Divê em çima folklora xwe nas bikin?

Divê em çima folklora xwe nas bikin?

 

Divê di mala her kurdekî da berhemên folklora kurdî hebin. Ew kurdê ku haya wî ji berhemên folklorê nîn be, divê derhal bikeve nava liv û devgerê. Di malekê da Mem û Zîna Ehmedê Xanî; dîwanên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn; helbestên Arjen Arî, Şêrko Bêkes, Ehmed Huseynî, Berken Bereh, Rênas Jîyan; romanên Erebê Şemo, Hesenê Metê, Mehmed Uzun û Helîm Yûsiv; pirtûkên Hecîyê Cindî û hwd di mala kurdekî da nîn bin, ew mal bêbereket e û xirabe ye. Ev navên ku min gotin, bi tenê beşeke biçûk a folkora kurdî ye. Mirov dikare gelek nimûneyên din ên hêmanên folklora kurdî bide. Lê ji bo nimûne ev bes in. Piştî vê destpêkê, îcar em werin ser pênaseya folklorê.

 

Folklor çi ye?


Heke em bi zimanekî sade bibêjin, ''folklor'' nasîna gel e ango gelnasî ye. Mîr Celadet wiha dibêje: ''Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin.'' Gelo Mîr Celadet dixwaze bi vê gotinê çi bibêje? Mirov dikare berisiva vê yekê wiha bide: Heke mirov hêmanên folklora xwe nas bike, mirov xwe jî nas dike. Gava ku mirov xwe nas bike, dikare li her derê bi serbilindî xwe bide naskirin. Divê em bidin zanîn ku kesên ku bi folklorê ra eleqedar in, baştir gelê xwe nas dikin û girêdana wan ango dilsozîya wan ya bi neteweyê ra zexmtir e. Folklor di avakirina neteweyekê da roleke girîng dileyîze. Piştî şerê cîhanê yê yekem hemû dewletan dest avêtin folkora xwe da ku neteweya xwe xurtir bikin. Di wê demê da kurd jî ketin ferqa girîngîya folklorê. Ji bo vê jî komele vekirin û gelek kovar derxistin. Rojî Kurd, Yekbûn û Hetawî Kurd çend kovarên wê demê ne. Mirov dikare bibêje ku bingeha folklora kurdî bi zanebûn wê demê hat avêtin.

 

Hêmanên folklorê çi ne?

 

Di hejmara duyem ya kovara ''folklora me'' da hêmanên folklorê wiha hatine destnîşankirin:

1. Erf, adet, kevneşopîyên kurdan (adet û rusumetname)
2. Zanyarîya gelêrî (hekîmîya gelêrî, beytarîya gelêrî, ajalvanî)
3. Festîval, pîrozbahî, cejn û ayîn
4. Bawerîyên gelêrî
5. Lîstik
6. Xwarin, vexwarin
7. Cilûberg
8. Edebîyata gelêrî
a) Mît
b) Efsane
c) Destan
d) Çîrok
e) Çîrokên gelêrî
f) Pêkenok
g) Gotinên pêşiyan, biwêj
h) Destan
i) Qewlêrk
j) Mamik
k) Zûgotinok
l) Stranên gelêrî
m) Zêmar
n) Stranên olî (qesîde, berîte)
9. Muzîka gelêrî
10. Hunerên destkarîyê yên gelêrî
11. Navên cih û waran, gund û bajaran

Her wekî xuya dike 11 xalên girîng yên folklorê derketine pêş. Berî demekê folklor bi tenê wekî lîstik dihat zanîn, lê piştî şerê cîhanê yê yekemîn qada folklorê berfirehtir bû û bi armanca bîrdozîyê hat bikaranîn. Heke neteweyek xwedî bîr û bawerî, bîrdozî û sazî nebe, nikare li ser lingan bisekine. Ji ber vê yekê divê her kesê endamê neteweya kurd hêmanên folklora xwe bizane, nas bike û xwedî lê derkeve. Divê neyê jibîrkirin ku hebûna neteweya
kurd bi zanîna ziman û folklora kurdî pêkan e.

