Ensîklopediya Azad, Wîkîpediya
Navê Wîkîpediyayê ji aliyê gelek kesan ve hatiye bihîstin û pir tê zanîn ku çi ye jî. Ensîklopediyeke serxetê ya belaş e. Jimmy Wales, yek ji avakarên Wîkîpediyayê vê projeyê wiha dide naskirin, “Ji bo her însanekî li dinyayê, mijûlahiya çêkirin û belavkirina ensîklopediyeke belaş ya di asta bilindtirîn de”. Em jî der heqê Wîkîpediyayê de bi bikarhênerekî Wîkîpediyaya kurdî re hevpeyvîneke hazir kirin.
1 – Tu dikarî xwe bidî naskirin?
Ez Heseyn, bernavka min a li Wîkîpediyayê “Bikarhêner” e. Yek ji edîtorên Wîkîpediyaya kurdî me.
2 – Wîkîpediya çi ye, kengê ava bûye, armanca Weqfa Wîkîmediyayê çi ye, di hemû wîkiyan de bi tevahî çend gotar hene, wîkîpediya ji bo çend zimanan berdest e, rêvebirên wîkîpediyayê kî ne, kurd in an na?
Wîkîpediya li dinyayê yek ji ensîklopediyên herî bi nav û deng e. Di 15ê çileya 2001an de bi zimanê îngilîzî hate destpêkirin. Piştî sê salan di sala 2004an de beşa zimanê kurdî dane destpêkirin. Tê de bi 301 zimanan zêdetirî 40 milyon nivîsar hene.
Wîkîpediya projeyeke Weqfa Wîkîmediyayê ye. Çend projeyên Weqfa Wîkîmediyayê hene, ên wek Wîkîpediya, Wîkîferheng, Wîkîgotin, Wîkîger, Wîkîzanîngeh, Wîkîdane, Wîkînûçe, Wîkîpirtûk, Wîkîçavkanî, Wîkîcure, Wîkîmedia Commons û yên din. Lê yê ku herî zêde tê zanîn Wîkîpediya ye. Milletê me Wîkîferhengê jî rind dizane. Herwiha bi navê “WQferheng“ê applîkasyona Wîkîferhengê jî heye, ku pir hatiye daxistin (ser Google Playê ji 100 hezarî zêdetir hatiye daxistin).
Di sala 2001an de ava bûye. piştî sê salan di sala 2004an de Wîkîpediyaya kurdî vebûye. Wîkîpediya bi 301 zimanan berdest e. 304,903 bikarhênerên wê yên aktîv hene (bikarhênerên ku di 30 rojên dawîn de herî kêm yek guherandinek kiribin li ser Wîkîpediyayê, li gor 11ê sermaweza 2018an) û 78,411,563 bikarhênerên wê yên qeydkirî hene (li gorî sermaweza 2018an).
Di wîkîpediya kurdî ya kurmancî de vê gavê 23.804 gotar hene. Di ya soranî de 22,463 gotar, di ya zazakî de 9,040 gotar hene. Di navbera hemû Wîkîpediyayan de, ku bi tevahî bi 301 zimanan berdest e, ya kurmancî li dor 109an, ya soranî li dor 110an û ya zazakî li dora 145an e.
Di Wîkîpediyayê de sîstema rêvebiriyê wiha ye: Ji bo her zimanê, bikarhênerên wê zimanê ên xweqeydkirî qerar didin ku wê kî bibe rêvebir ango admîn. Yanî rêvebirên wîkîpediya bi kurdî jî kurd bixwe hilbijartine û kurd in. Ev yek dibe ku di hin zimanan de ne wisa be. Em bêjin zimanê îngilîzî îro zimanekî global e, lewma ji aliyê gelek kesên ku eslên wan ne îngilîz be jî tê xeberdan, nivîsîn, xwendin hwd. Ji ber vê yekê jî dibe ku admînên wîkîpediyaya bi zimanê îngilîzî ne îngilîz bin, lê ji bo ku karibin bibin admîn divê îngilîzî zanibin û demekê ji bo wîkîpediya îngilîzî kar kiribin. Di bersiva pirsa 8em de em diyar kirine ku rêvebirên wîkîpediyaya kurdî kî ne.
