MERIV
MERIV
Dema weşanê: Adar 4, 2019, 8:22 Dîtin: 1007

            Gotina meriv ya jî mirov a kurmancî bi koka xwe ji merdim ya jî mordem a kirmancî tê. Ev gotin di farisîya berê da mertîya, di sanskrît da मार्त्य (mārtyá), di parthî û pehlevî da merdum, di farisî da مرد (merd) e. Gotinên merd, mêr, merî, merû, mirof ên kurdî jî bê guman bi koka xwe bi vê peyvê ra eynî ne. Gotina mertîya di farisîya berê da tê mana kesê bi mirin. Têkilîya verbê kurdî, mirin (kurmancîya jorîn), mirdin (kurmancîya jêrîn),  merdene (kirmanckî), verbê farisî مردن (merden), verbê latin morior û navên mirdar û mirar ên kurdî,    murdran ê almanîya bilind a berê, mördren ê almanî murder ê îngilîzî bê guman ji eynî kokê ne. Bi gotina kurt û kurmancî meriv, mêr, merd û mirin ji merdim, mordem û merdene a kirmanckî ne.

Mana meriv a lexicologic û etymologic bi tena serê xwe ji bo dilê meriv reş bike têr dike. De ka em binêrin meriv çima merivan tetirxanî dikin? Çima bi zîrekîya xwe li serê xwe û hemî zindîyên din bûne bela? Çima bi canê hev ketine? Derdên wan çi ne? Ji dêvla temenên xwe ên çend deh salî bi hev ra bi xweşî bibuhurînin, çima xwe ewqas kirine hêsîrên van nexweşîyan? Ji bo meriv bibin meriv divêt çi bikin? Bersîvên van pirsan pir hêsan ninin. Lêbelê çawa tê bawerkirin ewqas zor jî ninin.

            Meriv di derenca pêşîn da tenê zindî ne. Hêk û spermên li malzarokên dayîkan bi hev ra dibin yek heta demekê tenê zindî ne. Ji ber vê yekê divêt meriv qedrê zindîtîyê bi ser her tiştî ra bigire; ji mafê jîyana hemî zindîyên derdora xwe ra bi hurmet be; hetanî ku naçar nemîne zirarê nede zindîyan. Di gerdûna ajalên kûvî da ji bo parastina canê xwe û ji bo ji birçîna nemirin zindî zindîyan dixwin, birîndar dikin, dikujin ya jî dişkînin. Ev maqûl e. Bi hêsanî jê tê têgihîştin. Çimkî parastina canê xwe û têrkirina zikê xwe mafê rewayê her zindîyî ye. Zindî bi xwarin û vexwarina zindîyan dijîn. Di ava vexwarinê da jî gelek zindî hene, ji ber ku pir piçûk in bê microscop xwîya nabin. Pincar, zad, sebze, meywe û heywanên goşt û berên wan ên din ji alîyên zindîyan ve tên xwarin gişk bi qasî hev zindî ne. Lazim e meriv ji helwestên ajalên kûvî ji xwe ra dersên positiv derxe, û berî her tiştî bibe zindîperwer; jîyana zindîyan biparêze. Pêwîst e meriv ji bîr nekin ku jîyana merivan bi xwe jî di serî da bi zindîtîyek sade dest pê dike, û heta nemirin parçekî gerdûna zindîyan in. Heqê hemî zindîyan li ser hev heye. Her zindîyek bi zindîtîya xwe li dinyayê karekî grîng dike. Qirbûna her zindîyekî li can û bedenên zindîyên dinyayê nexweşîyên bê derman ên derûnî û physickî peyda dike. Ev nexweşî yek caran bi sedsalan, heta bi hezar salan şûn da derdikevin û zirarek mezin didin zindîyan.        

Divêt meriv jî mîna zindîyên din tenê ji bo parastin û xweşîya canê xwe bixwin û vexwin. Lazim e rojekê bi pêş da dev ji destberedayîtîyê berdin. Mafê meriv tine ji bo kêfa xwe dawîyê li jîyana xwe ya jî li jîyana zindîyên din bîne. Di vê manê da ji bo berjewendîyên aborî, derûnî, rêzanî ên derî parastin û xweşîya canê xwe kuştina merivan, nêçîra heywanan a jê ra “sport” jî tê gotin, şewitandin ya jî ji bin da kirina darên daristanan a ji bo jîyanek lux berdewam e, bêguman mirdarî, çavsorî û kêmaqilîya ji nezanîya hêjayîya zindîtîyê pê ve ne tiştekî din e. Ev ne karên aqilan in. Merivên bêyî ku qedrê zindîtîyê zanibin bixwazin bibin meriv tenê kanin bibin merivên faşên bîyanîyên sirûştê, û dibin dijminên zindîyên sirûştî ên derî xwe. Bi vî awayî bi qiranîna heywanên kûvî û gelek awayên dar û ber xisarek bê hed û bê hesab didin cîhana zindîyan. Bi van kirinên xwe cîhanê hem ji xwe ra, hem ji pisên pisan û dotên dotan ra, û hem jî ji hemî zindîyên din ra dikin dojex.

