Gername

Gername

Bi navê Xweda;

Mîna her sal îsal jî ji bo perwerdehîye û ji bo behnvedanê min berê xwe da rewingîye. Rewingî her çiqas bi zor û zahmet bin jî dîtina heval û wara û hînbuna agahîyen nu dile min şa dikê. Bi vê armancê 31ê Tirmeha 2008a dest bi gerê kir. Qonaxa yekem Elihe. Piştî amadekarîna gerê min berê xwe da Elihê. Avaspî, Midyad, Kercos, Heskîf li ser rêbun. Lê li van dera nerawestam. Piştî rewingiya sê seate gihiştim Elihê. Ji ber nexweşîya çavên xwe li Elihê çume bijijkê çava. Bijijk ji bo çavên min derman nivîsîn.

 

01.08.2008

Îro ji bo guhê xwe çume bijijk. Piştî derman nivîsandina bijijk derketim nav bazarê. Li bal heval Hesen rawestam. Danê êvarî pora xwe qusand. Ji bo ku ez mevanê maleke nasê xwe bum zu bi zu çume mala ku ez mevanê wa bum.

 

02.08.2008

Êlih gelekî germe. Germ mejîme mirova dikelênê. Devera ku ez lê mevan ji bo ku bêqlîma bu laşê min ji xwehdanê dibu av. Ji germa heta danê êvarî li mal mam. Danê êvarî derketim bazarê. Li vir hevalê xwe Usif, Ehmed û Îlhamî dîtin. Li ber çayxaneya li kolana hunerê runiştin. Ji ber ku çaya vir ne ya qaçaxbu min çay nevexwar. Ji ber ku em hînî mezeya çaya qaçaxbune çaya Tirkî ji me re wek ava kayê tê. Xerîbe ku gelê Êlihê bi tevahî çaya Tirkî vedixun. Sosreteke dî ku gelê Êlihê, bi taybetî xort û ciwan bihevre bi Tirkî diaxifin. Êlih piştî salê 1995î mezinbu. Ji sedî 75 ê ku ji gundê wa şewitandine û ê ku ji navçeya hatine bajar mezinkirine. Xerîbe ku di nava 13 sala de ev kesên ku ji gunda hatin çawa û bi çi awayî hînî zimanê Tirkîbune û bihevre bi Tirkî diaxifin. Di bazarê de ziman bi tevahî buye bi Tirkî. Dema bihayê tiştekî bi Kurdî dipirsin, bersiv bi Tirkî tê ji me re. Zede duvdirej nekin. Gelê Êlihê dudo nîşanê Kurdewarî biceh nayîne. Yek çaya kaçax bikarnayenê, a duduyan bi Kurdî naxivê.

 

03.08.2008

Bi Ehmed re serê sibehê me berê xwe da Bidlîsê. Di rê de Hazo, Zîyaret (Weysel Qaranî) û Baykan hebu. Li Ziyaretê rawestan. Gora ku dibejin a Weysel Qaranîye me ziyaret kir. Ji ber ku em biçikî hînik bibin me dest û rûye xwe şuşt. Duvre me berê xwe da Bidlisa xopan. Li Bidlisê Hevalê me Hafiz em pêşwazîkirin. Piştîku me nimeja nivro bihev re kir me xwe ber da nav bajer. Ji ber ku me firavîn nexwaribu kekê Hafiz berê me da aşxaneya buryanê. Wek ku herkes dizanê buryana Bidlisê bi nav û denge.

 

Ez nizanim ji ber ku em birçîbubun an bi rastî buryana Bidlisê mezexweşe. Duvre em çune çayxanekê. Mixabin li vir jî çaya Tirkî rewace û dîsa mixabin zimanê Tirkî jî li vir birewace. Xweşîya Bidlîsê hînîkbuna wêye. Ji dema ku em ketine sînorê Bidlîsê hewake hînik li rûye me xist. Li ber sîye hewayeke hînik heye. Lê li ber rojê germ çermê mirova diêşêne. Birastî me ne tiştek ji çaya xwe femkir û ne tiştek ji welatê ku di dem û dewrana de war û paytextîya Kurdewarîye kiriye femkiriye. Duvre me dest bi gera nav bajerkir. Peşî li mizgefta mezin geran. Duvre li mizgefta Îhlasîye geran. Piştî vena çune ziyareta gora şex Xerîb. Ji wir çune ziyareta gora Feyzullah ku biraye Eyup Ensarîye. Ji wir hatin kelehê. Lê mixabin ji bo lekolînen dîrokî derîye kelehê hatibu bendkirin. Min ji dûr ve weneyen kelehê kişandin. Tiştê ku bala min kişand li ser navê restorasyonê dîroka Kurda xeradikin û didin wundakirin. Dema ku em li ziyareta Şex Xerîb derketin melayekî Tirk li hemberî me derket. Çiroka li Bidlîsê Penç Minare got. Mela bi Tirkî digot: ‘Dema ku Rusa Bidlîs bidestxistin bav û kurek xwe li keleha Bidlîse dihilenin. Piştî ku Rus ji Bidlîse derdikevin bav kurê xwe ji bo rewşa bajer dişenê xwarê.

