DI ROJÎ KURD DA PÊŞVEÇÛN Û PERWERDEHÎ
DI ROJÎ KURD DA PÊŞVEÇÛN Û PERWERDEHÎ
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 3:28 Dîtin: 1165

              

Kovara Rojî Kurd sed sal berê, di Gulana 1913an da li Stenbolê dest bi weşanê kirîye. Rojî Kurd weşana Hêvî Kurd Talebe Cemîyeti (Komela Xwendekarên Kurd Hêvî) ye. Zimanê kovarê turkî û kurdî ye. Di salekê da 4 hejmarên wê weşîyane. Di 1914an da bi derketina Cenga Yekem a Dunyayê ra Cemîyeta Hêvî belav bûye û dawî li weşana Rojî Kurd hatîye.[1] Weşanger, karger, karker, nivîskar û helbestvanên vê kovarê ji bo bikanibin bibin dengê miletê xwe çi destan hatîye kirine. Piranîya nivîs û helbestên Rojî Kurd li ser pêşketin û perwerdehîya milî ne. Meriv di vê kovarê da ji her alîyî ve bandora modernityê dibîne. Bîr û bawerîyên nivîskarên Rojî Kurd, hestên milî ên helbestvanên wê, tercûmanên wê, berhevkarên wê ên çîrokên gelêrî, sociologên wê hêjayî lêkolînên ilmî ne.    

Nivîskarên Rojî Kurd ên ku xwastine di nav sînorên împaratorîya Osmanî da, bi nasnama îslamî û osmanîtîyê kurd jî bibin xwedî mafên xwe ên milî, bi awayekî eşkera ramanên xwe anîne zimên. Rewşenbîrên mîna Dr Abdullah Cevdet, Babanzade Îsmaîl Hakki û Lutfî Fîkrî yekitîya dewleta Osmanî parastine. Seîd Verroj di pêşgotina Rojî Kurd a herfguhezî, tercûmekirî û ji nû ve çapkirî da va rastîya anîye zimên: “Di nav rûpelên kovarê de hinek gotinên kurdewarî hebin jî, di fahm û feraseta kovar û nivîskarên wê de Îslamîyetî û Osmanîparêzî mefhûmên destnîşankar in.”[2] Dema meriv bala xwe dide naveroka nivîs û helbestên nivîskar û helbestvanan, bi taybetî jî helbestên ji Ehmedê Xanî û Hecî Qadirê Koyî hatine girtin û di nav nivîsan da hatine weşandin, tê dîtin ku nivîskar û helbestvanên alîgirên kurdayetî û welatekî biserêxwe jî hebûne. Bulgarîstanli Dogan, Xelîl Xeyalî (Modanî X., M.X) M. Bedirxan, û Xezal di vê koma dawîn da cih digirin. Van kesan wek ên koma pêşîn xwastina dilê xwe rasterast neanîne zimên an jî nikanibûne bînin zimên. Ji alîyê van kesan ve pirtir bikaranîna navên mustear an jî mexlesan manîdar e.     

Welatparêzîya Rojî Kurd ji bergên wê dest pê dike. Li ser bergê hejmara pêşîn mîgarekî mezin ê Selaheddînî Eyûbî, li ser bergê hejmara duyemîn nîgarekî mezin ê Şah Abdulkerîm Xan Zend heye. Li gor Dr Marûf Xeznedar neqil dike, kurdologê bi nav û deng Mînorskî di derbarê Rojî Kurd da gotîye: “Le duwayî da komeleyek le kurdekan, le qutabî û rojnamenûsan le salî 1913 da, komeley “Hêvîya Kurd” damezirand, we dest be belawkirdinewey govarekî manganey be nawî Roj Kurd / Rojî Kurd kird, em govare rêrewêkî neteweyî ronî girtibûwe, le ser laperey bergekanî em govare wêney gewrey pîyawanî kurdî wek Selaheddînî Eyûbî û Kerîm Xanî Zend belaw dekirdewe. Her em govarek bûwe elîfbêyek tazey bo zimanî kurdî dana, paşan nawî govar bûwe be govarî “Hetawî Kurd” le salî 1914 da.”[3]

Kovara Rojî Kurd di her warê pêşketina jîyana civakîya kurdan da xwedî rolek berbiçav e. Di nav rûpelên Rojî Kurd da perwerdehî cihekî grîng digire. Piranîya nivîskaran li ser perwerdehîya bi kurdî ramanên xwe anîne zimên. Nihêrîn û ramanên rewşenbîrên kurdên sed sal berê û îro hema hema qed ne guherîne. Ji vê yekê tê têgihîştin ku heta ji problemên çandî û milî ra çare neyê dîtin, sed sal jî derbas bibe xwastin naguherin. Ne armancên miletê bindest ne jî astengên miletê serdest guherîne. Sed sal berê û sed sal şûnda her du alî jî bi heman peyv û hevokan li ber xwe didin. 

Sed sal berê jî rewşenbîrên turkan bi xweşbînî li weşangerîya bi kurdî nenihêrîne, dema çavên wan bi çend cumlên kurdî ketî hema di cî da heval û hogirên xwe ên kurd bi parvekarîyê tewanbar kirine. Ji vê rastîyê meriv têdigihê ku wan deman jî rewşenbîrên serdestan parastin û pêşvebirina zimanê kurdî ji bo diwaroja welatê xwe mîna gefekê helsegandine. Rewşenbîrên kurdan ên wekî Dr Abdullah Cevdet ji vê nihêrînê pir xemgîn bûne, agir bi dilê wan ketîye. Ne xemgînîya wan, ne jî agirê dilê wan bi qasî serê derzîyê jî nikanibûye rastîyên tal şîrîn bigerînin. Nivîsa Dr Abdullah Cevdet a bi navê  Ittîhad Yolu (Rîya Yekitîyê) numûneyek hêja a vê rastîyê ye. Abdullah Cevdet, helwesta hogirekî xwe ê dema çavê wî bi nivîsek kurdî a Rojî Kurd ketî bêhna xwe teng kirîye wusa anîye zimên: “Dostê min ê birêz û xoşewîst ê nivîsa kovara Rojî Kurd li ser masa min dît bi carê: “Ev kovar çi ye” got? … Hevalê min kovar vekir, dema çavê wî bi nivîsekê ket: “Madem bi turkî nine, mademkî bi kurdî ye “ev tê wê manê ku rojnama parvekarîyê ye” got û Rojî Kurd danî ser masa min. Ev rûdanek e, bi bawerîya min hêjayî nirxandin û baldarîyê ye. Ev awayê helsegandinê pir banal û bi giştî ye. Ji ber vê pir xemgîn im. Ji ber ku vê felsefa sexte rewşenbîr jî kirine nav lepên xwe, agir bi dilê min dikeve... Ez ne bi nam û sifetê turk, kurd, bi sifetê “hemwelatîyekî azadê” Turkîyayê dibêjim. Çara herî baş a yekitîyê individualism e… Min wê demê gotibû yekitîya pêkhatinan ji yekitîya berjewendîyan pêk tê. Min bi vê gotinê, li împaratorîya Turkîyayê yekitî çawa dikane pêk bê, anî zimên… Swîsre ji bîst û du kantonan pêk hatîye. Her kanton ji alî mulkî û kargerî ve bi temamî biserêxwe ye… Bê guman ewê kargerên me di têgihîştina vê da dereng nemînin; ku sedsala me sedsala miletan e. Hêza hukumat û dewletên herî radical û xwedî qeyd û bend jî têr nekirîye rê li ber vê cereyanê bigirin û ewê têr neke… Dilê min tije hêvî ye, ên bê hêvî ne bira werin cem min…”[4]

