li her derê wan bi hêsanî bixwînin…
Ji bo vê yekê jî ne hewce ye bedelek bidin, ne jî jibo bidestxistina pirtûkan bahaneyek bibînin…
Loma ez dibêjim, bila pêşkêşkirina e-pirtûkê ji min, xwendina wê jî ji we be…

İkram Oğuz
Kornwestheim, 01.03.2019