

Vê Êvarê…!!
Vê êvarê,
berî şîvê bixwim ez derketim derveyî malê.
Piştî ez derketim derve, ez li xwe hayil bûm ku,
vê sibehê wexta ji himbêza wê xanima ku nuha navê wê nayê bîra min, derketim, min ji bîr kiriye ez xwe bişom,
bi cenabet derketim ji malê.
Vê êvarê,
ji vexwarina doh bi şev, min his kir ku
piçeki serê min, ji piçekî zêdetir jî mahdê min diêşe,
lê hew bû ez vegerim;
min mifte li paş derî ji bîr kiribû, bi wê serêşayiyê.
Min go, tewkel bi xwedê
û ez ketim kezeba rê.
Vê êvarê,
bayekî hênik li kîr û gunê min dixist,
tu nabêjî min ji bîr kiriye derpiyê kin li xwe kim li ser ecelê.
Min jî di ber xwe de digot, çima çep û rast lê dixe, tiralê bin dara xurmê.
Vê êvarê,
Jinek di ber min re derbas bû.
Bi min wer hat, pêsîreke wê mestir bû ji pêsîra dinê.
Min nahlet anî li çavê şeytanê neyarê xwedê!
Min go, belkî çavekî min mestir e ji çavekî min ê dinê, loma li min wer tê.
Vê êvarê,
Rişma însanekî di destê kûçikekî de,
ew li pey xwe digerand li nav gul û kulîlk û gîhaya parqê.
Û pisîkekê bi xêra gora miriyên xwe taseke av dida pîra li hundirê xênî bi tenê.
Wexta pîrê devê xwe vekir û ji pisîka xêrxwaz re dua kir,
taximê devê pîrê pengizî, gindirî bin tekerê tirimbêlekê.
Şifêrê wê tirimbêlê berî ku pê li taximê pîrê bike, pê li firênê kir
û tirimbêl di cîh de sekinî.
Pîrê bi du dengan kir lîrelîr ji bo şifêrê tirimbêlê.
Vê êvarê,
wexta min gava xwe avêt,
min dît mêşek xirpişiye ser dilê mêşekê, doza zuriyetê dikin.
Min bi kefa nigê xwe ew eciqandin,
bêyî ku zuriyet bi pey wan keve, emirqutî bûn,
mirin.
Vê êvarê,
li ser çeqilîkê darekê, du çivîk bi zimanê mirîşkan bi hevdu re dipeyivîn.
Xwîn ji zimanê min çû li ber dengê ne dengê wan..
Her du çivîk ji jor de hatin xwarê,
di nav wê xwînê de perpitîn.
Vê êvarê,
Kîvroşkek bû şahidê zayîna qantirekê.
Ker hew bi dora bergîran ketin.
Eşîrek çêbû ji qantiran.
Vê êvarê,
Ji dêvla baranê, herfên tirkî bi ser min de bariyan;
her herfekê brînek di laşê min de vekir.
Vê êvarê,
Wexta min xwe li nav pêlên însên qeliband,
Ez li bêkêriya xwedê hayil bûm;
her ji deh însanan heşt, nîvco bûn.
Vê êvarê,
Ez derketim, lê min nizanîbû ez diherim kuderê.
Zebeşfiroşekî go, ka were em zebeşekî bixwin li qiraxa rê.
Min go, dehere bîseksuelê kurmî yê dera hanê.
Ez heteroseksuel im,
bela xwe ji min bike,
ma tu nabînî bê çawa çep û rast lêdixe bi hesreta karxezalekê.
Vê êvarê,
Ez carekê bi xwe hisiyam ku,
navrana min şil bûye, mîna zîpika biharê lê xistibe, serî bi ser stu ve xwar bûye.
Min go, ya ya şeytanê melhûn!
Bextê te tune ye.
Ma te tu kes nedît ji min pê ve tu qerf û tinazan pê bikî,
hey zalimê zalimistanê!

ORTHOGRAPHIA NEWROZI
Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2
Nîsan 2, 2020PEYV Û GOTINÊN SOSRET
Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir
Hêzîran 1, 2019Platonê Leşker
"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate
Hêzîran 12, 2019Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo
Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur
Befranbar 3, 2020SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike
Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û
Êlûn 28, 2019Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome
Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d
Êlûn 14, 2019