Pêhisînên Augustînusê Xoşewîst
Pêhisînên Augustînusê Xoşewîst
Dema weşanê: Adar 19, 2019, 12:47 Dîtin: 837
Pêhisînên Augustînusê Xoşewîst, Schopenhauer, Kant û Descartes 
Di berhema Augustînusî ya 'Mukurhatin’ê de beşa herî balkêş, beşa felsefeyê ye û di vê beşê de cih daye xwezaya demê. Di wê beşê de gotiye ku ‘heke kes vê pirsê neke, ez pê dizanim. Lêbelê dema yek bipirse, ez nizanim ez ê çi bibêjim?’ Augustînusî wiha bawer kiriye ku ji bo mirovan herikana demê hebe jî, ji bo Xwedê rastiyeke wiha tune. Baweriya wî ya vê ramanê jî, wî gihandiye vê encamê: Herikana demê bi tenê bi jiyanê (serborî, azmayîş) re têkildar e û li derveyê jiyanê jî (ji jiyanê serbixwe) tune. Lewma jî em nikarin bibêjin ku dem, bi awayekî serbixwe yan jî bi serê xwe heye. Bi vê pêhisîna xwe, dibe pêşengê felsefeya Kant. Di derbarê demê de, pêhisîneke wî ya din jî ew e ku gotiye (‘a nila û li vir’, rabirdûya bêgav ya hemû hebûnatiyê ye). Bi vê pêhisîna xwe jî, bûye pêşengê felsefeya Schopenhauerî. 
 
Dîsa bi ramana xwe ya ku gotiye ‘têgihiştina me jî di nav de, hebûnatiya me ya dinyewî, di bin serweriya îradeya me de ye’ jî, dîsa pêşengiya felsefeya Schopenhauer kiriye. Lêbelê pêhisîna wî ya herî balkêş, bi felsefeya Descartes re têkildar e: Augustînus gotiye ku xwiya ye ku gumanber di çewtiyê de ne, ku ji ‘hemû tiştan’ gumanê dikin. Ne hemû tişt, ji bo ku meriv bikaribe ji yek tiştekê jî gumanê bike, desta ewil divê ku ew tişt hebe. Lewma jî jiyîna min bi xwe jî, rê li ber gumana min digre û rêya gumanê nade min. Hebûnatiya min heqîqeteke misoger e, ku ji xwe ez pê dizanim û nabe ku em ji hemû tiştan gumanê bikin yan jî derbarê hebûnatiya her tiştî de, bikevin gumanê. Heke wisa be, nexwe ez dikarim bi tiştên din jî bizanibim û derbarê wan de, xwe bigihînim zanayiyên (zaniniyên) misoger.
 
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
24.04.2016
 
Çavkanî: Dîroka Felsefeyê - Ali Gurdilî