Gotar

Dilê mirov

1,925 Xwendin

Dilê mirov

Dil ango dilê mirov, bi eslê xwe dişibe pompeyekê ku ji masûlkeyan pêk tê.

Ji boy berdewamiya jiyanê, divê xurek, hormon û oksîjen, bigihîje hemû şane û xaneyên laş. Madeyên paşmayî yên wekî karbona dîoksîd, ure, av, xwêy jî divê ji xaneyan bên dûrxistin. Ango ji boy bicihanina erka xwe divê xwîn li her aliyê laş de bigere. Xwîna mirov di nav lûleyên xwînê de diherike, lê xwîn bi tena serê xwe nikare biherike, pêdivî bi pompeyek heye. Pompeya laş dil e. Dil pesta xwînê berz dike bi vî awayê xwîn di nav lûleyên xwînê de bi lez diherike û belavê laş dibe. Ji boy gera xwînê, hêza sereke ji dil peyda dibe. Pêwendiya peyvên wekî, kardiyolojî, kardiyolog, eloktrokardiyografî, perîkardiyum, miyokardiyum, bi dil ve heye. Di zimanê Yewnanî de ji boy tiştên bi dil ve tekîldarin peyva “kardia” tê bikaranîn. Kardiyolojî: Beşek ji zanista bijîşkî ye, lêgerînên kardiyolojîyê li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e.

Bijîşkên pisporiya wan li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e, wekî kardiyolog bi nav dibin.

Pêkhateya dil

Dil bi eslê xwe dişibe pompeyek, lê ev pompe ne ji hesin û plastîk, lê ji masûlkeyan pêk tê. Berevajiyê pompeyên mekanîk, dil pir dişixule û zûbizû xera nabe. Di rewşa asayî de dilê mirov di xulekek(deqe) de bi qasî 70 -75 car lê dide. Dilê mirov rojê 108000, salê ji 39 milyonê zêdetir lê dide. Di tevahiya jiyana 75 salî de dilê mirov 3.000.000.000 car lê dide. Bi her lêdanê, dil bi qasî 70mL xwîn pompe dike. Ango di xulekek de 5.25 lître, di rojek de 14 000 lître, di salê de 10 000 000 lître xwîn pompeyê lûleyên xwînê dike.

 
Cihê dil a nav sing

Ji destpêka ducaniyê 22-23 roj şûn de dillêdana dergûşê dest pê dike. Roj û şev havîn û zivistan, dema xewê û dema kar kirinê hejmara lêdanê carnan kêm dibe carnan zêde dibe, lê lêdana dil heta dawiya jiyana mirov didome. Ji ber karê wî yê demdirêj û bêrawestan, dil endamek(organ) bêhempa ye. Dilê mirov di sing de,navbera her du pişikan de piçek li aliyê çepê de cih digire. Pêşiya dil de perasûbend(hestiyê sing), li jêrê singê de navpençik(diyafram)heye. Qebareya dilê mirovê gihaştî bi qasî kulmekî mirov e. Giraniya dilê mirov bi qasî 250-350 gram e.

Dîwarê dil

Dil ji dîwarek sê çînî(tebeqe) pêk tê. Çîna epîkardiyum li aliyê derveyî dil, çîna endokardiyum li aliyê hundirê dil e, çîna myokardiyum jî di navbera epîkardiyum û endokardiyumê ve cih digire. Tevahiya dil , bi perdeya dil(perîkardiyum) ve dorpêçî ye. Perdeya dil dişibe kîsikê. Perdeya dil ji du çînan pêk tê navbera her du çînan de şilemenî heye.

 
Dîwarê dil
  • Perdeya dil cihê dil a nav valahiya singê de sabît dike.
  • Li hember hokarên nexweşiyê û enfeksiyonan alîkariya bergiriya dil dike.
  • Rê li ber werimîn û girbûna dil digire.
  • Lêkxişana navbera dil û derdorê dil( pişik, hestiyê singê û navpençik) kêm dike.

Çaviyên dil

Dil ji çar çaviyan pêk tê. Du çavî(ode) li jor, du çavî jî li jêrê dil de cih digire. Çaviyên jor wekî guhik, çaviyên jêr jî wekî malik tê binavkirin. Her wisa perdeyek masûlkeyî ya bi navê septum(navbirka malikan) ji jorê dil hetanê jêrê dil dirêj dibe û dil dike du beş, beşa rastê û beşa çepê. Xwîna kêmoksîjenî li beşa rastê dil ,xwîna têroksîjenî jî li aliyê çepê dil de diherike. Masûlkeyên derdora malikan ji ya guhikan zêdetir e. Diwarên guhikan ji yên malikan ziravtir e. Dîwarê malika çepê, li li gor beşên din ên dil hê pirtir stûr e. Rûyê malik û guhikan bi çînek xaneyên epîtel(endokard)ê nixamtî(girtî)ne. Xwîn ji laş diherike guhikên dil, ji malikên dil jî ji dil diherike laş.