Merivên hêjayîya zindîtîyê û lazimîyên wê bi ser her tiştî ra bigirin ne mimkûn e zirarê bidin merivan û zindîyên din ên cîhanê. Çimkî ew rind zanin ku meriv parçeyekî jîyana zindî a cîhanê ne, ne xwedîyên wê ne. Mîna hemî zindîyên din heqên wan ên jîyanek xweş heye. Lêbelê pêwîst e meriv xweşî û bextîyarîya xwe li ser xweşî û bextîyarîya hev û din û zindîyên din  bijîn, ne ku li ser nexweşî, şikandin, birîndarkirin, kuştin, qiranîna hev û din û heywanan û ne jî li ser pelimandin, rewiqandin, pûtkirin, ji bin da kirin, rîçik derxistin, ya jî şewitandina dar û ber û rehekên din. Ji ber ku xweşî û bextîyarîya li ser her awayê nexweşî û zirardayîna hev û din û zindîyên din demdemî ye, derewîn e; di rastîya xwe da xwe xapandin, xapandina hev û din û ji têgihîştina hêjayîyên zindîtî û merivahîyê bê parî ye. Feqîrîya mêjî ye. Nedîtina pêşîya xwe, bê visionî ye. Merivên zindîperwer rind zanin ku dar ne text, ne mobîlya, ne êzing ne jî kaxiz in; heywanên kûvî û kedî ne hestîyên bîbloyên sûsê, ne pûrta balgîvan,  ne jî sol û kemer û çerm û kurkên li xwe kirinê ne; hem rehek hem jî heywan bi qasî merivan zindî ne û bi qasî  merivan heqên wan ên jîyaneke xweş heye. Merivên zindîperwer ji hêjayîyên zindîyan haydar in. Ji bo berdewamîya jîyana sirûştîya zindîyan çi ji destan tê dikin. Hemî awayên zindîyan ji kêmaqilîyên korfaman diparêzin.          

Di derenca dudîyan da zindîyên di malzarokên dayîkên xwe da di neh meh û neh rojan da dibin pit û tên dinyayê hene. Pit bi temenên xwe, bi heşên xwe û bejnên xwe merivên piçûktirîn in. Pit dema ji dayîkên xwe dibin tenê meriv in. Merivên piçûktirînên kurîn an jî qîzîn in. Di eynî demê da şênîyên piçûktirînên mal, famîle, bend, tax, gund, bajar, herêm, welat, cîhan û gerdûnê ne.

Di derenca dudîyan da merivî û merivahî heye. Çimkî pit bi nasnama xwe a sirûştî tenê meriv in; merivên zindî ên piçûktirîn. Ji bo alema merivan ji her alîyî ve piştî zindîtîyê merivî tê. Ji alîyê grîngîyê ve jî bê guman merivî piştî zindîtîyê tê. Lazim e meriv piştî zindîtîyê hêjayîya merivîyê zanibe, wate pêwîst e meriv piştî zindîperwerîyê bibe humanist.

Merivên ji hêjayîya zindîtîyê û merivahîyê rind têbigên tenê ji bo parastina canê xwe û ji bo ji birçîna nemirin, ji bo bedena xwe ji nexweşîyan biparêzin, ji bo xweşîya canê xwe li gor pîvanên sirûştî dawîyê li jîyana hinek zindîyên derî xwe tînin. Ev qanûneke xwezayî û xwedayî ye. Zanîn (science) û dîn jî vê rastîyê bê şert û merc qebûl dikin. Heta îro ne zanyaran (scientists) ne jî pêximberan eksê vê negotine. Ji ber ku qûm axa mirî ye, av li çolên qûmê tine, dar lê hêşîn nabin, ne heywan ne jî meriv kanin bi rehetî lê bijîn. Her kes rind zane ku zindî gişk bi xwarin û vexwarina zindîyan dijîn.    

