Dîrok: Êlûn 19, 2021, 8:03
Nivîskar: Dilciwan Helbest
Dîtin: 535
KURD Û KURDÎ TÎ Em hinek gelek li ser vê nêhtê fikirîn, Dil û navê me tevî bûne jar û birîn, Ji êvarê heya sibê nalîn û qîrîn, Me tev ji bîr kiribûn çele û ew havîn Wexta aqil nebê bar gelekî giran a, Ji însanî derdikevin wekî heywan a, Li serê çîya ew ajalin û teba na, Li koçka û dîwana ew qet ne jîyan a. Ez li cem Kurd nasa, Kurdekî bi rûmetim, Lê li cem Kurd ne nasa, ne tu nusûbetim, Li cem netewparêza gelek bi qîmetim, Lê li gor welat firoşa ez ne ser wextim. Bo çî? Ku ew nezanin, dikin paleya pûş, Tişkî fêm nakin ji xeynî pere û qurûş, Tev bûne pezê kejik wek nêrîyê meqûş, Bûne wek ew qirdikê jêr digotin,kelûş. Çi kirin û çi nekirin man ewê berê, Dijmin karin her wextî wa bibin seferê, Ne li dûv xwe û ne li çep û rast nanerê, Dijmin berê wan dane yek riyê ku herê. 12. 7. 2021. Dilciwan
Dîyare ku bazarê agirbestê û girabesta li ser tune kirina Kurdaye! Em zanin
Adar 10, 2020ROVÎ’YÊ BI ŞAŞ Rovîkek hebû gund bi gund digerîya û di pirsî. Lê g
Gelawêj 22, 2020KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketin
Pûşper 20, 2020TÛRKLAŞÎYORLAR KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tişt&e
Pûşper 20, 2020PÊŞÎ PÊŞÎ DAHŞIK IN, DÛRA KERÊ MEZININ! Ev Kurdê Sora beşek jê, di dema
Nîsan 30, 2020