 

Hêvî xwarin û vexwarina neçaran e. Heta hebûn berdewam be ew jî berdewam e. Kurdên bi hezaran salan di bin destê pers û romîyan da her dem rastî bêbextîyan hatine, hîç demekê nikanibûne xwe ji dek û dolabên wan rizgar bikin, hêvîya xwe jî wenda bikirana ew dê çawa hebûna xwe biparastana? Divêt neyê jibîkirin ku hêvîyên bê pîvan, hêvîyên ji rastîyên milî û beynelmîlel dûr, bi gotina kurt hêvîyên di derenca xewn û xewrojkan da ji xwexapandinên hebûna milî dixin rîya çûn û nehatê pê ve ne tiştekî din in. Ji nivîskarên Rojî Kurd ên herî zêde osmanîparêzî û îslam derxistine pêş, li dijî ramana kurdayetîyek derî dewleta Osmanî xwedî helwestek berbiçav in yek jî bê guman Lutfî Fîkrî ê Dêrsimî ye.

Lutfî Fîkrî di nivîsa xwe a bi navê Kurd Millîyeti (Miletê Kurd) da behsa hişyarbûna miletê kurd kirîye. Nivîskar, sala berî vê nivîsê binivîse li gundekî eşîra Milî ê li Ruhayê bûye mêvan. Lutfî Fîkrî bi nihêrînek rexnegîrî û tewanbarane çavsorîya Îbrahîm Paşayê Milî anîye zimên. Lê qed behsa tade, dijwarî û zilma karmendên Osmanîyan nakirîye. Hemkarîya wan û Îbrahîm Paşayê Milî neanîye zimên. Nivîskar li mala mazûbanê xwe kitêbek bi kurdî dîtîye. Bi çavên serê xwe dîtîye, tenê ji ber ku bi kurdî ye mazûbanên wî û gundî bi çavê kîtabek pîroz li vê kitêbê dinihêrin û diparêzin. Nivîskar gelekî di bin tesîra vê rûdanê da maye.  

Di nav pêkhatinên împaratorîya Osmanî da miletên xrîstîyan li gor ên misilman ji alîyê bîr û bawerîya milî ve bi hêztir bûne û di encama vê da mafên xwe ên milî zûtir bi dest xistine; zûtir jîyana xwe a li gor pêdivî û berjewendîyên xwe ên milî bi dewleta Osmanî dane qebûlkirin. Miletên misilman jî berî kurdan hişyar bûne û bi dewletê mafên xwe ên milî dane qebûlkirin. Lutfî Fîkrî ev rastî wusa anîye zimên: “Kurd di hişyarbûna milî da ên herî dawîn in. ereb û arnawût berî wan hişyar bûne û bi dewletê nasnama xwe a milî dane qebûlkirin. Heke miletê kurd bixwaze ji dewleta Osmanî cihê bibe bi tu awayî nikane payîdar bibe. Bi qasî mîsqalî zerre jî ji aramî û xweşîyê dûr bikeve mitleq ew dê ji holê rabibe.”[5] Lutfî Fikrî ji alîyekî ve pendan li kurdan dike, ji alîyê din ve tirsê tê difirîne da ku bi tu awayî ramana rizgarîya milî di serê xwe ra jî derbas nekin. Nivîskar bi şertê ku kurd ne ji bo bibin miletekî biserêxwe, ji bo pêdivîyên xwe ên milî di nav dewleta Osmanî da bijîn hişyarîya milî a kurdan “bi hurmet silav dike”.

Ji bo kesayetîya milî bigihê asta pêwîst, milet bi xwe bawer bibe, pêwistîya merivan bi hînbûna tarîxa xwe heye. Pêwîstîya merivan bi naskirina kesayetîyên xwe ên tarîxî heye. Ji bo miletê kurd ji serek û fermandarên xwe ên di tarîxa milî û beynelmiîlel da bi nav û deng in haydar bibe jîyana Selaheddînî Eyûbî[6] û jîyana Huseyîn Paşayê Bedirxanî[7] bi zencîrenivîsî ji alî redactiona kovarê ve hatîye weşandin. Gelek nivîskarên Rojî Kurd jî bi heman armancê helbestvan, zanyar, tarîxzan û mîrên kurdan di nivîsên xwe da dane nasandin.

Kêmbûna berhemên li ser tarîxa kurdan bala nivîskarên Rojî Kurd kişandîye. Dr. Abdullah Cevdet di nivîsa xwe a bi navê Bir Hitab (Bangek) da grîngîya miletbûnê û di vê processê da kêmasîya tunebûna tarîxek têkûz bi van hevokan anîye zimên: “Bîr ji bo kesan çi be, tarîx jî ji bo miletan ew e. Jîyana merivan û hetta jîyana heywanan jî ji berdewamîya zindîtîya bîra meriv pêk tê û dewam dike… Miletê ku xwedî tarîxek hêja û bêkêmasî nebe, ew milet mîna ku hîç nejîyabe tê helsegandin… Tarîxa kurdan heye? Miletek bi “Şerefname ” nikane rûmeta xwe an jî rûmeta tarîxê biparêze… Miletê xwedî tarîxa buhurî û tarîxa ayînde nebe nikane li xwe xwedî derbikeve. Milet û kesên nikanibin li xwe xwedî derbikevin dibin bindestên xelkê.”[8]

Harputlu H.B di derbarê ramana nationalismê da nivîsîye. Nationalisma fransizan, almanan, slavan, misrîyan, rûsan û tataran wekî nimûnên rojavayî û rojhilatî anîne zimên. Li gor Harputlu nationalism kilîta peşveçûna welatan e. Welatên berî bibin milet serê hev û din xwarine, piştî miletbûnê bi pêşketinek berbiçav a di her warê jîyanê da xwe ji demên buhurî ên tarî xelas kirine û ketine rîya ronahîyê. Nivîskar ev bawerîya xwe wusa anîye zimên: “Bê guman di pêşveçûna li Almanya û Francê da almantî û fransizî gelek bi kêr hatine.”[9] 

M.S Azîzî di derbarê tunebûna tarîxek kurdan da mîna Dr Abdullah Cevdet fikirîye û dîtina xwe wusa anîye zimên: “Tarîxek kurdan tune. kurd nizanin berî nuha xwedî çi bûne, ji newî xwe ra, ji îslamîyetê re çi xizmet kirine?”[10]

Kerkuklu Necmeddin di processa miletbûnê da grîngîya ramana collective wusa anîye zimên: “Avabûna rêxistina miletekî ji bo ew milet bigihê xweşî û bextîyarîyê îşareta yekane ye. Serkeftina miletek bê sazî nehatîye dîtin û nayê dîtin. Ji ber ku raman bi rîya kesitîyê nikane berz bibe, bi yekitîya fikran bilind dibe. Şaşitîya ramanek şexsî a di rîya pêşveçûnê da mumkûn e. Şaşîya ramana bihevra ne mumkûn e.”[11]

M. Salih Bedirxan di nivîsa xwe a bi navê Hulya Gerçek Olur (Xewn Rast Digere) da dibêje: “Dema hişyarkirina gîyana kurdayetîyê ji zû ve hatîye û derbas jî bûye, heke em bi vî awayî xwe li koritî û kerritîyê daynin ewê bi dek û dolaban hebûna kurdan bi dawî bibe.”[12] Nivîskar dixwaze êdî kurd ji xewa mirinê hişyar bibin. Bawerîya wî ew e ku cuwanên kurdan ev rastî dîtine û li gor wê gavên xwe diavêjin.