 

Piştî ku kur tê nav bajêr û dibînê ku bajar hemû şewitîye. Bavê kurik bangî kurê xwe dikê *çi heye çi nîne?* Kurik bersiv didê *tenê penç minare mane.* Duvre bav bangî kurê xwe dikê dibejê *Bidlîste bêş mînare, berî gel oglan berî gel ‘li Bidlisê penç minare, were kure min were’* bi vî awayî strana Li Bidlîse Penç Minare derketîye meydanê.’ Min di dilê xwe de got çawa Bidlîs jî xistin bajarekî Tirk. Ê ger gelê me li welatê xwe xwedî dernekevin yê kesên biyan ên li welatê me xwedî derkevê. Gel ji vir re dibejê Bilîs. Ber êvarî me berê xwe da Tatwanê. Piştî ku me xatir bi kek Hafiz xwest em li siwarê siwarbun. Hatin Tatwanê. Piştî ku cehê emê lê bimenin me sazkir em derketin ber bahrâ Wanê. Ji zêdehîya peşîya em rehet li ber deryaye negeran. Peşî li nav ser û çavên me diketin. Hînikbuna Tatvanê em li bal xwe ve dikşandin.

 

04.08.2008

Bi ro em li nav Tatwanê geran. Gelê vir jî bi hev re bi Tirkî diaxifî û çaya vir jî ya Tirkîyê. Ev çend rojin çayeke bi dilê xwe nevexwartîye. Li gor em hînbune ti dîroka bajarê Tatwanê nîne. Dîsa em le ber deryaye geran. Danê êvarî me hevalên xwe ê dema zaningehê dîtin. Tenê hînikbuna bajar ji mere besbû. Lê li gor agahdariya hevalên me îsal Tatwan gelekî germe. Lê li gora me gelekî xweş û hînikbû.

 

05.08.2008

Danê êvarî hevalê Emer em birne sobadarîye. Nezî deh km durî Tatwanê ketin bi ser rêya Xelatê ve. Li wir ketin avê. Av wek qeşabû. Ji wir hatin germava Tatwanê. Duvre çunê geşta ava şerîn. Li vir li ser pîya şebeş û nanê firnê bihevre xwar. Bişev bunê mevanê Emer. Bi şev ji bo gerê Mistafa hate Tatwanê.

 

06.08.2008

Ji bo xatirê Mistafa îro li Tatwanê man. Dîsa li ber deryaye geran. Li vir mizgefta Îbadullah bala mi kişand. Mizgeft nujene lê bi awayekî pir xweşik û bedew hatiye avakirin. Danê êvarî derketin serê çiyayê rojava Tatwanê, ji vir Tatwan li ber pîye mirov xuyadikê. Dîmena bajar û derya Wanê weneyekî siruştî di hişê me de hişt.

 

07.08.2008

Ji bo ku em herin Muşê em hatin otogarê. Otobus seatekê dereng hat. Ji sedema kontrolê leşkerî gelekî dereng man. Li ser rêya Nurşîn ve em hatin Muşê. Bi rastî şinbuna deşta Muşê behna me ferehkir. Lê gor agahîyen me bi dest xistin wek berê bereketa deştê nemaye. Kêm kes çandinîye dikê. Li Muşê me çantê xwe danîn cehê ku emê lê bimenin. Duvre derketin nav bajar. Pêşî em çune aşxaneke me zikê xwe têrkir. Dîsa mixabin gel bi Tirkî diaxifê û çaya Tirkî vedixwe. Me ji ê aşxanê re pirsî ‘çaya kaçax heye?’ bersiv da ‘abê emê çawa dev ji çaya Tirkî berdi.’ Dema me xwarin dixwar baranek xunavi barî. Êvarî em çune meydana geştê ya kelehê. Ji vir bajar hemu li ber pîye mirov xuyadikê. Heta derengî şevê li vir man. Dîmenen bajar û bayê hînik em kefxweşdikirin.

 

08.08.2008

Piştî nimeja înê me berê xwe da Solxanê. Solxan pirranî Dimilîne. Sosretîyeke me Kurda ye ku Dimilî û Kurmanc bi hev re bi Tirkî diaxivin. Di ve gerê de gotinen seyda Ehmedê Xanî ji me re hem bune kul û keder hem bune destek û piştgir.

