Hun çidikin bikin Google her tiştê we dizane

Hun çidikin bikin Google her tiştê we dizane

Êdî bi xêra telefonên desta , herkesek di bin çavdêriyê de ye. Dibe ji bo gelek kesan eve ne xaleka giring be. -Ez çi dikim, çi nakim bila bizanibin. Piştî jina min pê ne hesiya, ne giringe.-

Lê mijar ewhinde jî basît nîne. Bi teknîka îroyîn ve, hemî dewlet û pergalên cîhanî çavdêriya xwe ya li ser mirovan zêde dikin û di salên pêşme de bêyî ku li nasname û paseportan binêrin dê bi rêka wêne û kontrola çavan karibin mirovan binasin.

Beriya vana tev, ji neha ve pergaleka ku heya xwe ji hemî tiştên me heye û me kêlî bi kêlî dibîne heye. Ew jî GOOGLE ye.

Telefonên di destê mirovan de ji du pergalên bernamegeriyê pêk tên. Yek IOS ya dîtir jî ANDROID e. Yek di jêr çavdêriya Apple de ye, ya dîtir jî di bin çavdêriya Googlê de ye. Yên IOS bikar tînin jî, nikarin xwe ji çavdêriya googlê rizgar bikin.                                                              

Google mirov dikare kin û kurt weha bide nasîn; Çawa ku misilmanek di jêr wê hizrê deye ku xweda herkêlî wî dibîne, hemî tevgerên wî dibîne, hemî kiryarên wî dibîne û hemî tiştî dizane. Ev şirove dibe ji gelek kesan re giran bê. Lê mixabin eve rastiyeke. Heta mirov gelek caran dikevine nav wî hizrî de, dema –gunehekî- dikin, dikarin xwedê jibîr bikin û têkevin nav kêf û kêferata xwe de. Lê ev mîrata googlê wêya jî tomar dike.

Her diçe desthilata googlê li ser hemî tiştên mirovan pêk tê.
Hetanî hun înternetê bikar bînin google li ser we û kiryarên we desthilate. Hemî tiştên we kontrol dike, tomar dike.

Hun dikevine kîjan malperê, hun diçine kîderê, hun çi dikirin, hun pirsa kê dikin, pirsa çi dikin. Ne tenê di cihê lêgerînê de lê belê gelek bernameyên dîtir hene yên girêdayî GOOGLE, bi hemî bernama, hemî tişt di googlê de tête tomarkirinê.

Mirov her çend bixwazin ji vêya rizgar bibin jî nikarin. Ji ber êdî di jiyana rojane de, mirovekî misilman dibe, êzdî dibe, mesîhî dibe, bêîman dibe, qominîst dibe, kapîtalîst dibe, çi dibe bila bibe pêdivî bi teknîkê û bernameyên googlê heye. Eve jî dihêle di bicîanîna van pêdiviyan de têkevin bin çavdêriya googlê de.

Google we nas dike, li gorî wê jî berhemên firotinê derdixe pêş we,

Google we nas dike, li gorî vê yekê jî di googlê de reklamên vîdeoyê hun temaşe dikin bo we dihilbijêre,
Google we dinase, li gorî wê nek tiştên hun dixwazin lê belê tiştê ew dixwaze li ser we bi rengekî nerm û nazik zal dike.

Google deverên hun diçinê dizane, li gorî wêya jî dikan û firoşgehên ew dixwaze derdixe pêş we.
Google çend ji we hizir û zanyarî werbigre, ewqas kontrola xwe li ser we çêdike û we bi rengekî bêdeng li gorî xwe dide jiyandin.
Jiyanekî weha dibe ku bo we ne zêde xirab be, ji xwe –bi xwesteka xwe pejirandina çavdêriya derveye.- di wateyeke dîtir de eve çavdêriya  HIŞÊ DESTKIRD (artificial intelligence – kunstliche intelligenz) e li ser mirovan.

Herçend ne tiştekî ewhinde pêkan be mirov ji çavdêriya robotan, googlê, facebookê û medayê bireve jî, mirov dikare kêmekî xwe ji jêr kontrolê derbixe. Hindekî dîtir xwe  yê xwe bibîne.

Kurterêyeke hesan ya jêbirina tomarkirinên googlê;
Dema hun bi pişk an ku hesabekî xwe tomarkirî bin cihê tomarkirinê ya googlê heye. Hemî çalekbûnên we google tomar dike. Di vira de hun dikarin van tomaran jêbibin. Bo ewlekariya we bêguman başe û dibe hun xwe rehettir bibînin.

Gav bi gav pêk bînin;

TÊKEVIN VIRA DA KU HUN TOMARÊN GOOGLÊ BIBÎNIN

Piştî têketinê hun dê cihê tomarkirinê bibînin. 



Paşê li aliyê rastê jorê çend xalên li jêrhev hene biçin ser wira. Di wirade dibêje li gorî demê jêbibin. 



Di virade jî hun cihê -ÎRO- bitirkînin û paşê hemiyan destnîşan bikin. û pêl -JÊBIBIN- bikin. 

Bêguman, di youtube de, di google Maps de û di gelek bernameyên dîtir yên googlê de jî deverên jêbirinê, rawestandina tomarkirinê hene. Hun dikarin di wirade jî çavdêriya li ser xwe kêm bikin. 


        

Naverokên Navdar
ORTHOGRAPHIA NEWROZI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2   

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019