Di dema miletbûnê da ji bo bawerîya gel pê zêde bibe, li hêjahîyên xwe ên milî vebigere, yek caran pesindayîn jî peywist e. Nivîsa Kerkuklu Necmeddîn pesindayînek di vê çarçovê da ye. Nivîskar pesnên bikêrîya kurdan daye, û xwastîye van pesnên xwe bi xaneyek (beytek) Mewlana Celaleddînê Rûmî bide pesendkirin:

Şûleha ba gewheranê kurdan bûd

Şûle an canibê  rewdê hemkaran yûd[13]

Nivîskarê bi mexlesa H… rexneyek realist li kurdên dema xwe digire û ji wan dixwaze, “Êdî ne li gor xewn û xewrojkên tewş, li gor rastîya jîyanê bilebitin. Selaheddînan, molla Goranîyan û Îdrîsê Bedlîsîyan bigihînin. Ji bo vê jî divêt hûn xwe ji nezantîyê rizgar bikin. Gotinek pêşîyên turkan heye, dibêje: “Bi kevirê gornê bawerî nabe”[14]

Nivîskarên Rojî Kurd li ser nezantîya kurdan hemraman in. Li ser sebebên nezantîyê û çara wê her çiqas ramanên cihêreng hebin jî bi giranî bal kişandine ser nexwendeyîtî û tunebûna perwerdehîyê. Hemî nivîskar li ser bêkêrîya herfên elîfba kurdî a bi herfên ereban hemfikir in. Sebeba dereng hînbûna xwendin û nivîsandinê, li gor welatên europan kêmbûna nîsbeta xwendeyan bi dijwarî û tevlihevîya herfên vê elîfbê anîne zimên. Ev bawerî di serê xwe da ewqas mezin kirine bi navê Ilimlerin Genelleştirilmesi ve Harflerin Duzenlenmesi Cemîyeti (Komela Giştîkirina Zanînan û Çêkirina Herfên Nû) komeleyek ava kirine. Vê komelê ji herfên hêsankirî û sadekirîyên elîfba ereban elîfbeyek nû a ji çel herfî amade kirine û kurd jî di nav da ji bo pêkhatinên milî ên misilmanên împaratorîya Osmanî li zimanê xwe bînin pêşnîyaz kirine.

Bulgaristanli Dogan, di nivîsa xwe a pê bang li cuwanên kurd ên rewşenbîr dike da elîfba kurdî a bi herfên ereban li ber kar û barên pêşketina miletbûnê wekî astenga sereke bi nav kirîye û ji cuwanên rewşenbîr xwastîye ji vê problema grîng ra çarekê bibînin.

Bulgaristanli Dogan grîngîya perwerdehîyê û sazîyên perwedehîyê anîye bîra cuwanên rewşenbîr, û ji wan xwastîye di her warî da li gor zanîna hemdem û politica democratic kar û barê xwe bikin. Nivîskar bal kişandîye ser miletên li gor van principan kar û barê xwe kirine û bi vî awayî ji têkçûnê rizgar bûne, her dem bi ser ketine. Bulgaristanli Dogan ramanên xwe wusa anîne zimên “Dema  hûn vebigerin welatê bav û kalan, karê pêşîn ê divêt hûn bikin perwerdehîya seretayî, ayat, metîn,  û bandorkirina li ser awayên maqûl û heya mumkûn be zêdekirina beşên pêşîn e. Di vê mijarê da, hîna di gava pêşîn da problema derbikeve pêşîya we, ewê gelemşa herfan be. Çara vê pirsgirêkê ewqas hêsan nine. Lê di çara vê pirsgirêkê da jî hûn dê hêza herî bikêr bin… Ji bo dibistana seretayî li ser bingehên herî maqûl ava bibe heya ji destê we tê baldar bin. Bira qeyîdên nûtirîn ên zanîna “pedagogyê” di derbarê perwerdehî û hînkirinê da rêberên we bin. Rind bizanibin ku di vê sedsalê da dibistana seretayî ne tenê ji bo hînbûna xwendin û nivîsandinê ye. Li gel vê, ji bo fikirînek rind, ji bo dîtinek rind û bi gotinek din gîhandina zarên milet ên bi muhakemeyek rast e. Îro perwerdehîya fikrî a bingehîn a miletê gişkî ji vê pêk tê. Heke hûn bi baldarî ji bo vê perwerdehîya fikrî mamostan negihînin, dibistanên seretayî ên hûn dibêjin ên baştirîn in tenê dikanin xwendean bigihînin. Zirara van xwendeên bêkêr ên ji perwerdehîya fikrî bê par mayî di têkoşîna milî da ji a nezanên nezan pirtir û bi tesîrtir e.  Ji ber vê yekê dema hûn ji alîyekî ve bingehên dibistanên seretayî datînin, divê hûn bi tu awayî avakirina çend dibistanên hêja ên mamostên baş bigihînin jî ji bîra nekin… Dilê min dixwaze ku cuwanên kurdên rewşenbîr bi pêdivîyên vê demê  kar û barê xwe ê ji bo miletê xwe bikin û bi vî awayî bikanibin di rastîyê da bi cih bînin”[15]

Abdullah Cevdet jî bal kişandîye ser nezantîya kurdan, û ji bo dawî li nezantîyê were pêşnîyaza xwe bi van cumlan anîye zimên: “Berî her tiştî nîsbeta kesên xwende herî kêm bigihê ji sedî çelî. A duduyan, ji bo zarekî heft-heşt salî herî zêde di nav mehekê da hînî xwendin û nivîsandinê bibe û tiştê dixwîne rast bixwîne herfên musaît werin qebûlkirin û dev ji herfên heyî were berdan. Bi bawerîya min hemû meselên din di asta duyem da ne.”[16]

Babanzade Îsmaîl Hakki ji ber ku miletê kurd bi tenê hiştine gilî û gazindên xwe ji zarên miletê kurd û miletên cîran dike. Nivîskar dibêje: “Bi taybetî di vê sedsala dawîn da  ev milet hem ji alî zarên xwe hem jî ji alî miletên dor lê girtî ve di rewşeke wusa da pir bi tenê hatîye hiştin, hatîye jibîrkirin, hatîye piştguhkirin. Ev miletê ku bi zîmanê erebî, turkî û farisî ewqas helbestvan û zanyarên namdar gîhandine kêmtir bala xwe daye zimanê xwe. Pêwîstî jî pê nedîtîye di derbarê bandora zimên a li ser bilindbûn û zengînbûnê lêgerînekê bike… Her milet ji bo famîla îslamî a di nav daye xurt bike berî her tiştî divêt xwe bi hêz bike… Ji ber ku di nav miletekî da nemana kesên xwendin û nivîsandinê nizanin tenê bi sazîbûna ders û perwerdehîya bi zimanê wî miletî mumkûn e… Kurd dema bi kurdî bixwîne û binivîse  nikane dev ji dînê xwe berbide… Bi berdewamîya bi zimanê xwe turkan dev ji îslamîyetê berdan? Zimanê eceman ew kirin dijminê îslamê? Ji bo miletên îslamî yekane princip, yekane pêşengê rizgarîyê ev e: pêşîyê misilman, paşê ereb, turk, kurd an jî ecem…”[17]

Di pêkhatin û pêşketina miletbûnê da rola zimanê maderî pir grîng e. Babanzade Îsmaîl Hakki di nivîsa xwe a bi navê Kurtlugun Tealisi (Bilindbûna Kurdayetîyê) da grîngîya perwerdehîya bi kurdî anîyê zimên. Kurdên bi nezantî pesnên împaratorîya Osmanî didin û dibêjin di dema Osmanîyan da rewşa kurdan gelekî baş bû divêt ji tarîxa vê împaratorîyê û rewşa kurdan a wan deman haydar bibin. Ev nivîsa Îsmaîl Hakki di derbarê sîyaseta Osmanîyan a di derbarê kurdî da malûmatên  manîdar dide. 

