Axaftin û nivîsandina Tirkî ya bi qalibên Kurdî û Kurdî ya bi qalibên Tirkî…

Axaftin û nivîsandina Tirkî ya bi qalibên Kurdî û Kurdî ya bi qalibên Tirkî…

Pêwendîya ziman û raman hergav bala zimanzan û zanyaran kişandiye.

Di derbarê vê yekê da Antropolog dibêjîn, tişta ku mirovan ji candarên din vediqetîne ew jî raman e û raman jî bi ziman tê îfadekirin. Jibo ku ziman veguhastina raman e.

Antropolog Edward Sapîr, ziman weke forma raman binav dike û dibêje:

„Cudahîya di zimanekî da cîh digre, di zimanekî din da nîne. Em xwezayê ancak gor îmkana ku zimanê me rê dide, dibînin û tarîf dikin. Bi guhartina ziman va forma raman jî tê guhartin. Civatên ku zimanên wan ji hev cuda be, sîstema ramanên wan jî ji hev cuda ye.“

Gor vê hîpotezê, her civat gor zimanê xwe, xwezayê tarîf dike û gor zimanê xwe jî bîçimê dide raman û çanda xwe.

Filozofê Alman Leibniz jî, ziman weke neynika hiş binav dike û dibêje:

Hiş û ziman bi hev ra girêdayî ne. Peyv, qasî ku ji bo axaftin û nivîsandinê, dema ku mirov bifikire jî ewqas pêwîst e. Mirov bi hin kesan ra biaxife, an jî bifikire, hişê wî li şûna tiştan peyvan datine, ku ev jî karê hiş hêsan dike. Peyv çiqas baş, çiqas bikêrhatî û zelal be, hiş jî ewqas zelal û bikêrhatî dibe. Dema ku mirov ji zimaneke bîyanî, koka peyvan û qalibên ziman baş hîn nebe, wan jiber (ezber) dike. Hînbûna bi jiberkirinê jî, hişê mirov şêlû, xebata mirov jî asteng dike…“

Gor vê hîpotezê jî mirov ramanê xwe gor qalibên ziman, bi peyv û hevokan va nîşan dide û bi kesên derdora xwe ra parve dike. Mirov dikare bibêje, hîm û amûra raman peyv, mala wî jî ziman e.

Qalibên ziman, ew qalibên ku mirov ji zikmakî da werdigre, di wan qaliban da mantiqên veşartî hene, ku ew jî hişê mirov didirûvînin. Ew çiqas zelal û paqij bin, hiş jî ewqas zelal dibe û baş dişixule…

Dema ku mirov di axaftin û nivîsandina xwe da qalibên ziman, ew qalibên ku tê da mantiqên veşartî cîh digrin, bikarneyne, pirrîcaran wateya gotinê tê guhartin.

Pirsgireka Kurdên zimankurd û zimantirk yek jî ev e.

Pirranîya Kurdên gundî, bi qalibên Kurdî, Tirkî diaxifin û dinivîsînin.

Pirranîya Kurdên ku bi zimanê Tirkî perwerde bûne û dûra li zimanê xwe vegerîyanê, ew jî bi qalibên Tirkî, Kurdî diaxifin û dinivîsînin.

Çend mînak:

Hevalekî bi rîya facebookê bi çend hevokên bi Tirkî serxweşî dabû hevalekî xwe. Herdu hevokên dawîyê kin û û wuha bûn.

(… Sabırlı ol dunyanın kuralı. Sabır isterim.)

Ji bo xwe, ya jî ji bo kê sebrê dixwaze, bi rastî mirov fam nake.

Jiber ku peyv û gotin bi Tirkî, qalib jî Kurdî ye.

Halbûkî bi Tirkî mirov wiha dibêje, “Sizlere sabır diliyorum.“

Bi Kurdî jî; „Ez ji we ra sebr û tehamûlê dixwazim.“

***

Dîsa hinek Kurdên bi Kurdî difikirin û bi Tirkî diaxifin, şûna “nexweş ketim” a Kurdî da dibêjin;  “hasta düştüm…“

Ya jî di şûna “derewan dike” ya Kurdî da dibêjin; “yalan yaptı…“

***

Mînakeke din:

Kurdekî nivîskar dinivîsîne; „… di kongre ya … da serokê CHPê kirin Kiliçdarogli…“

Li vir jî hevok bi qalibên Tirkî, lê bi Kurdî hatîye nivîsandin.

Bi Tirkî mirov dikare bibêje, (… Kongre de Kılıçdaroğlu’nu CHP Başkanı yaptılar).

Lê dema ku mirov bibêje, „… serokê CHPê kirin Kiliçdarogli“ wate ya hevokê tê guhartin û tişteke din derdikeve holê…

Gor qaliba Kurdî ev hevok jî wiha tê gotin/nivîsandin

„… di kongre ya … da Kiliçdaroglu weke serokê CHPê hate hilbijartin.“

Ya jî; „… di kongre ya … da Kiliçdaroglu bû serokê CHPê.“

***

Mînakeke din:

„… Xortê bi misîn…“

Dîsa qalib bi Tirkî, nivîsandin jî bi Kurdî ye.

Bi Tirkî mirov dikare bibêje; „surahî ile gelen genç…“
Lê bi Kurdî mirov nikare bibêje; „… Xortê bi misîn…“

Gor qaliba ziman bi Kurdî wiha tê gotin; „Xortê misîn di dest da…“

***

„… Di civînê da bi giranî li ser başûr sekinin…“

Bi Tirkî; „toplantıda ağırlıklı olarak Güney üzerinde durdular…“ tê gotin.

Halbûkî gor qaliba Kurdî, „… di civînê da li ser başûr zêde axifîn…“

***

„Em mêvan kirin…“

Qalibeke Tirkî ye; „… Bizi misafir ettiler…“

Kurdîya wê jî; „… Em kirin mêvan…“

***

Mînakên bi Tirkî, ji alî Kurdên gundî va hatine gotin û nivîsandin…

Yên din jî ji alî Kurdên zana û nivîskaran va…

Mirov dikare bi sedan, bi hezaran mînakên wiha bide.

Lê li vir ya herî girîng ew e, ku mirov dikare bibêje Kurdên gundî bi Kurdî difikirin. Mixabin xwe piçûk, zimanê xwe jî zimaneke bêrûmet dibînin, sedem vê yekê jî gor qalibên Kurdî bi Tirkîyeke xirab diaxifin û dinivîsînin…

Kurdên zana yên ku di dibistanên Tirkan da perwerde bûne û di dawîya emrê xwe da vegerîyane ser zimanê xwe yê zikmakî û bi Kurdî dinivîsînin, ew jî, pirrîya ku di bin tesîra zimanê Tirkî da mane, bêhemdî bi Tirkî difikirin û gor qalibên Tirkî bi Kurdî diaxifin û dinivîsînin…

Loma wateya gotinê jî şêlû dibe!..

07.07.2019

[email protected]


        

Parvekirin: İkram Oguz
Xwendin: 617
Dem: Pûşper 8, 2019
Parve bike:         
Naverokên Navdar
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
ALPHABETA NEWROZI

BE SYMBOLYN ALPHABETA PHONETIC A INTERNATIONAL PHONEMYN CORDI UD NEVISTENA WAN Vocal Symbolyn API[1] Newrozi Elifba Hawar Cyrilli   

Nîsan 2, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Zimanê Dê

  Zimanê dê naçilmise Dibişkivehê şîn dibe Zimanê dê gul-sosin e Bîhna xweş timê dide.      

Gulan 15, 2019