

Dilpakî, Niyeta Xirab û Hişê Azad
Dilpakî, Niyeta Xirab û Hişê Azad
Niyeta xirab û xirabî, dilê meriv diêşînin û dilpakiya meriv dilewitînin. Pêşhukmî, îdeolojiyên demborî û ramanên qalibgirtî jî, jehr in û beyî ku em hay ji wan hebin, di hiş û mejiyê meriv de xwe bi cîh dikin. Jehrkûjiya netxirabî û îdeolojiyên demborî, niyeta çak û ramana azad e. Bi niyeta çak tevbigerin, nêtçak bin û bi azadî bifikirin, bi azadî binirxînin.
21.12.2017
Welatê te dagir kirine, welatê te ê qedîm bûye mêtingeha çar dewletan, zimanê te qedexe kirine, miletê te qir kirine, bi mîlyonan welatiyên te bi destê kesasên nenas hatine kuştin, bi mîlyonan welatiyên te asîmile bûne, tu ne xwediyê nasnameya xwe ya rastîn î, mafekî te ê şexsî û komelî jî tune û heke tu rabî bibêjî ku 'wele ez ne kurdperwer im', baş bizanibe ku di têgihiştina te ya kurd û kurdayetiyê de xeletî û kêmasî hene.
31.05.2018
Divê meriv ne bi dev û ziman, bi dil hez bike. Wê demê pêdivî bi gotinan namîne. Lewre pakijî û rastgotiya dilî, bi derengî be jî tê gihiştin.
31.05.2018
Mirovên ku armanca wan navdarî û berjewendiyên şexsî ne, bêguman berê xwe didin zimanê serdestan û xizmeta zimanê serdestan dikin. Lê mirovên ku xwe li hemberî civat û zimanê xwe yê dayîkê, berpirsiyar dibînin û vê yekê wekî meseleyeka wujdanî dinirxînin, ew jî berê xwe didin zimanê xwe yê resen ê bindest. Bazara zimanê kurdî, a niha qels e û ta radeyekî jî, mirov dikare bibêje ku tune jî. Lê tevî vê rastiyê, mirovên ku bi wateya bindestiya zimanê xwe dizanin, tevî êş, azar û aloziyan jî, dev ji xizmeta zimanê xwe bernadin. Di civata me de, mirovên wisa hene ku tevahiya imrê xwe, dane xizmeta zimanê xwe. Civata kurdan, divê wan hêjayan binase û herî zêde qedr û qîymetê bide wan.
14 Berfenbara 2013an
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
02.06.2018

Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima?
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima! ✍Mecoyê Xano Helbest jî weke hemû çêşîtên huner&eci
Gelawêj 16, 2023ORTHOGRAPHIA NEWROZI
Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2
Nîsan 2, 2020PEYV Û GOTINÊN SOSRET
Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir
Hêzîran 1, 2019Empatîya Zêde Ne baş e
Yek ji sedemên ku mêr û jin ji hev sar dibin ew e ku mêr çi dike jin jî wê dike, yan jî jin çi dike m&ec
Gulan 25, 2020Platonê Leşker
"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate
Hêzîran 12, 2019Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo
Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur
Befranbar 3, 2020