‘çipkim ê dî qewî kesade bazar

nîne ji qumaşê me re xerîdar.’

Û

‘vî zemanî herkes mimarê dîwarê xwe ye.’

Bi şev daweta biraye hevale Ehmed bu. Ji serma em qufilîm.

 

09.08.2008

Serê sibehê li bin sîya dara taştekê balkeş û cuda xwar. Duvre mazurvane me em birne gravên golê. Di goleke piçukte se gravên ku li ser avê digeran hebun. Dîmenen vê dilê mirov şadikir. Duvre dîsa hatin Solxanê, ji vir me berê xwe da Çapakçûraşewitî. Mala ku em lê diman pencerê û berbana wê li newala Çewlikê dimeyzand. Runiştina vir gelekî xweşbu. Vexwartina çay li vir gelekî xweşbu lê çay ne ti çaybu ji ber ku çaya Tirkîbu. Çewlîk pirranî Dimilîne le li vir jî Tirkî bi rewace.

‘çipkim ê dî qewî kesade bazar

nîne ji qumaşê me re xerîdar.’

Ti deverê ku bala me bikşênê û em lê bigerin tunebû li Çewlîkê. Danê êvarî li parka çandê runiştin.

 

10.08.2008

Piştî firavînê me berê xwe da Xarputê. Êvarî gihiştin Xarputê. Bi şev li nav bajar geran.

 

11.08.2008

Piştî taştê em çune Xarputa kevin. Li vir geran. Li mizgeftê dîrokî geran. Duvre em çune serê kelêhe. Li kelehê geran. Piştî gera kelehê em daketin xwarê, li bexçekî li ber kelehê me behna xwe berda. Herçiqas çaya me ya Tirkî be jî, ji westandinê û behnçiqandinê me qadeh li ser qadehê çay vexwar. Duvre em hatin nav Xarputê. Gelê Xarputê bi tevahî xwe ji Kurdî hilweşandine. Ti kesî ku li Kurdî xwedî derkevê tunine. Jiyan li vir bi awayekî fermî dimeşê. Her tişt li gor zagonan bikartê. Gel ji Tirkbuna xwe razîye. Xweşîyekê Xarput ewê ku her dever şîne. Li vir li ser daxwaza hevalên min em çune nava nexweşxana dîna geran. Duvre em hatin ji bo Meletî me xwe amadekir. Ber êvarî em ketin ser rêya Meletî. Bi şev gihaştin Meletî. Hevalê me Elî em li nav bajar gerandin. Tiştê li parqa têne firoştin gelekî buhane. Heta niha tiştê di gerame de bajarê herî buha Xarput û Meletîye. Li Meletîye li parqekê qedehek çay bi yek û nîv lîrayîbu. Li deverê dî ya en buha bi pençeh quruşîbu.

 

12.08.2008

Ji Meletî me berê xwe da Meletîya Kevin ku je re tê gotin Battal Qazî. Ev der ana navçeye. Navçeyeke jevbelave. Kurdên ku ji dora Semsur û navçeye ve hatibun bicehbubun. Kesên ku ji Semsurê hatibun bi Kurdî dipeyîvîn lê niştecihê vir bi Tirkî dipeyîvîn. Li vir çune Kerwanxanê lê ji bo ku di restorasyonêde bu em neketine navê. Me berê xwe mizgefta mezin. Mizgeft ji serî heta binî berhemeke dîrokîye ku buye mohr li vir. Xemlê le hatine kirin balkeşbun. Surên li dora bajar hatibun hilweşandin. Li vir tiştekî ku bala me kişand hebu. Ev jî di mihraba mizgefte de ala Tirkî daleqandinîbu. Ji vir me berê xwe da Meletya. Li Meletya li nav bajar geran. Li bazarê geran. Duvre me berê xwe da Meydana Kernek. Li mizgefta nava bajar de jî ala Tirkî di minberê de daliqandibun. Ji nav çiyayê Beg aveke cemidî dinav bajar re derbasdibu. Mîna qeşabu. Li vir park û çayxane hebun. Hewa vê pir xweş û hînikbu. Meletî jî şînkayîbu. Gelê vir jî bi Tirkî dipeyîvê û çaya wa jî ya Tirkîye.

 

13.08.2008

Serê sibehê bi trênê me berê xwe da Amedê. Seat dudo û nîva em gihiştin Amedê. Di rê de gelek dîmenen xweş û sirûştî hebun. Trênê bi hedî tevgerdikir. Bi rastî ji hedîbuna em gelekî acizbun. Li Amedê danê êvarî em çune mizgefta Hezretî Sileman. Berîya em herin li bakurê mizgefte wargeha ku berîya niha di destê leşkerîyedebu em çûn lê bigerin. Li vir girtîgeh hebu. Mizgefteken navê wê nedîyar jî hebû. Hemû di restorasyonedebun. Ji surê Amedê çemê Dijle xuyadikir lê ava wê gelekî hindikbu. Li hemberê Dijle ê dî Zaningeha Dijle xuyadikir. Êvarî em çune kunefê bixwin.