Merivên zindîperwer bi qasî li mafên parastina can û malê xwe xwedî derdikevin li mafên zindîyên bê zar û bê ziman jî xwedî derdikevin. Ew rind zanin ku heywan, dar û ber mîna merivan nikanin heqên xwe biparêzin. Heşê wan ji ê merivên bi aqil kêmtir e, zîrekîya wan ji a merivên zîrek kêmtir e. Ji ber vê yekê merivên rind heqên heywan û dar û beran jî ji nerindan û nexweşîyan diparêzin. Çimkî zindîyên derî merivan nikanin dermên çêkin û nexweşên xwe derman bikin, û wan xweş bikin.. Karê beytar û gelek meyandîsên zîraetê ji nexweşîyan parastina zindîyên derî merivan e. Xweşîya alema zindîyan di her demê da li her derê bi xwe ra xweşî anîye. Nexweşî, mirin, pelimîn û hişkbûna zindîyên derî merivan ên bi awayên ne xwezayî û ne xwedayî bi xwe ra nexweşî, xerabî, kêmasî û gelemşên mezin anîne, alema zindîyan pê ra rû bi rû hiştine.

Mafê parastina can û malê xwe ji bo her zindîyî, ji bo her merivî mafekî rewa ê bingehîn e. Nebe nabe. Merivên ji hêjayîyên zindîtîyê haydar mejbûr in merivên mirdar û tawanbar bi dadmendîyek li gor paradigmayên zanîna hemdem a dema xwe ceza bikin, da ku kanibin xwe ji kirin û gotinên wan ên bi zirar biparêzin. Merivên zindîperwer kesên bi aqil, jîr, baldar û diltenik in. Ne li ber neheqîyên neheqan serî ditewînin, ne jî çavsorîyan li zindî û merivên derî xwe dikin. Merivên zindîperwer sînorên parastina can û malê xwe rind zanin. Kesên zindîperwer bi qasî zindîperwerîya xwe dadperwer û mafperwer in jî. Ne heqên xwe bi kesî didin xwarin ne jî heqî kesî dixwin.   

Di derenca sisîyan da pit di meşa jîyana xwe a ber bi zartîyê da zimanên xwe ên maderî hîn dibin. Zimanên maderî heta sedsala nozdehan bi piranî zimanên famîlan bûn. Zimanê famîlan zimanên eşîran bûn. Çimkî heta dawîya sedsala nozdehan jî piranîya merivan li ku ji dîya xwe dibûn temenê xwe li wan deran, ya jî nêzîkî wan deran dibuhurandin. Meriv ji warê xwe pir dûr nediçûn. Bixwastana jî nikanibûn, çimkî derfetên wan deman ewqas bûn.

Îro gelek zimanên maderî zimanên milî ne. Zimanên milî ne zimanên rêgezî (racial) ne. Ji ber ku miletên ji rêgezekê ne tenê xwedî zimanekî ne, xwedî gelek zimanên ji eynî famîlê ne. Hinek miletan di nav demê ji ber sebebên politic, leşkerî û sirûştî zimanên xwe ên berê ji bîr kirine û bûne xwedî zimanekî ji famîla zimanê xwe ê berê cîyê.

Bi hînbûna zimanên maderî ra zar dibin merivên piçûktirînên miletekî. Bi wî zimanî bi merivên derdora xwe ra dipeyivin. Pêwîst e di derenca sisîyan da meriv li zimanê xwe û hêjayîyên xwe ên milî xwedî derkeve, wate miletperwer be. Merivên zindîperwer, merivperwer û miletperwer hem bi kêrî parastina zindîyan, hem bi kêrî parastina merivahî û hêjayîyên merivahîyê, hem bi kêrî parastina hêjayîyên xwe ên milî tên, û bi vîyana dawîn bi kêrî parastina rengên cultura cîhanê jî tên.

Merivên li zindîtî û merivîyê xwedî dernekevin, wan tine bihesibînin, û derbasî derenca sisîyan bibin tenê dibin nationalistên faş; ne bi kêrî zindîtîyê, ne bi kêrî merivîyê, ne jî bi kêrî miletê xwe tên. Li ser navê nationalityê çiqas kirinên kirêt ên li merivahîyê nayên hebin ewqasî jî lê zêde dikin, û zirarek bê hed û bê hesab didin alema zindîyan. Bê guman miletên wan jî ji mirdarî, qirkarî, û wehşetên wan para xwe digirin. Yek caran bi dehan salan nikanin werin ser heşê xwe. Nikanin pişta xwe rast bikin. Ji van miletan ên ku kanibin werin ser heşê xwe jî nikanin wê xuzîyê ji ser pişta xwe bavêjin. Kirinên wan kesan di perên rûreşîyê û di tarîxa miletên wan û tarîxa merivahîyê da bi cî dibin. Pisên pisan û dotên dotan jî ji ber kirinên wan bapîr û dapîrên xwe şerm dikin. Heta roja qîyametê merivên bi rûmet gişk ji dil û can nehletê li faşan dibarînin.

Di derenca çaran da zar bi dînê mala xwe bawer dibin. Dayîk û bavên wan, xweng û brayên wan bi kîjan dînî bawer bibin ew jî bi wî dînî bawer dibin. Ev ne bawerîyeke bi zanetî ye, bawerîyeke edetî ye. Merivên bi zanetî bi dînekî bawer dibin pir kêm in.