Îsmaîl Hakki ramanên xwe ên di derbarê perwerdehîya bi kurdî da wusa anîne zimên: “Divêt em bi milî li xwe mikur bên ku di mijara perwerdehîyê da hema hema hîç tiştekî kurdan tune ye.  Her çiqas zimanê axaftinê zengîn û rengîn be jî, zimanê nivîsandinê ji hemî hêjahîyên heq kirîye bê par hatîye hiştin. Di vê rewşê da divêt avahî ji nû ve were çêkirin, bingehek zexmtirîn jê ra were danîn… Peywist e miletê kurd ji nû ve were gihîştin, û berî her tiştî ji bo perwerdehîya dibistana seretayî bigihê her deverê divêt xebat were kirin… Peywira pêşîn pêkanîna kurdîyek bilind û sade a nivîskî ye. Ev ziman dê bi elîfba ereban were nivîsandin. Ji bo vê divêt di elîfba ereban da hinek guherîn werin kirin… Divêt kurd ji alîkarîya dewletê zêde bi hêvî nebin. Ji ber ku di demek guftûgoyên “gelo bi kurdî perwerdehî dibe an nabe” berdewam in da dibe ku dewlet bi guman li vî warî binihêre. Ji bo vî karî zanîn û pere lazim e. Peywist e kurd karê xwe bi xwe bikin.”[18] Babanzade Îsmaîl Hakki dixwaze piştî standardkirina kurdîya bilind, kurd rêziman û ferhenga zimanê xwe amade bikin. Hema piştî vê gavê jî divêt ji bo dibistanên seretayî mamostên xwe bigihînin û kitêbên xwe amade bikin.

Xelîl Xeyalî di nivîsa xwe a bi mexlesa M.X. nivîsandîye da ji bo kurd jî mîna gelên din ên misilman bi zimanê xwe binivîsin û bixwînin, bibin xwedî edebîyat û tarîxek bê kêmasî wusa dibêje: “Îro sêsed mîlyon misilman hene, hemî bi serfûnehwa xwe dixwînin û dinivîsin, tu zîyanek ji bo dînê xwe ferz û tesewir nakin. Ji bo pêşveçûnê çi lazim e ew îcra dikin, em jî lazim e tebayê wan bin; ji îro pê ve bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin… “Kurd îro muhtacî çi ne, em wan bibêjin:

  1. Ji bo zû xwendin û nivîsandina herfan
  2. Ser terzek nû elîfbeyek.
  3. Ji bo zanîna temamê zimanê kurdîtîyê qamûsek.
  4. Îlmîhalek.
  5. Tarîxê bav û kalê kurdan û enenê wan.
  6. Welatê kurdan û adet û teb’ê wan û mîqdar û navê eşîrê di wan.
  7. Kitêbê hîsabê.
  8. Ji bo zimanê kurdan serfûnehwek.
  9. Tercumeyê halê mezinê di kurdan
  10. Edebîyata kurdan û navên şaîrên wan

Ji bo çêkirina van tiştan çiqas kitêbên kurdî heye lazim e wan bişînin. Ji dengbêjan lawjek û çîrok û qewlê kurdan pirs kin û binivîsin û rêkin…”[19]

Xelîl Xeyalî bi pêşnîyaza berhevkirina berhemên folkloric ji nivîskarên din ên li ser ziman, wêje û tarîxê nivîsandine cihê dibe. Ev tê wê manê ku Xelîl Xeyalî ji rola folklorê a di processa miletbûna  gelekî da rind têgihîştîye. Ev yek jî di xwe gîhandina ramana milî da xalek grîng a hêjayî helsegandinê ye.

Xelîl Xeyalî di nivîsek xwe a bi navê xwe ê mustear, Modanî X., nivîsandîye da mela û xwendeyên kurdan rexne dike. Ji ber ku ev kes bi kurdî peyivîne, lê di dibistanên xwe da bi erebî, farisî an jî turkî ders dane û paşê tercûmeyî kurdî kirine, nivîsên xwe bi kurdî nenivîsîne. Ji nivîsa Xelîl Xeyalî bi hêsanî tê têgihîştin ku dixwaze kurd jî mîna înglîz, frasziz, germen, ûris û îtalyanan biserêxwe bin.  Di vê nivîsê da behsa miletên otonom nehatîye kirin. Xelîl Xeyalî peyama xwe bi van cumlan gihandîye xwendevanên Rojî Kurd: “Çiqa mêze dikim, bi tu awayî bi serê min nakeve ku melayê di me, xwendayê di me bo çi qisetê xwe be kurdî dikin û di medresan da dersê ku dixwînin bi kurdî me’nayê wî diwên. Wextê ku lazim be kaxizê xwe temessûkê xwe a bi erebî, a bi farisî, a bi turkî dinivîse û bi kurdî nanivîse. … mitleq mitleq, di wê da hîkmetek, sirrek heye ku em pê nizanin. Eger mirovek ji bo xatirê bavê xwe ewê hîkmetê, ewê sirrê bêje min, em dê ji wî minetek mezin hilînin… Her çi di derheqê vê behsê da bêjin û çi sebeb nîşan bidin beredayî ye, bergeyê tiştek nagire. Çira ku îro di dunyayê da hewqa milet û qewm heye ku “em yekî wan qenc nas nakin” hed û hesabî wî tune bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsin, kitêban çê dikin û mekteb û medreseyê xwe da talîmî zarokê di xwe dikin. Yek ji wan ranebûye negotîye ku zimanê me, xwendin û nivîsandina wî zehmet e, ez dê bê şermî zimanê miletek dî qebûl bikim. Îro înglîz, fransiz, alman, moskof, îtalîyan li ku diçin heman mekteban vedikin, bona bi zimanê xwe te’lîmkirin. Sebebê wê çi ye? Hebit nebit di wê da ji bo miletê xwe faîdeyek dîtine. Eger tê da faîdeyek nedîna çira hewqa zahmetan didane xwe. Ew bi aqil in, nexwe em? Ev muheqeq e ku ew ji me aqiltir in û ji me şehrezatir in. Sed mîr û navdarê me li ber zaroyek heft salîyê wan newêre devê xwe veke, xeberekê bibêje. Sebeba vê wekî roja ronî eşkere ye, ew zana ne… Ew li zimanê xwe, li miletê xwe, li qencê xwe bûne xwedî? Em nebûne. Zaroyên wan nava şeş hîvan da xwendin û nivîsandinê hîn dibin, ê me nava deh salan huruf hîn nabe. Ma qey ew mirov in em ne mirov in? Belê em mirov in, feqet di derheqê vî derdê han da bê xîret û bê hîmet in... Ji bo wê şiîrek çend misreê Hacî Favur jî li vir em binivîsin, belku ji wê jî faydeyek bigirin û ji xewa giran şîyar bibin:


Her kurd e le beyn gel milet

 

Bê behr e le xwendin û kitabet

 

Beka be bi tercimeê zebanî

 

Esrarê kitêb xelqî zanî

 

 

Ême mumîn in ne rûs in

 

Bo çi kufr e zebanî man binûsin

 

Miletê bê kitêb û bê nûs in

 

Xeyrî kurdan nîye li ruwê zemîn

 

 

Rûm û çî çak e îttifaqî heye

 

Kurd e bêxîretî îttifaqî heye

 

...

