

Li Ser Feraseta ku Heyînê Weke Buyînê Dibîne
Li Ser Feraseta ku Heyînê Weke Buyînê Dibîne
Fîlozofê pêşîn yê ku vê angaştê parastiye, Herakleîtos e û li gorî nêrîna wî dêmadeya (cewhera) heyînê, agir e. Gerdûn, bêrawest diguhere û di rewşeka herk û çêbûnê de ye. Di gerdûnê de ti tiştê rawestî û naguher, tune. Li ser vê mijarê, Herakleîtosî gotiye ku 'Mirov, nikare xwe du caran di çemekî de bişo.' Herweha guherîna ku di gerdûnê de pêk tê jî, wiha ne serberdayî ye. Tiştê ku hemû tiştî dike rêz û rêkûpêkîtiyeke dide gerdûnê, 'Aqilê gerdûnî-Logos' e û di gerdûnê de, bandêra yekîtiya dijberan heye. Mesela: jiyan, ji nêr û mê, pêk tê; xwarina giyayê, rê li jiyana pez vedike. Baş- xirab, ronahî- tarîtî, şer û aşitî, encamên pêvçûnê (lihevxistinê) ne. Bi vê ramana xwe re, kesê ku cara yekemîn dîyalektîkê bikar tîne; dîsa Herakleîtos e. Herakleîtos, bi ramana xwe ya ku dibêje hemû tişt tişt diguherin, ya Sofîstan û bi ramana xwe ya ku dibêje gerdûn ji aliyê aqlê gerdûnî (logos) ve tê îdare kirin, ya Stoaparêz û Panteîstan; bi nêzîkayîtêdana xwe ya Dîyalektîkê re jî, ya Hegel û Marx, xistiye bin bandûra xwe. Di destpêka Sedsala 20- an de E. Mach, ramanên xwe yên di derbarê heyîn û gerdûnê de pêşkêş kiriye û gotiye ku; 'Di gerdûnê de hemû tişt têne guherîn. Tiştê ku naguhere jî, westariya/neguhêzbariya guherînê ye.' Li gorî H. Bergson jî dinya, herdem di nav guherinekê de ye. Bergson, vê guherînê jî bi navê 'Hilpişkîna jiyanê' binav dike. Hilpişkina jiyanê, di babeta çêbûn û guherînê de, nîşana rêkûpêkitiya gerdûnê ye. Whitehead, wiha dipejirîne ku heyîn çêbûn e û li hember nêzîkayîtêdana statîk ya heyînê radibe û dibêje ku, gerdûn herdem diguhere û di nav çêbûneka bêrawest de ye. Ji bo têgihiştina heyînê, berê her tiştî divê em berê xwe bidine xwezayê. Xweza ne heyîneke çêkirî, statîk, mekanîk û razber (soyut) e. Xweza, pêkhatineka zindî ye. Di nav vê pêkhatinê de jî, hemû tişt bi hevdu re têkildar in û girêdayê hevdu ne. Hemû tiştên ku xwezayê pêk tînin, hebûna xwe deyndarê hinekên din in. Du taybetmendiyên xwezayê hene ku ew jî afirandêrî û sereqetî (berdewamî) ne.
Çavkanî
Fragmanên Felsefî - Ali Gurdilî
Fragmanên Felsefî - Ali Gurdilî

Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima?
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima! ✍Mecoyê Xano Helbest jî weke hemû çêşîtên huner&eci
Gelawêj 16, 2023ORTHOGRAPHIA NEWROZI
Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2
Nîsan 2, 2020PEYV Û GOTINÊN SOSRET
Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir
Hêzîran 1, 2019Empatîya Zêde Ne baş e
Yek ji sedemên ku mêr û jin ji hev sar dibin ew e ku mêr çi dike jin jî wê dike, yan jî jin çi dike m&ec
Gulan 25, 2020Platonê Leşker
"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate
Hêzîran 12, 2019Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo
Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur
Befranbar 3, 2020