Memê bê Zîn

Memê bê Zîn
Zanyarîyên Pirtûkê
Helîm Yûsiv
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Beş: Çîrok
Dema Weşanê: Befranbar 1, 2003
Weşanxane: Peywend
Parvebike:         

Di sala 1967 an de li Amûdê, rojavayê Kurdistanê ( Sûryê ) ji dayik bûye.

Li zanîngeha Helebê Fakulteya mafnasiyê - Hiqûq qedandiye û ji sala 2000 î de li Elmanyayê dijî. Ji biçûkaniya xwe de dest bi karê nivîsandina wêjeyê kiriye. Li kêleka nivîskariyê di gelek kovar û televizyonan de jî karê wêjeyî kiriye. Bi dehan gotarên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşandine.

Edîtoriya hin kovarên wêjeyî kiriye û ev hijde sal in di televizyonên kurdî yên mîna MedyaTV, RojTV û RonahiTV de bernameyên li ser edebiyatê yên mîna „Gava sêyemîn“ û „Deriyê din“ çêdike.

Ji destpêka salên notî ve, ji 1991ê ve berhemên wî yên di warê çîrok û romanê de têne weşandin. Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî, Farisî, Ingilîzî û Elmanî hatine weşandin.
Ji Şanogeriyên ku ji nivîsên wî hatine girtin :
+Komara dînan
+Bidarvekirina pozekî
+Sol û serî.
+Rawestgeha tirênan ya Cîhanê