 

Em hatîy wan mekteb in bi keser

 

Kurdekan bar dikin weke maker

 

Wa dîyar e heta ke dunya dibî

 

Kurdekan xaliban dibê û dibî

 

“Ço” çi qedrî heye le naw kurdan

 

Xeyrê lêdan û cewin û têhildan.[20]

 

Xelîl Xeyalî bi mexlesa M.X, ji ber ku kar û barê xwe bi kurdî nekirine, nivîsên xwe bi kurdî nenivîsandine, di şûna kurdî da bi erebî, farisî û turkî nivîsîne rexne li rêzan, rewşenbîr û edîbên kurdan digire. Vê rastîya wan wekî sebeba di nav kurdan da wendabûna navê wan û berhemên wan tîne zimên: “Îro hezar û sêsed sal e ku me kurdan musulmanî qebûl kirîye, di nam û xebatê ha da qe nebe sî çil hezar şêx, mela, feqî û mîr ji kurdan gihane û di wê wextê da navdar in, ji bona dîn û dewletê xizmetên mezin kirine û kitêb çêkirine. Hal ev e ku ev xizmeta ha, ev kîtabeta ha temamê wê wenda bûye, navê wan nemaye, ewê maye ew jî bûye malê ereban û eceman û romîyan, qederê zerrekê ji bo kurdan faîdeyek nekirîye. Eger wan mirovan ji sedan yek xizmetek ji bo kurdan bikirana û ew kitêb û dîwan bi kurdî binivîsandana, îro navên wan û kitêbên wan wenda nedibûn, zarokên di kurdan dixwendin û rehmet li wan danîn. Eva mîsala Elîyê Herîrî ye nehsed û sî sal berê hatîye bi zimanê kurdî beyt gotîye, heya heşr rabe navê wî li nav kurdan dê bimîne, her kes dê rehmet lê bîne. Melayê Cizîrî jî heştsed sal berê dîwanek çêkirîye. Ehmedê Xanî, Mem û Zînek û ji bo zaroyê kurmancan Nûbarek telîf kirîye, bi çar zimanî şîîr gotîye, derheqê xîreta kurdî da çend xeberek Mem û Zînê da anîye û ji ebnayê zeman gelek gilî kirîye”[21]

 

Xanî ji kemalê bê kemalî

 

Meyadana kemalê dîtî xalî

 

Ye’nî ne ji qabil û xebîrî

 

Belku bi teessûb û eşîrî

 

Hasil ji înad eger ji bê dad

 

Ev bîd’ate kir xellaqê mu’tad

 

Safî şemirand vexwarî durdî

 

Manendê durrê lîsanê kurdî

 

Înaye me nezm û întîzamê

 

Kêşaye cefa ji bo wê amê

 

Da xelq nebêjitin ku ekrad

 

Bê me’rîfet in bê esil û bunyad

 

Enwa’ê milletan xudan kitêb in

 

Kurmanc tenê di bê hesêb in.

 

Ebdulkerîmê Silêmanî di derbarê hînbûna dereng a xwendin û nivîsandinê da ji nivîskarên din ên kovarê cihê difîkire. Di nivîsa  xwe a bi navê Mindal bo çî zû fêrî xwendin nabî da balê dikşîne ser helwesta mamostan a nerast û ramamên xwe wusa tîne zimên: “Le şarî kurde bedbextekana, mindal bo çi zû fêrî xwendin nabî û mindalî freng bo çi be şeş be cot roj fêrî xwendin û nivîsîn dibî? Mindalî ême li ber çi le mekteb radike û meylî tehsîlî nîye?”[22]

 

Ebdulkerîmê Silêmanî sebeba hînnebûna zaran wusa tîne zimên: “ Çunke le mekteb û le hucre feleqe heye, lêdan heye, şoq û zîlleyê muellimî dika. Muellîm nazanî ke le dunya da mesûl e… Çûnke Xuda emrî be şoq nekirdûwe. Bo xatirî Xuda faîdencei ye, mindal be hewt sal xetmî Quran dika. Qebahatî mindal nîye. Ew mindal zîrek e. Eger eynen ew mindale lay freng bî, be hewt sal dibîte musteşar, nazirî xaricîye.”[23]

 

Fikrî Necdetê Dîyarbekrî jî ji nexwendetîya kurdan gazinan dike û dixwaze ji vê problemê ra çareyek were dîtin. Armanca Fikrî Necdet ne xwendin û nivîsandina bi kurdî ye. Bi vî alîyê xwe ji gelek nivîskarên Rojî Kurd cihê dibê. Ji bo wî a grîng ew e ku kesek bikanibe namên xwe bi destê xwe binivîsîne û bêyî ku alîkarîyê ji yekî bigire bi hêsanî bixwîne. Firkî Necdet ramamên xwe bi van cumlan tîne zimên: “Îro gelek kurmanc xwendinê nizanin, nivîsandinê nizanin… Kaxizê we digîje dest lawê we dilê wî hûnik dibe. Belê nikare bixwîne. Dibe li cem yekî dixwîne. Ev hal mêrekî ra, mirovekî ra pir şerm e. Çira mektûba xwe ez nanivîsînim, çira lawê min tenê naxwîne…”[24]

 

Salih Bedirxan di nivîsa xwe a bi sernavê Berî Şûr Qelem da li ser pêşveçûna culturî sekinîye. Ev nivîs di hejmara sisîyan a Rojî Kurd da hem bi turkî hem jî bi kurdî hatîye nivîsandin. Her çiqas sernav û naveroka nivîsê eynî be jî, ne tercûme ye.  Nivîskar dibêje, miletek tenê bi şûr, çek û wêrekîya xwe serbilind nabe û pêş da naçe, hetta nikane ayînda xwe jî biparêze. Rewşa kurdayetîyê şahedek mezin e di vî warî da ye. Kurdan her demê bi wêrekî û esilzadetîya xwe ji demên destpêka îslamê  heta îro di arteşan da li pêşîyê cih girtine. Li gel van hemîyan hîç demekê kurd ji bextreşîya tunebûnê rizgar nebûne.