Derîçeyên dil

 
Derîçeyên dil
 
Derîçeyên dil arasteya herika xwînê kontrol dikin

Dil çar derîçe lixwe digire. Du derîçeyên dil di navbera guhik û malikên dil de cih digire. Her yekê xwînbera pişik û xwînbera sereke jî derîçeyek lixwe digirin. Xwîn bi alîkariya derîçeyan di nav dil û lûleyên xwînê de bi yek alî diherike [5] . Di navbera guhika rastê û malika rastê de derîçeya sêperrî(trîkuspît) heye. Derîçeya sêperrî bi girjbûna guhikan, xwîna nav guhika rastê, aresteyê malika rastê dike. Dema guhik xav dibe îcar malik girj dibin, lê derîçeya sêperrî bi girjbûna malika rastê tê girtin, bi vî awayê rê li ber vegera xwînê ya guhika rastê tên girtin. Her wisa di navbera guhika çepê û malika çepê de derîçeya duperrî(derîçeya mîtral) heye,derîçeya duperrî xwînê ji guhik arasteyî malika çepê dike, lê nahêle xwîna malikê vegere guhika çepê. Bi girjbûna guhikan, derîçeyên navbera guhik û malikan tên vekirin, bi girjbûna malikan van herdu derîçe tên girtin. Xwîna malikan bi navbeynkariya derîçeyan derbasê xwînberan dibe. Şiklê derîçeyên derê malikan dişibe kevanê, an jî heyva nîvî, loma ev derîçeyên malikê wekî derîçeyên kewaneyî tên binavkirin. Di navbera malika rastê û xwînbera pişikê de derîçeya pişikan heye. Bi girjbûna malikê ev derîçe ve dibe û xwîna nav malika rastê derbasê xwînbera pişikê dibe. Gava malik xav dibin, îcar derîçeya pişikê tê girtin. Bi vî awayê xwîna nav xwînbera pişikê venagere malikê. Derîçeyek kewaneyî jî di navbera malika çepê û xwînbera sereke(Aort) de cih digire. Ev derîçe jî xwînê ji malika çepê ber bi xwînbera sereke araste dike

Gera koronerî

 
Lûleyên koroneri û krîza dil

Çîna navendî ya dîwarê dil myokardiyum(masûlkeya dil) ji masûlkeyan pêk tê, dil tu car ranaweste û lê dide. Ji boy lêdana dil divê masûlkeyên dil girj bibe û xav bibe. Ji boy girjbûn û xavbûna masûlkeyan pêdivî bi enerjiya ATP( Adenozîna trî fosfat) heye. Xaneyên masûlkeyên dil bi navbeynkariya oksîjenê, glukozê perçe dikin û ATP dest dixin. Ango ji boy peydakirina ATP, divê xwîna têrglukozî û têroksîjenî ji xaneyên myokardiyumê ve bên şandin. Di nav guhik û malikan de her tim xwîn heye, lê çîna endokardiyumê rê nade xwînê ku xwe bigihîne xaneyên masûlkeyên dil. Lûleyên taybet xwînê digihîne dîwarê dil, ev lûleyên xwînê wekî lûleyên koronerî tê binavkirin. Di zimanê latînî de peyva “corona” ji boy tac (taca serê qiral û şahan) tê bikaranîn. Lûleyên koronerî wekî mîna tacek, dîwarê dil dorpêç dikin. Xwînberên koronerî li jorê derîçeya xwînbera sereke ji aortê cihê dibin. Xwînbera koronerî ya çep aliyê çepê dil, xwînbera koronerî ya rast jî aliyê rastê dil dorpêç dike. Bi vî awayê xwîn digihîje xaneyên masûlkeya dil. Xwîna kêmoksîjenî û kêmglukozî bi xwînhênerên dilî vedigere guhika rastê ya dil. Gera xwînê ya navbera dil û myokardiyumê wekî gera koronerî tê binavkirin. Di hin cureyên dilnexweşiyê de hinek ji lûleyên koronerî teng dibin an jî dixitimin, di rewşek wisa de bi têra xwe xwîn nagihîje masûlkeyên dil. Heke beşa masûlkeya bêoksîjen û bêglukoz mayî, beşek piçûk be krîza dil pêk tê, lê heke beşek mezin ji masûlkeyên dil bêoksîjen û bêxurek bimîne wê gavê dibe ku dilrawestan pêk were.

Çerxa dillêdanê

Şîrove