 

Duvre kek Mistefa xatir bi me xwest û çu mala xwe. Ez û kek Ehmed mane bi serê xwe. Li Amedê çaya kaçax heye lê zimanê bazarê Tirkîye. Gelek mirov dema diçim Amedê li hember ve rewşa çewt matmayî dibin. Li gor kesên ku cara yekem têne Amedê, di hişê wa de her kes bi Kurdî diaxive. Lê dema dibînin herkes bi Tirkî diaxivê şuşa xeyalê wa dişkê.

 

14.08.2008

Serê sibehê bi trênê ez û Ehmed me berê xwe da Elihê. Dinava du seata de em gihiştin Elihê. Li vir ji Ehmed veqetîyam. Bi vî awayî ez tenê mam.

 

15-16.08.2008

Li Elihê hem geram û hem hevalên xwe re hevdîtin pêkanîn. Ji germa hew hedana min hat. Ji mecburî li vir dimam.

 

17.08.2008

Ji Elihê hatim Nisêbîna Rengîn. Bi awayekî westayî û ji halketî. Lê di vê gerê de hînî gelek tişta bum. A rast ev der jî gelekî germe. Ji germa mirov nikarê ji nivro heta danê êvarî derkevê derve. Lê li vir Kurdî û çaya kaçax birewace û hê gel bi zimanê xwe, bi Kurdî diaxivê. Dema ez hatim Nisêbînê têgihiştim ku ez li welatêki Kurdim. Bi va kul, keder, şahî, kefxweşîya gera mi ya havîna sala 2008a bi destura Xwedê bi sax û selamet bi dawîbu. Heta gereke dî bimenin di xêr û xweşîye de.

 

Çend raman li ser gerê.

1-Asimilasyona ku rejîma xedar bikartêne li gelek welatê Kurda bi serketîye. Li Amed, Meletî, Xarput, Çewlik, Muş, Tatwan, Bidlîs û Elih zimanê bazarê buye Tirkî. Li gor zanîna civaknasîye zimanê bazarê zimanê mirovên wî welatî didê nîşandan.

2- Rejîma xedar dest avetîya mezheba Kurda jî. Li gor dîrokê gelê Kurd bi pirranî ji mezheba Şafîye. Lê gelê Meletî û Xarput li ser şopa mezhaba Hanefî dimeşin.

3- Ji bo ku dîroka Kurdistanê wundabikin li ser hemû berhemen dîrokî bi navê restorasyon dileyîzin. Berhemên dîrokî û nivîsê wa wundadikin. Di kolanên arkelojîkde tiştê heja dibin muzeyê Enqere, Stanbolê.

4- Rêyen trenê ne ji bo xêra Kurda çêkirine. Ev rêyen trenê ji bo ku hebunen serzemîn û binzemin bikşenin rojava Tirkî ev rê avakirine.

5- Li hemu bajarê Kurda deverê herî girîng û bilind ala Tirkî lê daleqandine.

6- Li hemu bajarê Kurda deverê herî xweş girîng warên leşkerî lê avakirine.

7- Ji Nisêbîn heta Elihê bihayê rê 12, ji Elihê heta Bidlîsê 10, ji Bidlîsê heta Tatwanê 2, ji Tatwanê heta Muşê 10, ji Muşê heta Solxanê 6, ji Solxanê heta Çewlikê 6, ji Çewlikê hata Xarputê 15, ji Xarputê heta Meletî 8 lîrabu. Ji Meletî heta Amedê bi trenê 6, ji Amedê heta Elihê bi trenê 2 lirabu.

 

Dîsa bi Ehmedê Xanî dawîbikim gotinen xwe;

‘çipkim qewî kesade bazar

nîne qumaşî re xerîdar.’


        

Dilazad A.R.T
Parvekirin: Dilazad A.R.T
Xwendin: 442
Dem: Rezber 17, 2023
Beş: Wêje
Parve bike:         
Beş
Naverokên Navdar
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima?

Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima! ✍Mecoyê Xano   Helbest jî weke hemû çêşîtên huner&eci   

Gelawêj 16, 2023
ORTHOGRAPHIA NEWROZI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2   

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
Empatîya Zêde Ne baş e

Yek ji sedemên ku mêr û jin ji hev sar dibin ew e ku mêr çi dike jin jî wê dike, yan jî jin çi dike m&ec   

Gulan 25, 2020
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020