Civaknas Dr. Îsmaîl Beşîkçî
Civaknas Dr. Îsmaîl Beşîkçî
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 11:49 Dîtin: 898
Di navbera fêrbûna kurdan ya zimanê îngîlizî, almanî, rusî û tirkî de, ferqên mezin hene. Kurdeke ku zimanê wî ê dayê kurdî ye dema ku îngîlizî fêr bibe, li ser zimanê xwe ê dayê, zimanekî din zêde dike. Wê demê zimanê îngilîzî, li kurdiya xwe zêde dike. Îngîlizî, almanî jî dîsa wusa. Lêbelê, encameke gelek cihêreng ya fêrbûna zimanê tirkî heye. Çimku a ku tirkî fêr dike, dewlet e. Bi armanca ku kurd dê kurdî jibîrbikin, tirkî fêrî wan dikin. Siyaseta bingehîn ya fêrkirina tirkî, ev yek e. Kurdê ku tirkî fêr dibe, zimanekî din li zimanê xwe ê dayê zêde nake, kurdiya xwe jibîr dike. Di lîteraturên akademîk yên mafê ziman û perwerdehiya zimanê dayê de, ji vê yekê re ‘zimanê kêmker, rêgir, astengker’ tê gotin.
 
Civaknas Dr. Îsmaîl Beşîkçî 
Werger: Ali Gurdilî