Çîroka Nesredîn

Çîroka Nesredîn

Rojekê Nasredîn tev kurê xwe diçû bajarekî.
Kur dibêje:
- Bavo, were tu ser kerê siwar be,yan na xelk wê çi bêjin?
Nasredîn vedigerîne:
- Na kurê min,diha çêtir e ku tu siwar bî.
Û Nasredîn kurê xwe ser kerê siwar dike.
Rê de elaletek rastî wan tê û dibêje:
- Ev çi kur e ku xwexa siwar bûye ser kerê,lê bavê wî wekî mirovekî hêja û giranbiha ye maye ser piya.
Kur Nasredîn re dibêje:
- Bavo! Ne min te re negot ku tu ser kerê siwar bî?
De niha were siwar be ...
Niha jî Nasredîn ser kerê siwar dibe ...
Hinek jî pêşde diçin û dîsa rastî elaletekî din dibin,ewana dibêjin:
- Şerm e,şerm e,mêrê mezin î,tu ser kerê siwar bûyî lê ev zaroka hanê jî maye ser piya.
Îcar Nasredîn kurê xwe jî siwarî ser kerê dike.
Hinek jî pêşde diçin,niha jî rastî elaletekî din dibin ...
- Ev çi mirov in,bav û kur bi hev re siwarî ser kera belengaz bûne.
- Nasredîn te ev çi kiriye,ma ev heywan guneh nîne?
Şerm e şerm ...
Nasredîn ji kerê peya dibe û kurê xwe jî tev xwe. Ker davêjin pêş xwe û riya xwe didomînin.
Dirêj diçin yan hindik diçin dîsa rastî elaletekî tên:
- Ev çi mirovên ecêb in,ker xwe re bi kêfxweşî pêş wan ve diçe lê evana jî vê germê dane pey û pê piya diçin?
Îcar Nasredîn ker datîne ser pişta xwe û kurê xwe jî davêje pey xwe û riya xwe diçin ...

 

Werger: Têngîz Siyabendî



Têngîz Siyabendî
Parvekirin: Têngîz Siyabendî
Xwendin: 1078
Dem: Adar 15, 2019
Beş: Çîrok
Parve bike:
Naverokên Navdar
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima?
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima?

Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima! ✍Mecoyê Xano   Helbest jî   ...

ORTHOGRAPHIA NEWROZI
ORTHOGRAPHIA NEWROZI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) x   ...

PEYV Û GOTINÊN SOSRET
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji   ...

Platonê Leşker
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im   ...

Empatîya Zêde Ne baş e
Empatîya Zêde Ne baş e

Yek ji sedemên ku mêr û jin ji hev sar dibin ew e ku mêr çi dike jin    ...

Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistan&   ...