 

Salih Bedirxan dibêje, kurdan hîç demekê grîngî nedane qelemê. Tarîxa xwe nenivîsîne. Miletê kurd xwedî gelek serek, serdar, mîr, zanyar, helbestvan û nivîskar e. Lê ji wan bê hay dijî. Di nivîsa xwe da wusa dibêje: “Min divê ji qewmê xwe ra bêjim; tu qewm û milet li dinê nîne bi şûr û mertalê xwe tenê gîhabin meqsedê, xwe hilkişe jor, îlla bi îlm û me’rîfetê. Îlm û me’rîfet du perrên we ne, meriv bi wan dikare bifirre û derkeve bilindayî. Xudayê xaliq ji însana ra emir kirî, bê wî nabe… Ji roja îslamîyet zuhûr bû hetta îro, her mêrê kurda li nav şerra bezîne, pêş da çûne û tu cara xwe nedane paş û her li rîya dîn û dewletê xwe de fedekarî kirine û ruhê xwe dane… Lê heyf e û hezar heyf e jî tu car wan ji wê hîmmetê tu xêr û menfe’et nedîye... Her timî ruhdana me ji ê xeyrê me ra ye. Ew zerara mezin her ji cehl û nezantîya me hatîye, heke qencî be, heke xerabî be mirov bi cih neke, ye’nî nezantîyê çewa bike, ew tu xeyr û nefê jê nabîne. Me kurdan jî her wusa kirîye, me nezantîye em li ku û li çi demê ruh bidin, û li ku derê û li çi demê ruh bişînin… Ewleya min heye ku ji îsbata vê de’vayê ji kurmancîtî meztir û bi rûtir tune, em kurd jî bi wê qanûna Xuda a heyatê qenc negirin em tu car pêş de naçin, em’ê her paşve bin. Hetta mirinê xulamîyê ji kes û nekes re bikin, meazallah qewmê xwe û navê xwe dê wenda bikin… Îro li dinê nêzîkî heft-heşt mîlyon kurd hene û hemî mêr û jêhatî ne û xweyî weqar in. Lê heyfa min li wan tê her li bende mane.

 

Ji wan ra bilindî nebûye nesîb, çunkî bê tedbîr in, tedbîr jî zanetî ye. Heçî ne zana bit tedbîra wî jî ne bi cih e û ne bi cehd e û ne xurt e, her ê wûsa kêm û zelîl bibe, di nav alemê da bê nav û deng bibe. Hûn dizanin gelî kurdino!.. Çiqas alim û xwenda, şaîr û mêrên mezin û çê ji me jî derketine? Lê her me navê wan negirtîye, qedrê wan nezanîye, ew jî her ji kurdanîyê derketine, ji qewmê dî re man e… Alimên qedirmezin wekî  Şeyxul Îslam Ebu Sûûd, Melayê Cezîrî, Melayê Goranî, (xocê Fatîh bûye), Herîrî, şaîrinê mezin wekî Nalî, Herîqî, Kurdî, Ehmedê Xanî, Şêx Riza, Hacî Qadir, tarîxzanê meşhûr Îbnul Esîr, Ebu Elf … hemî ji kurmancîtîyê hatine û kurmancan tu car ew nas nekirîye. Tarîxek me nivîsîtî tune. Şerma mezin jî ew e. Bilî wan mezinan mirovekî di mezin û jêhatî weke Sultan Selahaddînê Eyyûbî ji me ye û sed heyf bête li me wî nas nakin… Ew qusurînê han jî çi ne hûn dizanin? Hemî ji bê îlmî û me’rîfetê ye ku tarîxek me kurdan nîne; ji bilî alemê em xwe bi xwe nas nakin û em ji xwe û ji quwweta xwe xafîl in. De êdî xelkê ne ji me ê çawa me nas bikin û li nav xwe da nav û dengekî ji me ra çêkin, an bihêlin. Heçî qewmê ku bê tarîx û bê nivîsandin û rojnawe ye… Ew qewm wekî însanekî kerr û lal e… Xwedayê Teala wê şerefa ezîm li dîn û dunyayê ji we re îhsan bikit û bi wê munasebetê ez’ê qesîdek Hezretî Şêx Ehmedê Xanî ji we re binivîsim. … Bi dil bixwînin û bidin xwendin, heke ew qesîde û heke qesîda Hacî Qadirê Koyî, birayê min ê ezîz we pur xîret (Meweddtî) li Rojî Kurd da wusa borî nivîsî bû… Ew du qasîdeyên her nuqteyek wan ji me kurdan ra ruh û heyat e… Ji me şîret ji we jî  ey gelê kurdino! Xebat û xîret… Ji xwedayê zulcelal jî tewfîqatê mezin.”[25]

 

Ev qesîda Ehmedê Xanî ji bo kurdên dixwazin miletê wan jî di nav miletên dunyayê da cihê xwe ê bi rûmet bigire xwedî grîngîyek bê hempa ye. Ehmedê Xanî bi van helbestên xwe pêşengtîya welatparêzî û miletperwertîya kurdan kirîye. Di nav xoybûnxwazên kurdan da Xanî mamostê bi nav û dengtirîn e.

 

Qesîda Hezretî Şêx Ehmedê Xanî

 

Sakî tu ji bo Xwedê kerem ke

 

Yek cureê mey di camê cem ke

 

Da camê bi mey cîhan numa bit

 

Her çi me îradet e xuya bit

 

 

Bextê me ji  me ra bibit yar

 

Carek bibitin ji xewabê hişyar

 

Rabit ji me jî cîhanpenahek

 

Peyda bibitin me padîşahek

 

Şûrê hunera me bête danîn

 

Qedrê qelema me bête zanîn

 

Derdê me bibînitin îlacê

 

Îlmê me bibînitin rewacê

 

 

Ger dê hebûya me padîşahek

 

Laîq bidîya Xwedê kulahek

 

Tayîn bibûya ji bo wî textek

 

Zahir vedibû ji bo me bextek

 

Hasil bibûya ji bo wî tacek

 

Elbette dibû me jî rewacek

 

Xemxwarî dikir li me yetîman

 

 

Tebîetê wan eger çi ar e

 

Ew ar e li xelkê namîdar e

 

Namûs e li hekîm û emîran

 

Tawan çi ye şaîr û feqîran

 

Her çi bîre şûrê destê hîmmet

 

Zebt kir ji bo xwe mîrî dewlet

 

 

Ez mame di hîkmeta Xwedê da

 

Kurmanc di dewleta dinê da

 

Aya bi çi wechî mane mehrûm

 

Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm

 

Wan girtî bi şûrê şehr û şohret

 

Texsîrî kirin biladê hîmmet

 

Her mêrekî wan bi bezlê Hatem

 

Her mêrekî wan bi rezmê Rustem

 

Bifikrî ji ereb hetta gurcan

 

Kurmancî ye bûye şubhê burcan

 

Ew rom û ecem bi wan hesar in

 

Kurmanc hemî li çar kenar in

 

Herdu terefan qebîlê kurmanc

 

Bo tîrê qeda kirine amanc

 

 

Lew pêk ve hemîşe bê tifaq in

 

Daîm bi temerrûd û şîqaq in

 

Ger dê hebûya me îttîfaqek

 

Vêkra bikira me înqîyadek

 

Rom û ereb û ecem temamî

 

Hemîyan ji me ra dikir xulamî[26]

 

 

 

 

