Taybetmendiyên Bingehîn yên Zanistê (Basic Properties of Science)

Taybetmendiyên Bingehîn yên Zanistê (Basic Properties of Science)

Taybetmendiyên Bingehîn yên Zanistê (Basic Properties of Science)
Vedîtinên zanistî, herçuqasî ji bo armancên pratîkî bikevin xizmeta mirovahiyê jî, beravajiya hemû lewnên zanyariyên pratîkî, zanist bi xwe jî cureyeke zanîniya (bilgi, knowledge) teorîk e. Zanist bi xwe jî, ne teknîk yan zeneetek e. Rast e ku di dema pêkanîna toklînan (deney, experiment, ezmûn) de, pêdivîyeke mezin bi hunerweriya teknîkî heye. Mucîdê (keşifker) ku vedîtineke zanistî vedîtî ye, di heman demê de axlebî mucîdê halet û materyalên zanistî ye jî. Ligel vê yekê, meriv dikare hemû wan îcadên teknîkî û vedîtinên zanistî, ji zanista xwerû (zanista teorîk) cuda bike. Gewhera zanista xwerû, zanîniya teorîk e. Lêbelê her cure zanîniya teorîk jî, ne zanist e. Zanist, cureyeke zanîniya teorîk e. Peyva ‘zanist’ê pirî carê, wekî navê hevpar yên zanistên fizîk, kîmya, botanîk ûhwd. tê bikar anîn. Çinku ev zanist bi wesfên xwe yên cihê, ji zanistên din cuda dibin. Di vê xalê de, meriv dikare behsa çend taybetmendiyên zanistên reel bike: 1- Bi awirekî rexneyî, nirxandin û vavêrkirin:Şertê pêşîn ê hemû zanîniyên derbasdar (saxlem), beyî ku di bandûra fikrên xwe yên takekesî de bimîne, ji bo zanyaran xwegihandin û salixdana bûyera (fact, olgu) ye. Ev helwesta zêhnî (hişî), mentalîteya (zîhniyeta) zanistî ye. Bêguman zîhnîyeta zanistî, ji bo hemû zanistan şertekî jêneger û pêşîn e. Kesekê ku tişt çawa bin wan wiha nepejirîne yan nexwaze wan wiha bibîne, ti guman nîne ku ew kes ne xwediyê wesfên zanyariyê ye û ne zanyar e. Awira rexneyî û hêza vavêrkirinê, di zanistê de tiştekê jêneger û bivênevê ye. Meriv dikare vê zîhniyeta zanistî li cem felsefenas û dîroknasan jî bibîne, lêbelê ev yek bi serê tenê tu carî venaguhere zanistekî û têra vê yekê nake. 2- Gelemperîtî û sîstem: Zanist, bala xwe nade nesneyên takekesî. Beriya her tiştî zanist bala xwe dide typeyan (tîp), cureyên nesne û bûyeran. Armanca zanistê, têgihiştina pergala xwezayî (pergala ku di xwezayê de heye) ye. Ji bo gihiştina vê armancê zanist, li taybetmendiyên hevpar yên nesneyan vedikole û dixwaze ku bi şert û qanûnên gelemperî, yên bûyeran bizanibe. 3- Rastandina Empirîk: Zanist bi bûyerên ku derbarê çavdêriyên aktuel de ne, dest pê dike û ji bo venerîna hîpotez û raveyên demdemî, vedigere çavdêriyê (observation). Hîpoteza ku nikare ji ceribandina çavdêriyê derbas bibe, bi tu hawî bi kêrî zanistê nayê. Bi vî wesfê xwe, zanist ji felsefeyê cuda dibe. Hîpotezên ku nikarin ji bêjinga çavdêriyê derbas bibin, di felsefeyê de herdem dikarin werin pêşkêş kirin. Rast e ji bo hîpotezên felsefî jî dibe ku tecrube lazim be, lêbelê ev yek ji rastandina bi çavdêrî û toklînan cihê ye. tr: bilimin temel özellikleri / fr: caractéristiques fondamentaux de la science
 
Çavkanî
Ferhenga Felsefeyê - Ali Gurdilî

        

Ali Gurdilî
Parvekirin: Ali Gurdilî
Xwendin: 2258
Dem: Adar 11, 2019
Beş: Zanist
Parve bike:         
Naverokên Navdar
ORTHOGRAPHIA NEWROZI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2   

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019