‘’…Piştî ku ew cehwera ku di folklorê da hat dîtin; folklor, ji alîyê gelek îdeolojîyan ve hatîye bikaranîn. Ji bo îdeolojîya nasyonalîst, li Rojavayê, li Almanya, Îtalya û Îspanyayê; ji bo îdeolojîya sosyalîst, li Rojhilatê, li Rûsyayê û çînê folklor, bûye qadeke gelekî girîng.’’ (folklora me, r,52, folklor, îdeolojî û netewesazî, Serwext Zana).

Çawa ku di vê nimûneyê da jî xuya dike, hemû îdeolojî û gel ji bo serxwebûna xwe folklor ji xwe ra kirine amûra sereke. Ya rastî folklor ne amûr e, lê belê hemû jîyana gelî bi xwe ye. Yê ku folklora xwe nas bike, li tu derê têk naçe û li hemberî şemarokan dikare parastina xwe bike  Ew kesê ku xwe bi folklora kurdî perwerde kiribe û pêş xistibe, di cîhanê da bi tena serê xwe bimîne jî, dikare ji nû ve neteweyeke kurd biafirîne. Ji bo girîngîya folklorê Serwext Zana wiha dibêje: ‘’Ji bo nasîna neteweyekê hewcedarî bi naskirina folklora wê neteweyê heye.’’ (folklora me, r,59, folklor, îdeolojî û netewesazî). Me li jorê nimûneya Mîr Celadet dabû, ew jî bi heman awayî berê me dide nasîna me ango folkora kurdî.

 

Di folklorê da çi heye?

 

Bi rastî mirov bibêje ka çi di folklorê da nîn e, dê pirole nebe. Ji ber ku ji bo neteweyekê hemû agahî tê da hene. Ji bilî 11 xalên ku min li jorê ji bo hêmanên folklorê dabûn, ji bo naveroka folklorê baştir bihê fêmkirin, ez dixwazim ji teza xwe ya ku min li ser gundê xwe nivîsîbû, bi sernivîsên wê çend nimûneyan bidim:

GUNDÊ GELDÛŞÊ
 
 
NAVÊN CIH Û DEVERÊN GUNDÊ GELDÛŞÊ
DÎROK
ERDNÎGARÎ
AVHEWA
SERJIMAR
ÇAND NAVÊN XWARINÊN GUNDÊ GELDÛŞÊ
NAVÊN PINCARÊN GUNDÊ GELDÛŞÊ
PINCARÊN KU KELANDÎ TÊN XWARIN
PINCARÊN KU NEKELANDÎ TÊN XWARIN
PINCARÊN KU DIXIN NAVA PENÊR Û TORAQÊ
GÎHAYÊN KU JI BO BIJÎŞKÎYÊ TÊN BIKARANÎN
LI GUNDÊ GELDÛŞÊ HUNERÊN DESTKARIYÊ
NAVÊN LÎSTIKÊN GUNDÊ GELDÛŞÊ
GOTİNÊN PÊŞÎYAN
BİWÊJ
ÇÎROK
MAMIK

Ev agahî bi tenê ji bo gundekî biçûk hatine berhevkirin û ji bo ku teza min dirêj nebe, min der barê van hêmanan da lêkolînên xwe sînordar kirin û hin hêman jî nexistin nava teza xwe. Îcar hesab bikin ku mirov der barê bajarekî kurdistanê da dikare bi hezaran rûpel agahî kom bike. Bi rastî jî her bajar û gundekî kurdan bi serê xwe dîrokî ye û hêjayê lêkolînê ye. Loma jî em tim dibêjin divê her kurdek ziman, dîrok, erdnîgarî û serpêhatîyên netewa xwe bizane.

Bawer Agirî

 


        

Parvekirin: Bawer Agirî
Xwendin: 1838
Dem: Gelawêj 8, 2019
Parve bike:         
Naverokên Navdar
ORTHOGRAPHIA CORDKI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 20a   

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019