Di Rojî Kurd da berhemên edebî, hîkaye, helbest û çîrok jî hatine weşandin. Hîkaya nîvçe a Fuat Temo a bi navê Çîrok hatîye weşandin ji alî gelek lêkolînkar û lêgerînkaran ve wekî çîroka pêşîn a edebîyata kurdî hatîye helsegandin. Ev hîkaye di derbarê jîyana şivanekî û lawê wî da ye. Navên lehengên Fuat temo, Şewêş, Rizgo, Rîspî navên xwerû kurdî ne, navên dînî ninin. Wekî tê zanîn di dema miletbûnê da pêşengên gel ji hêjahîyên xwe ên milî sûdê werdigirin. Fuat Temo  Çîrok bi zimanekî sade nivîsîye. Ev rastî jî bandora turkî a li ser zimanê Fuat Temo ji holê ranake. Çîrok bi van hevokan dest pê dike: “Şewêş kurê şivanekî ye. Bo xwe deh salî zarok e. Belê pir çav vekirî ye. Şewêş dîya xwe nedîye. Bavê wî reben û belengaz e, qet tiştekî wan tune. …”[27]

 

Fazil Mûxlîsê Eşîr Milî di helbesta xwe a bi navê Xwendin û Xebat da dixwaze bala berpirsan bikişîne ser kêmasîyên di warê xwendin û nivîsandinê da berdewam in. Helbestvan li dunyayê grîngîya aborî û xwendinê bi awayekî zelal tîne zimên. Helbestvan têgihîştîye ku êdî dunya ne dunya berê ye. Her tişt guherîye. Sazîbûnek bikanibe li gor şertên nû ên dunyayê ji derdê milet ra bibe çare tê xwastin.

 

 

Xwendina me rast bikin çê û xerab nas bikin

 

Her şuxle derbaz bikin çê bikî xwendin bikî

 

Mekteb li gundan vekin zarowî xwendin bidin

 

Cot bikin her kar bikin gişk li qezenc mêzekî

 

 

 

Dunya îro qelibî ser xwendin û ser pere

 

Her çî kê îro dewletê jê ra nikanî qet êkî

 

Îro bigerî filla ji sedîkî xwendî

 

Em nav xwe kî bigerin tenê ji hezarekî[28]

 

Şêx Riza helbestek drêj a Hacî Qadirê Koyî ji bo pîrozkirina derketina kovarê  şandîye. Di helbestê da hissîyata miletbûnê û evîndarîya di derbarê kurdî da eşkera xwîya dibe:

 

Narêk nekun qebîl ekrad

 

Her wa dibine xirabe abad

 

Enwaê milel dikure ta çok

 

Xemîl we memalikî weku bûk

 

Yek birk in yek zeban û yek renk

 

Ta xeybet û eyb û ar û bêdeng

 

 

Her kurd in eger çi pakî merd in

 

Pamal ziman e misil kurd in

 

Her maniwe bênewa û mezlûm

 

Wek yewm xerabe zar meş’ûm

 

Çiwar mîlyon e Kurdistan nufûsî

 

Bi qisey ehlê texmînî ke nûsî [29]

 

 

“Eger em şîyar nebin weku alemê nexebitin, le bin dest û pê dijminan de dê bimînin îqamet bi çavê wexmê xwe dît ku di nav çar pênc hîvan da wan de çi hat. Îro çavê jîna we mewquf bi xebata me ye nexwe filatê me, felah me tinîye. Madem ku wusa be lazim e ku em jî bixebitin ev rûreşî, ev rezîlî, ev carisî, ev bêarîya ha ji xwe dûr bikin riba…”[30]

 

Helbestek drêj a bi navê Dîwana Şaîrê Şiîr Hezretî Nalî bi îmza Îdrîs Made hatîye weşandin. Çend ristên helbestê wusa ne:

 

 

 

Sofî ke giranbar e bimexz û sebkihar e

 

Sof pûş xembar e ew bar li ken pêş me

 

 

 

Dîwane ke şeyda bi tewkî serî mû da bî

 

Qet mîç li ser nabî destar li ken pêş me

 

 

Faris û kurd û ereb û her sêm bi defter girtiwe

 

Nalî emro hakim se mile dîwanî heye[31]

 

            Xelîl Xeyalî bi mexlesa Modanî X. hedîsek ji rojnama Sebîlurreşad tercûmeyî kurdî kirîye. Di Rojî Kurd da tercûman pir kêm in. Wekî tê zanîn di pêşveçûn û zengînbûna zimanan da tercûme xwedî rolek pir grîng e. Xelîl Xeyalî di vî warî da jî merivekî têra xwe têgihîştî û zane ye. Tercûme bi zimanekî sade ye:

 

Li ku maye misilmanî! Ji me bûrîye heta merivayî

 

Eger xelq xapandin e meqsed kes nake bawerî

 

 

 

Çend misilmanên heqîqî min dî,

 

Hem le qebrê da ye musilmanî,

 

 

 

Nizanim heye ema xala min di heşrê da ye

 

Naxwazim bila bisekine di cihê xwe da ye…[32]

 

Tercûmana duwem a di Rojî Kurd da hatîye weşandin ji alîyê X.Serî Zer ve ji rojnama Nareul Mensûr hatîye girtin. Mijara tercûmanê li ser perwedehîya zaran e. Zar ji bo her gel û miletî toxim in. Hebûna çandî û milî bi rîya wan derbazî nifşên nû dibe. Gel û miletên zarên xwe bi hêjahîyên xwe ên milî negihînin nikanin hebûna xwe biparêzin, di nav miletên serdest da dihelin û wenda dibin. Tercûman ji grîngîya perwerdehîya zaran rind têgihîştîye ku ev nivîs tercûme kirîye: “Her kes zane ku piçûkên miletekî, zarokên qewmekî, peyay wana îstîkqbal e. Meri wan çaxan tê ye. Eger wana jî zarokî qenc terbîye dibînin, ew milet, ew qewm digihê saadetê, digihê felahê.  Na, rind terbîye nabînin exlaqê wan, wucdanê wan jî pîs e. Ji muayib paqij nabe. Ew qewm, ew milet beynê zerûret û felaket dimîne. Ruwê saadetê nabîne. Feqîrî li serê wî hakim dibe. Bi sebebê feqr û zerûret ew qewm xerab dibe. Navê wî ji tarîxê alem radibe… Kitêb û te’lîm û terbîye, muelima, murşîda, weka tuxtora ne. Weka tuxtora ku bona nexweşa derman dide, wana ji derd ji nexweşî xelas dikin… Heyatê zaroka necatê piçûka destê muellîm da ye. Yanî bi muellîm girêdayî ye. Eger muellîm rind hereket bike, li xusûsê te’lîm û terbîyeê piçûka ra teqsîr neke, ew zaroka dike seadetî, mirovê baş, mirovê xuwîn dibin. Na muellîm li terbîyeê wan da îhmal bikin halê wan jî weke dewletê dibe. Diherin xerabîyê.”[33]

 

Helbestvan Ekrem helbestek li ser rewşa kurdî nivîsîye. Ew jî mîna gelek nivîskar û helbestvanên kovarê bi gilî û gazind e. Li gor helbestvan kurd berê xebatkar bûne, xurt bûne, lê paşê xwe li zexelîyê danîne:

 

Berê û Nuha

 

Kurmancîya giran pur delal bû berî hezar salan

 

Xortê dîwan û xebitîn ber dîwaran

 

Mê di wan xweyî şûv û qesran nava rezan

 

Welatê wan gelek ava, nav bostanî dibû herî çemê di wan

 

Mêr û axa cotkar têcîr biran

 

Ev zanibûn merivatî nabe bê civatan

 

Serek dî bû kî go çê ke çêyî bû van

 

Ji bo vê bû ber datanîn îranî û tûranîyan

 

Xebat çûye zexel bûne kurmanc nuha[34]

 

 

 

Midûrê Mesulê Rojî Kurd Ebdulkerîm bi navê Çîrokê Kurmanca çîrokek weşandîye. Berhevkirin û nivîsên folklorîk di vê kovarê da hema hema tune ne. Ji ber vê yekê weşandina vê çîrokê hêjayî helsegandinê ye. Di dema miletbûnê da rola xebatên folkloric pir grîng e. Ev çîroka kurt li ser dadmendîya mîrekî kurdan e. Lehengê çîrokê Şivan û Mîr e. Çîrokek didactic e. Peyama çîrokê ew e ku divêt karger her dem bi dadmendîyek bilind derkevin pêşîya karkerên xwe û mezinahîya xwe bi dadmendîya xwe nîşan bidin:

 

Çîrokê Kurmanca

 

Di wexta berê da, wexta emîrê kurmanca da şivanekî pezê xwe diçêrand. Di nav bestekî da xewa wî hat rûyê wergerand ber bi bajarê ku emîr tê da rûdinişt: “Mîro pezê xwe dispêrim te û radikevim” û raket.

