Kurdistan li evîndarên xwe digere!

Kurdistan li evîndarên xwe digere!

Herçiqas di kurahîya dilê her kurdekî da bi tewnekî cûda cîh bigre jî, Kurdistan ji bo her kurdekî evîn e...

Evîneke demildirêj û kûr e…

Kurdistan evîn, Kurd jî evîdarê wê ne.

Ew evîna hezar salî di stranên dengbêjan da gulîstaneke rengîn…

Di çîrokên çîrokvanan da warê mêr û mêrxasan…

Bi rengînî û dewlemendîya xwe, sedema şerê Rom û Eceman yê bi sedsalan e.

Di qada şer da, bi şûr û mertalên neyaran va birîndar…

Li Qesra Şêrîn, di navbera Yavuz û Şahîsmaîl da du par e…

Di helbestên Melayê Cizîrî da mîna bûkeke serbixêlî jîndar...

Bi xemla Ehmedê Xanî mîna Zîna Zêrîn bedew û nazdar e…

Baskekî wê, bi Şêx Seîd ra li Amedê şikîyayî…

Baskekî din, bi Qadî Mihemed ra li Mahabadê serî hilda ye....

Di rêwîtîyeke dirêj da bi Mele Mistefa ra hevaltî kir û ber xwe da...

Bi tekoşîna keç û xortên Kurd va careke din li çarnikalên dinê dengekî nû da.

Bi destpêka sedsala bistûyekan da qedera xwe ya reş çirand û li Hewlêr û Silêmanîyê…

Li Qamişlo û Serêkanîyê bi xeml û xêz careke din li evîndarên xwe vegerîya…

Îro bi hawar û gazî diqêre û bi zarên Melayê Cizîrî bang li evîndarên xwe dike:

„Aşiqî nazik û mehbûban im
Tu mebîn bêser û bêsaman im
Gulî baxê iremî Bihtan im
Şebçiraxî şebî Kurdistan im…“

Hawar û gazîya wê ji binxetê derbasî ser xetê…

Qêrîn û nalîna wê ya ji başûr, di nav asîmanên bakûr û rojhilat da bilind dibe.

Mixabin evîndar, bêdeng û bêzar, belengaz û histuxwar in.

Ji derd û kulên bindestîyê hinek kor û kerr, hinek jî lal in.

Evîna dilê xwe dane alîkî û di nav lepên Faris û Tirkan da ji xwe ra li stargehek digerin.

Hinek jibo biratîya olî, hinek jî jibo biratîya gelan li çokê xwe dixin…

Kor û kerr digirîn, lal jî di ber xwe da dinalin…

Dengek bilind dibe ji Çîyayê Agirî…

Dengê Ehmedê Xanî, bi gilî û gazin, bi lava û rica…

„Ez Kurd im, çîyayî me û kenarî
Van çend peyvên min ên Kurdewarî
Îmza bikin ji kerema xwe, bi qencikarî
Û bi guhê însafê li wan bikin guhdarî…“

Ne kerr dengê wî dibihîsîn, ne jî lal evîna dilê xwe tînin ziman.

Deng di kûrahîya asîmanan da, evîn jî di kûrahîya dil da dimine…

Kurdistan weke karxezaleke sêwî dipirpite…

Di nav lepên Tirk û Eceman da.

Ne bi pesnên erzan difilite, ne jî azad dibe bi rexneyên pûç û vala…

06.09.2019

 

ikramoguz@navkurd.net


        

İkram Oguz
Parvekirin: İkram Oguz
Xwendin: 1721
Dem: Êlûn 6, 2019
Parve bike:         
Naverokên Navdar
ORTHOGRAPHIA NEWROZI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2   

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019