Makale

LI SER GOTINÊN ÎLMÎ

Raif Yaman 3,158 Okunma

LI SER GOTINÊN ÎLMÎ

Linguistên zimanekî li ser peyvên ilmîyên di zimanê wan da tune bin bi hawayekî li hev dikin û pêşkêşî miletê xwe dikin. Ji peyvên berhavêtîyên di sedsala bîstan da, bi taybetî jî ji ên çaryeka dawîna sedsala bîstan bi vir da ji alîyê kurdên bi kurdîya xwe nebawer ve ji ber xwe hatine havêtin em têdigihên ku linguistên kurdan ne di wê derecê da ne bikanibin bi rîya neologyê (çêkirina peyvên nû) ji vê meselê ra çareyekê bibînin. Çimkî pirranîya peyvên di sedsala bîstan da hatine çêkirin bi pîvanên linguistic ên zimanê kurdî nehatine çêkirin. Nimûne: di kurmancî da suffixa -er tune, lê gelek peyv bi tesîra îngilîzî bi vê suffixê hatine çêkirin. Di kurmancî da suffixa -dêr tune, di şûna suffixa -dar da gelek peyv bi şaşitî bi -dêr hatine çêkirin. Heta peyvên berxwedar û berxudar ên hezar zal pirtir e di kurdîya nivîskî da jî hene bi tesîra vê sergêjitîya bûne berxwedêr. Navê herêma Berzan, eşîra Berzanîyan û famîla Berzanî bi tesîra îmla îngilîzî bûne Barzan, Barzanîyan û Barzanî. Her kes dizane ku bi kurdî gotinek bi navê barz tune, lê berz heye dîsa jî dev ji şaşitîya xwe bernadin.

Gelek peyv bi mentiqa zimanên bîyanî hatine çêkirin, bi gotinek din ji tercûma herf bi herf a ji zimanên derî kurdî hatine peydakirin. Nimûne, peyva lêker rasterast ji yüklem a tirkî hatîye çêkirin. Peyva parêzga ji tercûma muhafaza erebî hatîye çêkirin. Peyva peymangeh ji tercûma me’ehed a erebî hatîye çêkirin. Çi alaqa vê gotinê bi gotina institutum a latinî ra heye? Ji fêlê xwendin çêkirina gotina xwîner bê guman peyvek ji peyvên lûtka vê sosretîyê ye. Bi hezar salan e di zimanê kurdî da gotina xwende heye. Gotina xwendevan jî di zimanê gel da heye. Ewên ji ber xwe havêtine jî tê da kesek nizane esl û cisnê xwîner çi ye.  

Di rewşa kurdîya îro da neologya ji pîvanên zanîna lexicologyê dûr tenê dikane zirarê bide kurdî. Piranîya kurdên vî karî dikin ne linguist ne jî filolog in. Peyvên pirtûk (pertûk), lênûs, pênûs, xwîner, vebêjer, hevalnav, cînav, rengdêr, hevjîn, ol, berwarî (di mana demê da), hevok, serok, bîrkarî, drav, peymangeh, parêzgeh, parêzgar ji van peyvên sosret tenê çend heb in.

Li dunyayê zimanekî xwerûyê tenê ji peyvên xwe pêk bê heta nuka nehatîye dîtin û ne jî hatîye bihîstin. Xwastina çêkirina zimanê sade ji xwastina peydakirina zimanekî sosret pê ve ne tiştekî din e. Kesên li çêkirina zimanekî sade dixebitin di rastîya xwe da kesên bi xwe û bi zimanê xwe ne bawer in. Ji wan bê dema turk û ereb û faris çend peyvan ji zimanê wan têbigihên ewê kurdî ji zimanbûnê bikeve, lê di rastîyê da tiştekî wusa tune. Heke hemparîya peyvan xwedî hêjahîyek wusa bûya ewê îro zimanên zengîntirînên cîhanê zimanên feqîrtirîn bûna. Ewê zimanên ji heman famîlê ziman jî nehatana hesibandin. Lazim e kurd jî êdî vê rastîyê bibînin û rojekê bi pêş da van peyvên berhavêtî ji zimanê xwe bihavêjin, ne ku ên nû lê zêde bikin.

Peyvek di dialecteke zimên da tune be, pêşîyê li dialectên din dihê nihêrîn, paşê li subdialectên wî zimanî lê dihêt gerrîn, di wan da jî tune be li zimanên nêzdîk ên heman famîla zimên, dûv ra li zimanên dûr ên heman famîlê, piştî vê li zimanên gelên cîran dihêt nihêrîn, heta mumkûn be ji van zimanan yekî ew peyv dihêt girtin. Heke ji van hemîyan peyva lazim nehêt peydakirin, wê demê linguist dikanin serî li neologyê bidin. Kesên peyvan çêbikin neçar in di warê lexicografia û grammatica zimanê xwe da alim bin. Li gelek welatan vî karî zanyarên academian û institutên zimên dikin.    

Li cîhanê di warê gotinên îlmî da çar zimanên qedîm ên sereke hene: sanskrîtî, yûnanî, latinî, erebî. Piranîya miletên ewrûpî gotinên xwe ên îlmî ji yûnanî û latînî; aryanên asyayîyên ne musulman ji sanskrîtî; piranîya miletên musulman jî ji erebî ev peyv girtine.

Di vê rewşê da kurd dikanin di warê peyvên ilmî da çi bikin?

1. Dikanin van peyvan ji erebî bigirin.

2. Dikanin van peyvan ji sanskrîtî bigirin.

3. Dikanin van peyvan ji yûnanî û latînî bigirin.

4. Dikanin peyvên erebî ên bi tesîra dînê îslamê, bi tesîra farisî û turkî ketine kurdî wekî xwe bihêlin, ên mayî li gor nêzdîkbûna wan a zimanê kurdî ji sanskrîtî, yûnanî û latînî bigirin.

5. Dikanin ji van zimanan peyva kîjanî nêzdîktirî kurdî be wê qebûl bikin.

6. Dikanin peyvên sanskrîtî, yunanî, latînî û erebî bigirin û bijartinê ji milet ra bihêlin. Bi kîjanê bixwazin bira pê binivîsin û bipeyivin. Du numûnên bi heman rêza van zimanan: Yek: krîya, rîma, verb, fêl. Du: servenam, pronom, zemîr.

Hêvî dikim ev çend numûnên peyvên ilmî di vî warî da bibin destpêka xebatên nû ên lexicografic, û di heman demê da bibin destpêka dawîya peyvên sosret.

Codên zimanan: ar. erebî, av. avestî, de. almanî, el. yûnanî, en. îngilîzî, fa. farisî, fr. fransizî, hi. hîndî, it. italyanî, la. latinî, sa. sanskrîtî, tr. turkî, ur. ûrdûyî, Oel. yûnanîya qedîm, Ofa. farisîya qedîm, Mfa. farisîya navîn (pehlevî), part. parthî

Not: Me suffixên van zimanan -e, -ie,- is, -os, -us, -um, -un, -en di peyvên ji bo kurdî da bi zanetî nenivîsîne. Çimkî ev suffix particulên xusûsîyên van zimanan in.    

ÇEND PEYVÊN KURDÎ-ÎNGILÎZÎ

 

ablativ la. ablative

accusativ la. accusative

acid j. la. acid

adjectiv la.  adjective

adverb m. la. adverb

aeroport f. fr. airport

agha m. tr. feudal

aghatî feudalism

akşar j. sa. consonant

alim ar. scientist

anthropolog el. anthropologist

anthropologia j. el. Anthropology

anthropologic el. anthropological

aqilane logical

Yorum