Weqfa Wîkîmediyayê armanca xwe wisa diyar dike:
The mission of the Wikimedia Foundation is to empower and engage people around the world to collect and develop educational content under a free license or in the public domain, and to disseminate it effectively and globally.— Wikimedia Foundation
Misyona Weqfa Wîkîmediyayê xurtkirin û beşdarkirina însanên li seranserê dinyayê ji bo berhevkirin û pêşdebirina naveroka perwerdehiyî ya li bin lîsanseke azad an jî di qadeke giştî de belavkirina bi awayekî global û tesîrkar e.— Weqfa Wîkîmediyayê
3 – Di xayeyên Wîkîpediyayê de karkirina pereyê heye an na?
Di xayeyên Wîkîpediyayê de karkirina pereyê tine. Jixwe weqf ne ji bo karkirinê têne avakirin. Sîstema weqfan nahêle ku wek aleteke bazirganiyê ya şexsî were bikaranîn.
Em vê jî bêjin ku di projeyên Weqfa Wîkîmediyayê ên wek Wîkîpediyayê de rêklaman qet nîşan nadin. Wîkîmediya wek weqfek bexş qebûl dike. Û ji ber ku bikarhêner û xwînerên wê gelek zêde ne ji malperên xwe pere jî kar dike. Pereyên ku kar dikin ji bo hostinga malperên xwe û pêşxistina projeyên wek Wîkîpediyayê bi kar tîne.
Endambûna Wîkîpediyayê pir rehet e. Ji bo endambûnê mirov tenê navek bikarhêneriyê û şîfre dinivîse. Gava ku mirov ji malperên din re dibe endam hema bêje ew hemû malper bêyî adrêseke maîlê mirov nakin endam an jî hin ji wan bêyî jimareya telefonê mirov nakin endam. Lê wîkîpediya ne wisa ye. Mirov bêyî maîlek jî dikare bibe endam. Û piştî ku mirov bû endam ji bo ku em karibin agahdar bibin, mirov ji mîhengan paşê dikare maîla xwe lê zêde bike.
Ji endamên Wîkîpediyayê re wîkîpedyan an jî wîkîpedîst tê gotin.
— Çawa bibim endam?
Bitikîne ser vê lînkê: https://ku.wikipedia.org/wiki/Destpêk
Li jorê “Hesabekî Çêke” dinivîse, pêl bikin serê û li rûpela ku derket ji bo xwe naveke bikarhêneriyê û şîfreyek binivîsin.
Rewşa milletan tesîra xwe li qada ilmî jî dike. Di wîkîpediyaya kurdî de bikarhêner kêm in, xebat kêm in, kesên ku bi kurdî karibin tiştên ilmî binivîsin pir kêm in.
6 – Çend projeyên wîkiyê hene ji bo zimanê kurdî? (ên wek Wîkîferheng, Wîkîgotin)
Gelek projeyên Weqfa Wîkîmediyayê hene. Ji bo kurdî – kurmancî Wîkîpediya, Wîkîferheng û Wîkîgotin dane destpêkirin. Projeyeke Wîkîferhengê ya ji bo soranî hêj nedane destpêkirin lê wek projeyê heye, eger ev proje ji aliyê bikarhêneran ve were pêşvebirin û piştgirîkirin wê vê projeyê wek “ckb.wiktionary.org” bidin destpêkirin. Ya zazakî jî wek soranî hêj nedane destpêkirin, vê gavê di asta testê de ye eger piştgirî bê dayîn û gotarên tê de zêde bibe wê vê projeyê jî wek “diq.wiktionary.org” bidin destpêkirin. Eynî tişt ji bo Wîkîgotinê jî wisa ye. Wîkîgotin ji bo niha tenê bi kurmancî dane destpêkirin lê eger piştgirî bidinê wê bi soranî û zazakî jî vebe.
