

Erkên Ziman
Ziman ew hinde berfireh e ku mirov bi yek carê nikare pênase bike. Taybetîyên wî yên piralî dibin sebeb ku mirov ji gelek alîyan ve lê binêre. Loma jî mirov dikare bibêje ku ziman hebûneke efsûnî ye. Ziman ew sazî ye ku bêyî wî zanîn û zansit, dad û daraz, teknîk û teknolojî, danûstandin û biryar, hest û helwest, helbest û stran, evîn û hez pêk nayên. Dema ku em ji alîyê mirovan ve lê binêrin, ê ku nirx dide mirov ew e.Taybetîya mirov a axaftinê mirov kirîye mirov û ji gîyanewerên din veqetandîye.
Ziman hebûna çanda kesanî û civakî dîyar dike. Her wekî Sagniç jî daye xuyakirin, ‘’Di demên kevnare da mirovan pêşî bi îşaretên cur bi cur hev serwext kirine, paşê hêdî hêdî bi alîyê dengan ve çûne, pêşî dengên xwerû, paşê hêdî hêdî bi alîyê peyvan ve şemitîne, piştî pêkanîna peyvan, hevok pêk anîne.’’
Heke em bi gotineke din bibêjin, di demên berê da mirovan nekarîbûne biaxivin. Bi bizavên serî û destên xwe xwestine hin tiştan bibêjin. Lê ev bi qasî axaftinê bibandor nebûye. Mirovan bi demê ra deng derxistine. Dûra wate dane wan dengan. Piştî demekê ew deng bûne kîte, dûra bûne peyv û piştra ra jî bi wan peyvan hevok saz kirine. Ev yek di demeke dirêj da pêk hatîye.
Ziman amraza hevpar a mirovahîyê ye. Çawa ku amûrekî nû tê dahênandin dibe malê hemû civakan, ziman jî li ser xîmekî ava bûye, piştra kok vedaye, li ser wan kokan çiqilên wê çêbûne, zimanên cur bi cur derketine holê û heta roja me ya îro hatine. Mirov dikare her zimanekî wekî mêweya darekê bibîne. Her dar û mêweyek çêj, feyde û taybetîyên xwe hene. Zimanê kurdî jî mêweya herî xweş e. Ji alîyê peyv û taybetîyên xwe ve zengîntirîn ziman e. Loma jî Xanay Qûbadî gotîye (1673–1754):
‘’Ce lay aqilan sahibeql û dîn
Dana bizûrgan Kurdistan zemîn
Rasten miwaçan farsî şekeren
Kurdî ce farsî bel şîrînteren’’
Bawer Agirî

ORTHOGRAPHIA NEWROZI
Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2
Nîsan 2, 2020PEYV Û GOTINÊN SOSRET
Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir
Hêzîran 1, 2019Platonê Leşker
"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate
Hêzîran 12, 2019Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo
Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur
Befranbar 3, 2020SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike
Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û
Êlûn 28, 2019Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome
Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d
Êlûn 14, 2019