Parastina demokrasîyê

Parastina demokrasîyê

Di şerê ûkranîyan û rûsan da gelek dîyarde gindirîn holê, ku bi rastî ji min ra pir ecêb û şokker bûn. Tiştê piranîya me li ser dikanin hevbîr bibin, ew e ku Pûtîn bûye şeytanek di bawerîyeke yekxwedayî da. Aşîtînenas e û dêwê malwêranker e. Mafan weke xeteran dibîne. Xwînrêj e û palpişta dêktetoran e. Ji serokekî pirtir serçete ye. Ferqa wî û şerhezên mîna Seddam, Esed û Kîmê koryayî pir nîne. Hemîyan ji heman cirnikî av vexwarîye.
Lê bobelata mezin ew e dema palpişta azadîxwazîyê û hêlîna demokrasîyê bi bertekine serxweşane li hemberî vê nemirovahîyê derdikevin. Ûkranîyaya azadîxwaz mixabin ji bo mayîna xwe, wekhevî, sîstematîka xwe, û demokrasîya xwe binpê dike. Îro Ûkranîya li ber tundîtîyeke qerase ye, lê divê em ji bîr nekin, ku ev nayê wê wateyê, ku perensîbên ûkranî dixwazin, em bi angaşta vî şerî paşguh bixin. Xelkê sîvîl ê vî welatî mehane bac didan hikûmeta xwe da hin kesan perwerde bike û weke leşker wan amade bike li ber şerekî siberojî. Ev şervan karê wan ê tenha parastina welat e. Heger rojekê ev kesên han nikarîn li ber êrîşa dervayî bisekinîna, wê çaxê ti teştekî dîtir bê kirin tune ye. Em ê wê çaxê fêr bibin ku pergaleke bi vî şêweyî kara nîne li ber êrîşan û sîstemên hikûmî yên pêşerojê divê vê mîsalê di ber çavên xwe ra bikin, da dubare nebe li serê wan.
Piştî êrîşa rûsî, fermanek li Ûkranyayê derket, tê da radigihîne ku hemî mêrên vî welatî yên temenê wan di navbera 18 û 60 salî da nabe ji welêt derên. Ev kesên sîvîl, ku gengaz e çek di jîyana xwe da nexistine destê xwe, îro divên li ber zirhêza rûsî rawestin û canê xwe bibexşînin. Ji bilî ku ev tadeyek e li ser mafê sîvîlan, ev binpêkirina wekhevîya jin û mêran e jî. Wekhevîya ku bi zehmetîyeke dêwane, xweşbextane, li hin deverên cîhanê pêk hatî, lê îro va ye di sekratê da ye li Ûkranyayê. Û ji bo hemî ev kesên ku dibêjin, ev jin divên li gel zarokan derkevin, da pêşerojeke ûkranî dîsa vejînin, ez dibêjim ev nirxandin tam temam li hemberî wekhevîyê disekine. Jin ne alavine zarokanînê ne, da em bi çavekî teng wisa rojevê analîze bikin. Mêr ne xişimine hov in, ku tenê ji bo şeran werin bikaranîn. Ez mat dimînim, gava em heta roja me ya îroyîn mêran weke wehşan û jinan weke mîyan dibînin. Yek ji bo tundîtîyê ye û ya din ji bo zayînê. Malwêranîya mezintir ew e ku medya û rojnamevan behsa binpêkirina van perensîban hema hema qet nakin. Bi tîpine mezin, ŞERÊ ÎROYÎN, NE JI BO SERKEFTINA ÛKRANYAYÊ YE, LÊ ŞERÊ SERKEFTINA ÛKRANYAYA DEMOKRATÎK E.

        

Baran Bîrdoz
Parvekirin: Baran Bîrdoz
Xwendin: 907
Dem: Adar 17, 2022
Beş: Ramyarî
Parve bike:         
Naverokên Navdar
ORTHOGRAPHIA NEWROZI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2   

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019