Article

PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Raif Yaman 6,970 Reading

PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir da jî li ser navê kurdîya sade bi peyvên sosret ên berhavêtî, bi tercûma herf bi herf a ji zimanên din ra di cenga man û nemanê da ye. Li ser xisarên assimilation û auto assimilationê kêm be jî hinek karên berbiçav hene. Ji ber vê yekê, bi vê nivîsê em dixwazin balê bikişînin ser çend peyvên sosret ên ji alîyê xwedîyên xwe û hindik kesên din ên haya wan ji pîvanên lexicografic tune ve bi navê kurdîya academic (academical Kurdish) dihêne binavkirin.

 Gelek peyvên kurdî tenê ji ber ku bi bi farisî, erebî yan jî turkî ra heman peyv in, ji bo ev peyv bi yên wan zimanan ra heman peyv nebin pir caran “zimanzanên kurdî” peyvên van zimanan ên dizanin bi ên nizanin ra guherandine, û bi dilekî xweş ew bi navê peyvên kurdîya sade bi nav kirine. Di şûna gotinên “sebeb, te’sîr, yasax” da xwastina bicihkirina gotinên “sedem, bandor, qedexe” ji van peyvên wusan tenê çend tene nin. Di zimanê gel da gotina “sedem” a bi mana “sebeb” tunne ye. Di şêwezarê kurmancîya jêrîn (soranî) da “sedem” heye, lê ew jî hejmarek ordinal e û dihête mana “sedî” a kurmancîya jorîn. Ji ber ku nizanin “bandor” ji boyundur a turkî ye û “qedexe” ji “kadağa” a turkî û “qadağa” a azerkî ye, bi navê “kurdiya akademîk”, “kurdîya sade” bi van dinivîsin û dipeyivin. Yekcaran jî synomymên peyvên heman zimanî yên ku di nav gel da nahên zanîn, bi navê peyvên sade yên kurdî hatine bi nav kirin, yên ku di nav gel da dihên zanîn jî bi navê peyvên ne bi kurdî hatine bi nav kirin.

Merivên peyvan ji ber xwe dihavêjin, ji zimanekî din herf bi herf tercûmeyî kurdî dikin ji etimologia kurdî û pîvanên linguistic ên zimên haydar ninin. Van merivana pir caran tenê ji ber ku di farisî, erebî, turkî da jî heman peyv hene peyvên kurdî ên xwerû jî havêtine û di şûna wan da peyvên xwe ên sosret bi cih kirine. Numûne, gelek navên meywe di farisî, kurdî û turkî da eynî ne. Ji ber ku kurdên bakurî bi piranî bi erebî nizanin “zimanzanên” li sadekirina kurdî xebitîne di şûna van navan da navên meywe ên bi erebî wekî kurdîya sade nîşan dane. Ev navên bi erebî li hindik şar û şaroşk û gundên kurdan di zimanê gel da jî hene. Vana peyvên kurdî yên bi koka xwe erebî ne. Ev peyvên xwedî heman mane ên zar û zimanê kurdî bê guman synonymên hev in, ne alternativên hev.

Gelek gotinên sosret jî kokên peyvên kurdî û suffixa înglîskî -er hatinin çêkirin. Di kurdî da suffixa -er tunne ye. Ji gotinên netekin (ghost words) ên bi vî hawaî hatinin çêkirin û dema meriv dibîne vediciniqe yek jî bê guman gotina “xwîner” e. Bi peydakarên vê gotinê ev ji xwen- a xwendin bûye xwîn+er û bûye xwîner. Xwezika ev henekek bûya, em dê têra xwe pê bikenîyana. Lê mixabin ne henek e. Karkirên karxanên van gotinên netekin ji bo wan li me ferz bikin jî çi ji destan dihêt texsîr nakin. Hindik peyv jî dîsa bi tesîra suffixa -er a înglîskî bi -êr hatinin çêkirin. Suffixa -êr jî di zimanê kurdî da tunne ye. Gotina “berxwedar” a bi hezaran sal e di zimanê kurdî û farisî da heye, û ji farisî wekî “berhudar” derbasî turkî jî bûye ketîye ber bayê koma “zimanzanên” kurdîya academic û bûye “berxwedêr”.

Di vî karê ji zimên havêtina peyvên sosret da me peyvên di zimanê gel da hene pêşîyê nivîsîne, û peyvên ji zimanên din ên ku mumkûn e meriv di kurdî da  li gel peyvên heyî bi synonymtî helbisengîne li dû nivîsîne. Ji bo peyvên di kurdî da tune ne, me peyvên ji zimanên hîndo eurûpî (Indo-European) û hîndo îranî (Indo-Iranian) pêşnîyaz kirine.

AFIRÎNER (ji afirîn a kurdî û suffixa -er a înglîskî) el δημιουργικός dîmîûrgîkos; la creativus; fr créative, créatif; es creativa, creativo; de kreativ; en creative; ru творческий tvorçeskîy; hi रचनात्मक raçinatmik; gu સર્જનાત્મક sarcenatmik; ar خلاق xelaqun, fa خلاق xaliq, افریننده aferînde; tg эҷодӣ ecodî, эъьодӣ e”odî; pa تخلیقي texlîqî; ur تخلیقی۔ texlîkî; tr yaratıcı; ku jêhatî,  afirîndar, afirînkar, afirînde, sazkar, sazende, xaliq

BALAFIRÊ/TRENÊ/OTOBUSÊ REVANDIN (ji uçağı/treni/otobüsü kaçırmak a turkî) el χάσετε το αεροπλάνο xasete to aeroplano; de das flugzeug verpassen; en miss the plane; ru опоздать на самолет apasdat na smalet; fr raté l'avion; es perder el avión; it perdere l'aereo; ar لم يلحق الطائرة lem yelhaq el taayire; fa  از دست دادن هواپیما ez dest daden heva peyma; tr uçağı kaçırmak; ku ji balafirê mayîn, negihîştina balafirê

BANDOR (ji boyundur a turkî) he επιρροή epiroi; la influentia; it influeza; fr influence; en influence; de beeinflussen; ru влияние vlîyanîe; hi प्रभाव prabhaav; bn প্রভাব prubhab; gu પ્રભાવ prabhaava; ar تأثير te’sîr; fa تأثير te’sîr; tg таъсир ta’sîr; tr tesir, etkî; ku te’sîr

BÊJE (ji formê sivikê bibêje, rewşa imperative a fêlê gotin) el λέξη legzî; la sermo, verbum; fr mot, parole; es palabra; it parola; en word, saying; de wort, vokabel; ru слово slova; sa वाचक vaçaka, वचस् vaças, वाचा vaça वाच् vaç; hi

Comment