Tragedyaya Xwe-Bûnê Ya Kurdan

Tragedyaya Xwe-Bûnê Ya Kurdan

“Di hunerê de têgeha herî avis û ya xwedî pozîsyona qelew, êş e.”1 Rênas Jiyan wiha dibêje li ser berhemdariya hunerê û ji ser vê tespîtê berdewam dike û dibêje ku hunera bindestan li ser dilpêşewitandinê tê afirîn. Helbet mijara me wê li vir ne huner be ango wê tenê ne huner be. Mijar li ser pirsgirêgek bingehîn ya bindestiyê ye; xwe-bûna gelek bindest çawa dibe tragedyayek û ev xwe-bûn wê çawa bê veguhertin?

Tiştê ku tragedyayekê diafirîne “kêmasiyeke”. Kêmasiya tiştekî ku bi rêze-bûyerên nebaş tê têgihiştin û çarenûsa mirovî pê tê honandin. Bi têgihiştin ango xwe gihandina zanînê temaşevan ango leheng paqij dibe û tragedya bidawî dibe. Tragedyaya Kurd bûnê ango xwe-bûna Kurdan ya niha bingehîne û dîrokî ye. Tragedyayek hebûnî ye û ji nezanînê û tênegihiştinê rûdide. Di hunerê de çawa ku mîna Rênas Jiyan dibêje êş tiştekî afirînere û li gorî Arîsto jî paqijkere ez bi heman awayî bawerim dema ku bi têgihiştina kûr û zanîneke birêkûpêk digihê hev huqas jî hêz dide mirovek ango gelek. Rastiyek parçeyê tragedyaya me, em xwe weke parçeyekê serdestên xwe dibînin û ji ber ku serdestên me, me parçeyek xwe nabînin, em dixwazin bi wan re ji heman dêyekê bin. Vebêja ji rastiyê dûr ya bratiyê ji ser vê diyardeyê kokdar dibe. Heya zimanê me yê wêjeyî jî Tirkî, Erebî ngo Farisiye. Kurdan tu wextî pirtûkên Kurdî ji zimanê serdestên xwe bêtir nexwendine. Qasî ku navên Erebî, Tirkî û Farisî em li zarokên xwe dikin em navên Kurdî li zarokên xwe nakin û navên ku em li zarokên xwe dikin jî ji bêjinga zimanên serdest derbas dibe û şûnve tê lêkirin. Dîwarên netew bûna Kurdan ji ziman, vebêj û hişmendiya serdestan hatiye lêkirin û tê lêkirin. Û ev yek trajediyeke bêhempaye ji bona hunera Kurdan.

Huner, rewşeke nexweşîn bi zimaneke bilind vegotine û bilind kirina giyanê takekesî ji ser vî zimanî gengaz dibe. Romana Kurd dikare ji ser nexweş bûna Kurdan, tenê ji ser lehengekê, dikare sed hezar roman binivîse. Sîdar Jîr di hevpeyvîneke xwe de digot romana Kurd li ser berxwedanê ye. Raste li ser berxwedanê ye lê tu zemanî bi awayekî pirr zelal li ser derûniya civakî ya Kurdan romaneke nehatiye nivîsîn û ger bihatina nivîsîn wê di nav romana Kurdî de bêhempa bûna. Civakek nexweş ger di wê asta lixwehaybûnê de be dikare ji ser hunereke bêhempa xwe paqij bike, jinûve lixwehay bibe û trajediya xwe binivîsîne, bike sînema, wêne, şano û hwd. Lê gava ku em lê dinihêrin rastiya Kurdan ji ser du kesan, Gernasan û Xayinan – teyisandina ramanên dualî ya zerdeştiyê – tê honan û hema bêje trajedî bi pêkenînê tevîhev dibe û em bi trajediya xwe dikenin ango lê hay nabin.

Kurd bûn nayê gotin, ji ber hestên neteweyî nin, jiber hestên jiyîna Kurdbûnê ya ji aliyênivîskar bixwe. Nivîskarê Kurd nexweşê lixwe haydar yê di nav nexweşan de ye. Ji ber vê Kurdî dinivîse û dixwaze Kurdbûneke nû biafirîne. Lê rastî ev e ku heya em nexweşiya xwe nenivîsînin em nikarin Kurdbûneke nû biafirînin û Kurdbûna ku bê afirîn jî wê afirîdeyek mêjî Tîrk, ling Ereb, ziman Farsî be. Heya êvarê dixwazibî bila tu bi Kurdî binivîsînî. Xwe-bûna Kurdbûnê divê bê guhertin, em niha ji pêvajoyeke wiha derbas dibin. Lê aliyê vê pêvajoyê yê hunerî hîn lewaze û ne tenê huner, felsefe dîrok û her tiştê din lewaze. Tenê ne Kurd bûn, Kurdî bûn jî girînge û diyarkere di vê pêvajoyê de. Kurdek divê helwesta wî ev be; ger tu Kurd bî û pirtûkên te Tirkî bin ew çax pirtûkên te bêqîmetin ligel min!

Ev tragedya bi helwesteke tund ya çandî tê rawirîn. Kurd ne xwedî polîtîkayeke çandî ne û siyasetmedarên me hîn bi Tirkî dipeyivin û hîn nebûna xwe bi hêsanî li paş çend hincetên nejidil vedişêrin. Ger ku tragedyayek hebe ew tragedya bi giştî tê rawirin û ew tragedya bê lixwehaybûn nayê ziman û neyê ziman her tiştên ku tên gotin vala ne.

1Rênas Jiyan, Ji şevê re, rû. 92, weş. Belkî


        

Parvekirin: Lezgîn Oncu
Xwendin: 645
Dem: Hêzîran 20, 2019
Parve bike:         
Naverokên Navdar
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
ALPHABETA NEWROZI

BE SYMBOLYN ALPHABETA PHONETIC A INTERNATIONAL PHONEMYN CORDI UD NEVISTENA WAN Vocal Symbolyn API[1] Newrozi Elifba Hawar Cyrilli   

Nîsan 2, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Zimanê Dê

  Zimanê dê naçilmise Dibişkivehê şîn dibe Zimanê dê gul-sosin e Bîhna xweş timê dide.      

Gulan 15, 2019