Pirtûkên Çîrok
Wergera Şahname ku ji du destanan pêk hatiye (Zal, Kawayê hesinkar) ji aliyê Sadiq Reşwan ve ji zimanê farisî hatiye wergerandin. Ev werger ji aliyê weşanxaneya Bîjenyord ve li bajarê Bojnûrdê hatiye weşandin
Ev pirtûk ji çîrokên devê yekem hatiye bihîstin û bi şîroveya rêzanî hatiye hûnandin. Peyv û bêjeyên zargotînî, ji zargotin û folkrora Kurdî ne. Çîrok ji herêma Şemrexê ya bajarê Mêrdînê ne. Lê belê bi şêwe û ruxsara helbestkî hatine nivîsandin.
Pêşgotin
Jîyan bi Kurdî xweş e.
Jiber ku, Kurdî ji bo min ne tenê ziman e.
Kilam û stranên dengbêjan...
Çîrokê çîrokvanan...
Ken û henekên qîz û xortan…
Reng û dengê jîyana Kurdan...
Hebûn û xemla jîyana min e…
Di heft salîya xwe da min dest bi xwendina Kurdî kir. Piştî hînbûna jibo xwendina Quranê, min pirtûka Ehmedê Xanî ya bi navê Nubahara Piçûkan û Mewlûda Mele Ehmedê Batê xwend. Jiber ku, li her derên ku dersa Quranê dihat dayîn, li wir ev herdu pirtûk jî bi tîpên erebî dihatin xwendin. Dema ku min dest bi xwendina wan kir, ne haya min ji Ehemdê Xanî ne jî ji Mele Ehmedê Batê hebû. Herdu pirtûk jî weke ayetên Quranê gotinê Xwedê dihesiband. Bi destpêkirina dibistana ewlin va weke her zarokeke Kurd, ez jî bêhemdê xwe ji axaftin û xwendina bi Kurdî dûr ketim.
Salan şûnda, di dema xortanîya xwe da careke din li ser zimanê xwe yê li ber mirinê vegerîyam. Mixabin wê demê jî ne pirtûk ne jî kovar û rojnameyeke bi Kurdî bidest diket.
Di dawîya salên 70yî da kurteçîroka Samed Bahrengî ya bi navê Masîyê Reşê Piçûk, ku di Rîya Azadî da hatibû weşandin, xwend. Dû ra, Destana Memê Alan, di dema zanîngehê da jî romanên Ereb Şemo, Şivanê Kurd, Hopo, Jîyana Bextewar û Kela Dimdimê bi awayekî bidestxist. Min berga wan bi rojnameyên kevn dinixamt û di kuncikekî da bi dizî dixwend. Mixabin wê demê ji xwendina xwe sedî sed fam nedikir. Jibo ku zimanê min li min vegere, her romanekê dubare û sêbare dikir. Dem û demsal derbas bûn, bi guhartin û pêşveçûnên teknolojîyê va dinya me jî guherî. Dinya ku bê serî û bê binî dihat tarîfkirin, piçûk bû. Di wê dinya piçûk ta îmkan zêde, astengên ku dewletên dagirker weke berfa belanên Çiyaye Şahwelat derxistibûn pêşîya me, roj bi roj helîyan û yekoyek ji holê rabûn. Bi saya pêşveçûna teknolojîyê îro her kurdek, li her derê dinê û her dem dikare kovar, rojname û pirtûkên Kurdî bixwîne, li kilam û stranên Kurdî guhdarî û li fîlmên Kurdî jî temaşe bike…
Bêguman bi pêşveçûna teknolojîyê va ne tenê dinya, Kurd jî guherîn. Gelek Kurd li ser zimanê xwe yên li ber mirinê vegerîyan û îro bi zimanê xwe yê şêrîn dixwînin, dinivîsînin û bi Kurdî dijîn…
Min jî 15 sal berê dest bi nivîsandina Kurdî kir û heta roja îro du roman û bi sedan makaleyên bi Kurdî nivîsand.
