Dibêjin Kurd çima nabin xwedî dewlet!

Dibêjin Kurd çima nabin xwedî dewlet!

Di rojeva pirranîya Kurdên li seranserî Kurdistanê da dijin, jibo avakirina dewleteke milî daxwazeke xurt cîh nagre.

Herçiqas daxwazek lawaz hebe, ew jî bi serê xwe tenê ne bes e.

Jibo ku Kurdên daxwaza dewleteke milî dikin, ew jî ji hest û helwesteke milî dûr in.

Bi zimanê dagirkerên xwe diaxifin û dijîn.

Gor rê û rêbazên ku dagirkerên wan danîne ber wan, radibin û rûdinên.

Gor çand û hunera dagirkerên xwe şîn û şahîyên xwe dikin.

Pirrîcaran ji dagirkerên xwe zêdetir, ziman û çand û al û sînorên wan diparêzin.

Jibo her kêmasîyek xwe jî hercarê ji xwe ra pîneyek dibînin.

Bi zêdebûna kêmasîyan ra, pîneyên li qûna wan jî zêde dibin.

Ji bajarê Urmîye ya Rojhilatê Kurdistanê mînakeke nû…

Urmiye bajarek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê ye.

Ji bilî Kurdan pêkhateyên Azerî û Aşûrî jî li Urmîyê dijîn. Lê belê rêveberiya bajêr di destê Azeriyan da ye…

Şaredarê bajêr, Mihemed Hezretpûr, Azerî ye.

Encûmena bajêr jî ji Faris û Azerî û Kurdan pêk tên.

Gor agahîya ku Sîna Soma, di Rûdawê da radigihîne, di civîna encûmenên şaredarîyê da, Şaredar Mihemed Hezretpûr, bi zimanê xwe yê zikmakî, bi Tirkî, diaxife.

Ji encûmenên Faris û yên din tu dengek dernakeve.

Encûmenekî Kurd, Xalid Hatemî, jibo axaftina Şaredar a bi Tirkî nerazîbûna xwe tîne ziman û dibêje; „…Dest ji axaftina bi Tirkî berde. Bi zimanê fermî yê Îranê, zimanê Farisî, biaxife. Ez û encûmenên weke min Kurd, em ji gotinên te yên bi Tirkî tiştekî fam nakin…“

Şaredarê Azerî, Hezretpûr, guh nade daxwaza encûmenê Kurd û bi awayekê qilfê xwe bi wî dike û weke bersiv dibêje; „Mijara civînên encûmenê di derbarê Azeriyan da be, dê em bi Tirkî, lê di civînên din da em dikarin weke daxawaza te bi zimanê hevbeş biaxivin.“

Encûmenê Kurd Xalid Hatemî, nerazîbûna xwe didomîne û dibêje; „Çareya famkirina min û encûmenên Kurdên ku weke min bi Tirkî nizanin, wê çawa be?“

Şaredar dîsa qilfê xwe bi Kurd ê farisîperest dike jê ra dibêje; „Çare her ev e ku hûn jî fêrî Tirkî bin û bi Tirkî biaxivîn…“

Li ser van gotinên Şaredar hinek encûmen bi dengekî bilind dikenin, encûmenên Kurd jî weke nîşaneya nerazîbûnê radibin û ji civînê derdikevin.

Nûçevan ya jî nivîskarê Rudawê jî vê bûyerê dinirxîne û gotinên Şaredarê Azerî yê ku di derbarê bikaranîna zimanê xwe yê zikmakî da, wek gotinên nijadperestî binav dike. Dûra qala hin bertekên ku di tora civakî da hatine dayin dike û dibêje:

„Pirraniya bikarhênerên torên civakî yên Kurd, Fars, Lor û ji pêkhateyên din, helwesta Şaredarê Urmiyê şermezar kirine. Jibo helwesta encûmenê Kurd piştgirîya xwe nîşan dane. Ji encûmenên Şaredarîya Urmiyê xwestine, ku di civînên fermî yên bajarên Îranê da, bi taybet bajarên ku pir pêkhate tê da dijîn, zimanê fermî yê Îranê were bikaranîn.“

Sosretîya Kurd jibo hin helwestan bikartînin, tiştekî wusa ye…

Di civîna şaredarîya Urmîyê da Şaredarê Azerî bi zimanê xwe yê zikmakî diaxife…

Encûmenên Fars dengê xwe nakin, Kurd xwe eciz dikin…

Nûçevan ya jî nivîskarê Rûdawê, daxwaza encûmenê Kurd ya jibo bikaranîna Farisî wek kêmasî nabîne.

Bîlakîs axaftina Şaredarê Azerî ku bi zimanê xwe yê zikmakî kirîye, wek nîşaneya nijadperestîyê binav dike.

Bi helwesta ku kesên di torên civakî da, ku çiqas rast an jî derew in, nîşan dane, kêmasîya xwe û encûmenê Kurd jî pîne dike.

Pêşîyên me negota; „pîneyên rizyayî ne derzî digrin, ne jî bi wan qûna tazî tê veşartin…“

12.08.2019

[email protected]


        

Parvekirin: İkram Oguz
Xwendin: 731
Dem: Gelawêj 15, 2019
Parve bike:         
Naverokên Navdar
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
ALPHABETA NEWROZI

BE SYMBOLYN ALPHABETA PHONETIC A INTERNATIONAL PHONEMYN CORDI UD NEVISTENA WAN Vocal Symbolyn API[1] Newrozi Elifba Hawar Cyrilli   

Nîsan 2, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Zimanê Dê

  Zimanê dê naçilmise Dibişkivehê şîn dibe Zimanê dê gul-sosin e Bîhna xweş timê dide.      

Gulan 15, 2019