7 – Çend wîkiyên kurdî hene (wîkîpediya soranî, wîkîpediya kurmancî…)
Wîkîpediyaya kurmancî, soranî û zazakî heye. Adrêsa ya kurmancî “ku.wikipedia.org” e, ya soranî “ckb.wikipedia.org” e ya zazakî jî “diq.wikipedia.org” e.
8 – Çend rêvebirên wîkîpediyaya kurdî hene, kurd in an na? Tu dikarî der barê wîkîpediya kurdî de statîstîkan bidî me?
Di wîkîpediya kurdî – kurmancî de sê rêvebir hene. Bernavka wan MikaelF, Ghybu û Gomada ye. Her sê rêvebir jî kurd in. Ji bo îro (sermaweza 2018an) 36.429 bikarhênerên qeydkirî ya wîkîpediya kurdî hene. Herwiha 60 endamên aktîv hene ku di 30 rojên dawîn de herî kêm guhertinek kirine. Yek ji rêvebiran (MikaelF) wezîfeya “Burokrat”iyê jî bi cih tîne. Rûpelên heyî heya niha 708.882 caran hatine guhertin. Tevî gotûbêj, beralîkirin û ên din 60.091 rûpel hene.
Wîkîpediyayên bi hemû zimanan bi tevahî mehê 15,258,948,755 caran têne dîtin. Herwiha di hemû wîkîpediyan de bi tevahî 47,806,664 gotar hene. Rojê 5,717 gotarên nû têne çêkirin. Mehê 10,616,788 caran guherandin têne kirin. 72,031 wîkîpedîstên aktîv hene. Li gor malpera Aleksa (Alexa), wîkîpediya li seransera dinyayê di rêza 5em de ye.
Statîstîkên zimanên Wîkîpediyayê: https://meta.wikimedia.org/wiki/List_of_Wikipedias
Statîstîkên ji bo hemû zimanên wîkîpediyayê bi hev re: https://stats.wikimedia.org/EN/ReportCardTopWikis.htm
Li vir jî statîstîkên balkêş hene ji bo yên meraqdar: http://infodisiac.com/Wikimedia/Visualizations/
9 – Wîkîpediyayên din di çi halê de ne?
Wîkîpediyaya soranî her diçe bi pêş dikeve, lê îmkanên başûrî zêdetir in divê zêdetir bi pêş biketa. Ji aliyê hejmara gotaran ve hindik maye ku ya soranî ji ya kurmancî derbas bibe. Di ya zazakî de jî wekî ku em li jorê behs kiribûn li dora 9 hezarî gotar hene, ew jî li paş maye. Herwiha di hemû wîkîpediyayên kurdî de pirraniya gotarên ku hene jî kurt in û ji aliyê naverokê ve qels û zeîf in.
10 – Girîngiya wikipediyayê bo kurdî çi ye?
Wîkîpediya ensîklopidiyeke pir mezin e. Ji bo bîra zimanan, ji bo pêşketina zimanan a di warê ilmî de pir girîng e. Bi milyonan kitêb hene ku wîkîpediyayan wek çavkanî nîşan dane an jî feyde ji wîkîpediyayan dîtine.
11 – Kesên ku bixwazin agahiyên li ser Wîkîpediyaya kurdî bi kar bînin divê destûr bigrin an na, eger erê, divê kîjan destûrê bigirin?
Eger di kitêbek an jî tişteke nivîskî de were bikaranîn divê çavkanî were dayîn. Eger hûn bixwazin Wîkîpediyayê wek çavkanî nîşan bidin nehewce ye ku hûn derstûrê bigirin lê divê hûn girêdana gotarê ku hûn jê sûd wergirtine binivîsin û li dawiyê jî “Wîkîpediya, Ensîklopediya Azad” binivîsin. Divê hûn dîrokê û wextê gihînê jî binivîsin. Çimkî dibe ku ew rûpel paşê were guhertin. Herwiha divê hûn navê kesekî ku rûpelê çêkiriye wek çavkanî nedin. Çimkî Wîkîpediya karekî kollektîv e. Ne karê yek kesî ye. Lê eger hûn bixwazibin kesên ku wê gotarê çêkirine bibînin binêrin qismê bi navê “Dîrokê bibîne“.