Bi sedan çîrok û romanên Kurdî xwend, bi saya xwendin û nivîsandinê, kurdîya min roj bi roj pêşda çû, zimanê min ê şêrîn, zelal û dewlemend bû.
Îro ez jî di her xalê jîyana xwe da zimanê xwe yê weke şîrê dîya min şêrîn û zelal bikar tînim û dijîm.
Bi jîyana xwe ya Kurdî ra, şad û bextewar, kêfxweş û serbilind im.
Ji ber vê yekê ye ku dibêjim, jîyan bi Kurdî xweş e!
Piştî weşandina romana xwe ya bi navê „rêwî“ min biryar dabû ku, ez ji nivîsên xwe hinekan tomar bikim û weke e-pirtûk, li ser înternetê biweşînim. Jibo vê yekê di nav arşîva xwe da gerîyam û 65 nivîsên ji sîyaseta rojane dûr, hilbijart û wek weşana NavKurdê ya yekemîn tên weşandin.
Çima e-pirtûk?
Ji du sedeman min biryar da:
Ya yek, piranîya nivîsan jixwe di nav 15 salên dawî da, di http://navkurd.net/ ê da hatibûn weşandin.
Ya din jî, xwendina pirtûkên bi Kurdî, di nav Kurdan da hê jî kêm e. Pirtûkên ku tên çapkirin, ew ji, bi taybetî li Tirkîyê li her derê nayên firotan. Ev yeka jî bi serê xwe tenê astengeke mezin e. Dema ku pirtûkek di her pirtûkxaneyê da neyê dîtin, nagihîje destê xwendevanan û nayê xwendin.
Di vî warî da https://www.pirtukakurdi.com/ herçiqas bi rîya înternetê bazara pirtûkên Kurdî bike û karekî pîroz bîne cîh jî, barê nivîskar û weşanxaneyan sivik nake.
Kurdên ku îro ji xwendina Kurdî tama pêsîrên dîya xwe digrin û dixwînin, piranîya wan bi medyaya sosyal ra têkildarin. Ew hergav dikarin e-pirtûkên Kurdî daxînin ser computer ya jî telefona xwe û li her derê wan bi hêsanî bixwînin…
Ji bo vê yekê jî ne hewce ye bedelek bidin, ne jî jibo bidestxistina pirtûkan bahaneyek bibînin…
Loma ez dibêjim, bila pêşkêşkirina e-pirtûkê ji min, xwendina wê jî ji we be…
İkram Oğuz
Kornwestheim, 01.03.2019
- Yade, va ye min meaşe xwe stend. Penc hezar wereqe dike, yani du caran li meaşe laye cirane me ye muhendise. Meha be, ez e hinek pere ji we re bişinim. Diya wi ji ji hemu pireken ciranan re digot: - Hema lawe min giha negina Elmanya, li we dere buye beg. Maşele wek paşayeki diji, we meha be ji komek pere ji me re bişine. Auslander Beg li Hayim, him li benda bersive bu, him ji li benda sere mehe bu ji bo meaş. Bersiv nedihat, le sere mehe dihat. Ev deh sal in ku diya wi li benda wi ye da ku hineki ji meaşe xwe je re bişine.
Hezkirin ew hest e ku dihele tu bibi an kole an ji qatil. Ez Memeki be Zin im hevalo, Memeki weha xemgin mina çiyayeki be dar, be giha ü di bin berfe de u bitene mina qatileki.
Dildare dudili we şeve him kefxweş bu ku dijmine xwe ye xedar zeft kiriye u him ji xemgineye behna wi çikandiye, ku we dawiya ve eşa xweş, ve evina beçare, hezkirina jineke ku dema we ji bili evine ji her tişti re heye.
Ji hersan du hesren matmayi rüzen xwe yen şermok di çaven wi re derxistibün, pirsen wi yen be bersiv dorpeç dikirin.
Çawa dibim Mem beyi ku Zin hebe?
Çawa hezkirin dikare weha deve mirov li ber sola herkesi veke?
Çawa hezkirin dikare weha deve mirov li ber sola herkesi veke?
Çawa weha mirov tek diçe ü pişt le dişke?
Çawa ü çawa?
- 1