Heger ev ne fen e, ev çi ben e
Yan di stratejiyê de şaşiyek heye yan ev stratejî stratejiyeke şeytanî ye.
Nizanim, hezar dek û dolab tên aqilê meriv.
Çima weha difikirim?
Îhtimala ku namzedê serokomariyê yê HDPê bibe serokomar, heger ne di bin "0"ê re be, ne di ser "0"ê re ye jî.
Lê îhtimala ku namzedên parlamenteriyê yên HDPê bibin parlamenter zêde ye.
Çima Selo nekirin bernamzed ji bo parlamenteriyê, lê kirin namzedê serokomariyê?
Heger dilê we bi ser Selo ve ye, çima we ev kir?
"Heger ne fen e, ev çi ben e?" ji qewla bav û kalan.
Êdî meriv hew zane wê ji çi bawer bike.
Komplo...
Teorî...
Tirk...
Çep...
Çepîtî...
Gelo van bêbavên tirkperest bi zaneyî Selo avêtin nav lepên gur û çeqel û roviyan an xwestin Selo têkeve rojevê û mîna kelemekî di çavên wan re here?
Her çi be jî bû û derbas bû.
Li ser dijminatiya partiyên tirk û li ser bêbextiya bêbextên di nav kurdan de, êdî ji bo Selo divê herkes dev ji her teoriyê berde û bi destek û piştgiriyeke mezin di dil û mejiyê neyarên xwe de biteqe da heger komployeke şeytanî hebe jî bi wê destek û piştgiriyê ew komplo pûç bibe.
Bi salan e ev bêbav me dixapînin û em êdî hîn bûn.
Lê hînbûn her tim ne xûyeke baş e.
Hînbûn pirê caran nahêle meriv ji qalibên kurmî rizgar bibe.
Loma jî divê êdî em nebêjin, "de tişt nabe, ji xwe halê me her ev hal e, emrê me ji Xwedê re."
Divê êdî em vî halê xwe jî, vî aqlê xwe jî biguherin û hew bi lîstik mîstikên dijmin bixapin.
Madem Selo avêtin nav êgir, de werin ji êgir re avê bikşînin bi dilê xwe.
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima?
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima! ✍Mecoyê Xano Helbest jî weke hemû çêşîtên huner&eci
Gelawêj 16, 2023ORTHOGRAPHIA NEWROZI
Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2
Nîsan 2, 2020PEYV Û GOTINÊN SOSRET
Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir
Hêzîran 1, 2019Empatîya Zêde Ne baş e
Yek ji sedemên ku mêr û jin ji hev sar dibin ew e ku mêr çi dike jin jî wê dike, yan jî jin çi dike m&ec
Gulan 25, 2020Platonê Leşker
"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate
Hêzîran 12, 2019Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo
Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur
Befranbar 3, 2020