Derbarê çavkanî nîşandana Wîkîpediyayê de nivîsek: https://en.wikipedia.org/wiki/Wikipedia:Citing_Wikipedia
12 – Wîkîpediya li Tirkiyeyê bi biryareke îdarî hate astengkirin. Çi tesîra vê astengiyê çêbû li şaxa kurdî?
Jixwe bikarhêner, xwîner û kesên ku ji Wîkîpediyaya kurdî feyde dibînin kêm in, îca ku hate astengkirin ji ber ku mirov bêyî bernameyên VPNan nikare bikeve malperê êdî zehmettir bûye û lewma kêmtir kes dikevin.
13 – Li cihên ku Wîkîpediya qedexekirî be, bikarhêner çawa dikarin bikevin Wîkîpediyayê?
Bi bernameyên VPNan dikarin bikevin Wîkîpediyayê. Lê ev yek ji bo xwendinê ye. Eger bikarhênerên ku dikevin Wîkîpediyayê (ên ku ji cihên qedexekirî bi bernameyên VPNan dikevin) bixwazibin di wîkîpediyayê de guhertin û sererastkirinan bikin divê pêşî ji “steward” xizmetkar-wezîfedarên wîkîpediyayê muafiyeta IPyê bixwazin.
— Çima li cihên ku wîkîpediya qedexekirî ye ji bo sererastkirinê muafiyeta IPyê lazim e?
Teknolojiya dewra me pir bi pêş ketiye. Mirov dikare bi ‘bot’an yanî bi bernameyên kompûteran gelek tiştan bike. Mirov dikare nivîsên malperekî xira bike, li şûna nivîsên malperê reklama berhemên xwe hwd. deyne, an jî mirov dikare sererast jî bike. Lê hin kes dikarin bi van bernameyan hemû wîkîpediyayê xira bikin û zerarê bidinê. Lewma ji bo ku tiştekî wisa nebe û kesên niyetxirab nikaribin zerarê bidin Wîkîpediyayê, wîkîpediya bi bernameyên xwe kesên ku bi VPNan ji ser IPyeke din bi dizî dikevine malperê asteng dike. Ew IP carina ji bo 2 – 3 salan li ser hemû wîkiyan asteng dibin, yanî Wîkîferheng, Wîkîgotin jî tê de.
— Eger ez li cihekî ku wîkîpediya qedexekirî ye bim ji bo sererastkirinê muafiyeta IPyê ji ku bixwazim?
Ji stewardên Wîkîpediyayê an jî ji admînên wîkîpediyaya kurdî dikarî muafiyeta IPyê bixwazî. Bi rêvebirên Wîkîpediyaya kurdî re ji van lînkan dikarî alîkariyê bixwazî.
Gotûbêja rêvebir MikaelF: https://ku.wikipedia.org/wiki/Gotûbêja_bikarhêner:MikaelF
Gotûbêja rêvebir Gomada: https://ku.wikipedia.org/wiki/Gotûbêja_bikarhêner:Gomada
Gotûbêja rêvebir Ghybu: https://ku.wikipedia.org/wiki/Gotûbêja_bikarhêner:Ghybu
Ev lînkên hana rûpelên gotûbêjê ne yanî hûn dikarin ji van rûpelan bi wan re bikevin têkiyê û ji wan pirsan bipirsin, alîkariyê bixwazin.
14 – Ev qedexe tenê ji bo Wîkîpediyayê heye an Wîkîferheng û Wîkîgotin jî daxil ji bo hemû projeyên Weqfa Wîkîmediyayê heye?
Ev qedexe tenê ji bo wîkîpediyayê heye. Yanî ji bo malperên di şiklê “.wikipedia.org” de ev qedexe heye. Lewma mirov bi rehetî dikre bikeve projeyên din ên Weqfa Wîkîmediyayê: Wîkîferheng, Wîkîgotin, Wîkîpirtûk û yên din.