Bi dînê îslamê 124 hezar pêximber hatine dinyayê; her 124 hezaran jî eynî peyamên Xwedê ji merivan ra anîne.  Ji ewqas dînî îro li dinyayê 4200 dîn mane. Bawerên her dînî ji dînên berî xwe ra xudayî, ji dînên piştî xwe ra nexudayî, derewîn gotine. Hîna jî werge dibêjin. Bi bawerên her dînî bi hatina dînê wan ra hemî dînên berê temenê xwe temam kirine, û hukmên wan betal bûne. Sebeba meriv dînên piştî dînên xwe derewîn bi nav dikin, nexudayî bi nav dikin jî ev e. Dema dînekî piştî dînê xwe xudayî ya jî heq qebûl bikin mejbûr dimînin dev ji dînê xwe berdin. Ev rastî ji bo bawerên her dînî rastîyek gerdûnî a neguherbar e.

Dema meriv li peyamên gelek dînên berdewam û dînên berê dinihêrê, jê têdigihê ku pêximberên 124 hezar dînî ji bawerên xwe xwastine zindîperwer, merivperwer, miletperwer û dîndar bin. Merivên bi vê rêzê li zindîtî, merivî û nationalityê xwedî dernekevin, wan tine bihesibînin û bixwazin bi dînekî bawer bibin tenê dibin dîndarên faş; ne bi kêrî zindîtîyê, ne bi kêrî merivîyê, ne bi kêrî miletperwerîyê, ne jî bi kêrî dînê xwe tên. Li ser navê dînê xwe çiqas kirinên xerab hebin ewqasê din lê zêde dikin û zirarek mezin didin cîhana zindîyan. Kesên weha li dîndarên rastîn ên ji dînên xwe jî nabuhurin; çima ku dîndarîya wan a faş qebûl nekirine tiştên namîne tînin serê wan jî.

Di nav şênîyên dinyayê da merivên xwedî bawerîyek dînî ninin jî ne hindik in. Ji van ra atheist tê gotin. Di nav van da jî kesên qedrê zindîtî, merivî û nationalityê zanin mîna dîndarên rastîn xwedî gotin û kirinên qenc in; zindîperwer, merivperwer û miletperwer in. Dîndarên rastîn gelek gotin û kirinên şaş ên zirarê didin gerdûna zindîyan bi navê guneh bi nav dikin, bi vî awayî xwe, dîndaşên xwe û merivahîyê jê haydar dikin û jê diparêzin.  Atheist jî van gotin û kirinên şaş ên bi zirar bi navê gotin û kirinên nerast, gotin û kirinên bi zirar bi nav dikin, bi vî awayî xwe, hevalên xwe, merivahîyê jê haydar dikin û jê diparêzin. Lêbelê atheistên qedrê zindîtî, merivî û nationalityê nizanin, wan tine dihesibînin mîna dîndarên faş xwedî gotin û kirinên neqenc in; kanin bi qasî dîndarên faş faşîyê bikin û zirarê bidin alema merivan, alema heywanan, alema dar û ber û hêşînahîyên din ên cîhanê.

Ji bûyîna meriv heta îro hemî nerindî, neqencî, neçêyîyên hatine serê alema zindîyan, tenê û tenê ji ber bêhurmetîya ji bo zindîtîyê, merivahîyê, miletperwerîyê, dîndarîyê ya jî atheistîyê hatine serê wan, tên serê wan, û ew’ê bi berdewamî bên serê wan. Heta merivahî ji nav lepên van çar belayên sereke dernekeve, ne ew’ê kanibe rûyê xweşîyê bibîne, ne jî ew’ê bêle zindîyên din li gor pîvanên sirûştî temenê xwe bibuhurin. 

Ji bo meriv tamekê ji jîyana xwe bigirin, li dinyayê temenê xwe bi xweşî bibuhurînin, tenê li gor vê rêza sirûştî qedr û qîmeta zindîtî, merivî, nationality, dîndarîy ya jî atheistîyê rind bizanibin bes e. Çimkî meriv pêşîyê tenê zindî ne, paşê merivên zindî ne, dû ra merivên zindîyên xwedî hêjayîyên milî ne, dawîyê ya merivên zindîyên xwedî hêjayîyên milî ên dîndar, ya jî merivên zindîyên xwedî hêjayîyên milî ên atheist in. Heta îro ne alema zindîyan ne jî alema mirîyan ji merivên zindîperwer, merivperwer, miletperwer, dîndar ya jî atheistên bi rûmet zirar nedîtine.

20.08.2015, Nisêbîn

Ev nivîs ji 24.08.2015 ta 17.12.2015 li ser malpera  http://www.nusaybinim.com bi zencîrenivîskî hatîye weşandin.