15 – Gava înternet qut be mirov çawa dikare xwe bigihîne Wîkîpediyayê, wîkîpediyek ku bê înternet bişixule heye?
Belê, Wîkîpediyayeke ku bê înternet karibe bişixule heye. Bernameyek wisa jî çêkirine. Navê vê sepanê “Kiwix” e. Li hin welatan înternet hê jî tine, an jî eger hebe jî li pir hindik cihan heye û pir biha ye, îmkanên her kesî tine ye ku xwe bigihîne înternetê. Ji ber hin sedemên wisa Kîwîks sepana wîkîpediyaya oflayn, yanî yê ku bê înternet dişixule amade kiriye.
Ji vir dikarî nivîsa malpera me ya derbarê Kiwixê de bixwînî: http://teknistan.com/kiwix-wikipediyaya-off-line/
16 – Carina gava mirov di înternetê de digere çavê mirov bi hin malperan dikeve ku ew dişibin Wîkîpediyayê, mîna Wikitravel, Wikia, Geonames an jî OpenStreetMap Wiki, ev malper jî girêdayî Wîkîpediyayê ne an na?
Ev malperên ku te behs kiriye, ne girêdayî Weqfa Wîkîmediyayê ne. Ev malper modela wîkiyê bi kar tînin. Ev malper herçiqas ji bo naveroka malpera xwe nivîsbariyên din bi kar bînin jî modelên wan a sererastkirin û nîşandana malperê esasen eynî ne. Yanî wekî wîkîpediyayê mirov dikare biguherîne.
Ji vê lînkê hûn dikarin bibînin ku ev malper kîjan in, mijarên wan çi ne hwd: https://en.wikipedia.org/wiki/List_of_wikis
17 – Wergera navrûya (interface) Wîkîpediyayê ji ku dibe?
Tercumekirina navrûya Wîkîpediyayê ji ser malpera “translatewiki.net“ê dibe. Hûn ji ser vê malperê dikarin înterfeysa Wîkîpediya, Wîkîferheng, Wîkîpirtûk û yên din wergerînin zimanê kurdî. Vê malperê ji bo wergerandina înterfeysa projeyên bi çavkaniya azad (open source) ava kirine. Lewma ji xeynî Wîkîpediyayê gelek projeyên din jî hûn dikarin ji ser vê malperê wergerînin zimanê kurdî.
18 – Nexşeyên ser Wîkîpediyayê ji aliyê kîjan grûbî ve tê pêşkêşkirin? Ya Wîkîpediyayê bixwe ye an ji malperekî din temîn dikin?
Xerîteyên ser Wîkîpediyayê ne ya Wîkîpediyayê bixwe ne, ji aliyê malpera OpenStreetMapê ve têne pêşkêşkirin. Ev malper jî wekî Wîkîpediyayê projeyeke bi çavkaniya azad (open source) ye.
Hin hevpeyvînên din ên der barê Wîkîpediyaya kurdî de
Hevpeyvîneke ku malpera “Radyoya Swêdê” bi rêvebir Gomada re çêkiriye (ji sala 2016an): https://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=6361857
Hevpeyvîna rojnameya Azadiya Welat ya bi avakarê şaxa kurdî ya Wîkîpediyayê Erdal Ronahî re (ji sala 2012an): http://gazetekurd.com/ensiklopediyeke-kurdi-wikipediakurdipedia/
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima?
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima! ✍Mecoyê Xano Helbest jî weke hemû çêşîtên huner&eci
Gelawêj 16, 2023ORTHOGRAPHIA NEWROZI
Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2
Nîsan 2, 2020PEYV Û GOTINÊN SOSRET
Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir
Hêzîran 1, 2019Empatîya Zêde Ne baş e
Yek ji sedemên ku mêr û jin ji hev sar dibin ew e ku mêr çi dike jin jî wê dike, yan jî jin çi dike m&ec
Gulan 25, 2020Platonê Leşker
"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate
Hêzîran 12, 2019Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo
Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur
Befranbar 3, 2020