 

Çaxa ku hişyar bû pezê xwe jimart çend pez kêm bû. Li nav çîya gerîya, şopa pezê xwe dî ku gura xwarîye.

 

Kerîyê xu da ber xu hat ber qesra mîrê mezin û çû ramîsa lingê mîr, go: “min li çolê kerîyê xu spart edaleta te, ez raketim, çaxa rabûm mi pezê xu jimart pênc pez gura xwarîye, ez nuka pezê xuna ji te dixwazim.” Mîr gilîyê wî guhdarî kir pênc pez da şivan.

 

(Mîr) go: Şivano! Çend sekmanê min ê emirgirî bila dû te bên, çîyayê ku tu lê raket rê wan bidî bi wan ra li guran bigerin.

 

Şivan çû ji sekmanê Mîr çendek eciband, bi xu ra bir li wan çîya û newala gerîyan, çend gurê har dîn û kuştin.

 

Şivan pezê xu jî girt, gura jî kuşt, mîrê wê wextê jî bi wî holê xu mezin û edata xu rê şivan da.

 

… Bi gora eqlê mirovan bi wan ra bipeyivin (Hadîs)[35]    

 

Di hejmara dawîn a Rojî Kurd da bi sernavê Çîrok fablek ji alîyê Babê Roşo ve hatîye nivîsandin. Berhema duduyan a folkloric a vê kovarê ev çîrok e. Meriv dikane vê çîrokê jî wek nimûneyek pêşdabirina karên folklorîk helbisengîne. Şêr, Rovî û Mişk lehengên vê çîrokê ne. Şêr û Rovî li cihekî rastî hev tên. Rovî bi dek û dolaban Şêr girê dide, xwarina wî dixwe, ê mayî dide hevalên xwe û bêyî ku wî vebike ji wê derê diçe. Mişk tê hawara Şêr, werîsê pê girêdayî bi didanê xwe dikoje, ji hev dike û Şêr serbest dimîne. Şêr tiştên hatine serî nikane li xwe dayne, “Bê ez girêdayê rovî ye. Bê ez berdayê mişk e. Le’net li wî emrî bit” dibêje û xwe dikuje. Berhevkar bi van gotinan çîroka xwe bi dawî dike: “Dibêjin qisekî hissek girtin. Belê heke we ê wî ji rovî re bibin esîr. An ji mişk re xweyî minet. An şiwar, çava vekin bi eqil û kîyasetî her xerabîyê bibînin û nekevin. An vê deveyê biçêrînin an ji vî welatî derkevin”.[36]

 

Abdulazîzê Baban di nivîsa xwe a bi navê Edebîyatimiz ve Ediplerimizden Bir Rica (Edebîyata Me û Tikayek ji Edîbên Me) da grîngîya hişyarbûna milî a bi rîya edebîyatê bi destên helbestvan û nivîskaran tîne zimên. Nivîskar dixwaze edîbên kurdan jî mîna edîbên alman, îtalyan, yûnan, sirb, bûlgar û japonan bi berhemên xwe ên edebî gîyana serkefinê bidin miletê kurd. Di nav edîbên kurdan da Hacîyê Silêmanî wekî nimûneyek serkeftî ê di vî warî da nîşan dide û dibêje bi kulîlkek, du kulîlkan buhar nayê, serketin pêk nayê. Peywist e em hemî edîbên kurdan êdî hunerê ji bo milet bikin, ne ji bo hunerê.[37]

 

 

 

Ji nav û mexlesên nivîskarên Rojî Kurd tê têgihîştin hemî mêr in. Tenê nivîskarek bi nav an jî mexlesa Xezal dibe ku jin be. Ji ber ku ji demên berê da heya îro kurdan navê Xezal li qîzên xwe kirine. Li dawîya nivîsa Xezalê her çiqas tê gotin ku ew dê nivîsa wê di hejmara duduyan berdewam be jî mixabin eynî mîna hîkaya Fuat Temo, Çîrok, di hejmarên din da berdewamîya nivîsê tune ye. Xezal ne Osmanîparêz e. Ji naveroka nivîsa wê tê têgihîştin ku neteweyek biserêxwe dixwaze. Rexnên Xezalê ên di derbarê giregirên kurdan da bi rastî hêja ne. Di derbarê rewşa kurdan a destpêka sedsala bîstan da, sebebên wê û çarên wê da ramanên wusa anîne zimên: “Îro, ereb, rom, fille, hemû xelkê ku di bin navê Osmanlî û îslamê da ne, tevda xwe û mezinê xwe nas kirin, xebitîn pêş da çûn, tenê tenê em xûlêr kurmanc şûn da man. Çi civatek, çi xwendinek, çi kîtabek, çi jî navek çêyî ji xwe ra nedîne; tenê kurmanc nebûne xwedî tiştek. Çend sal berê vîya mezinê kurmanca du-sê civatan vekirine,  zanin van çer kirin? Ez ji we ra bêjim: Qasî çend sed gîhandin hev. Dawîyê ez mezin im, tu piçûk î gotine - vaya  nexweşîyekî kurmanca tev da- li hev nekirine, fena mistek nok li erdê bela wela bûne bi vaya ne bona navê qerara, bona navê kurmancî xerabî kirine, navê kurmancî birine gîhandine heft qat binê erdê. Em zaroyê kurmanca ponijandin em’ê tevda vî navî çito rakit, bi rê xin, bifêritin, bînin esmana vaya bû. Hîn salek nebû em hatin cem hev me şêwr û mişêwra xwe kir, me bi hev ra qise kir, me xist serê hev ku ji me ra civatek lazim e. Me dest da hev; me pirs da hev, hemû bi hev ra em xebitîn; me serê xwe li kevira, zinara xist me civatek vekir bawerîya we ji Xwedê hebe xenc çend can kurmanc heya îro yek tenê ji mezina nehat û nego hûn kî ne, çi dikin? Çi lazimîya we heye…  Gelî mîran û axalerên kurda em tiştekî dixwazin: destê cîyê hewqa besê, werin gorî fizar û sî xûna bikin em hemû kurmanc mezin di piçûk, kal û cuwan dest bidin hev bi hev ra bixebitin wê çaxê çireyê pêşîya me’ê bişewite, ronkayî bibî em’ê tim û tim pêş da biçin va dewletê me wê çaxê  hebin pir wê ji me xizmet bîne em’ê hebin pir kurê wan bin çê û xerabê xwe û bi hev biguhêrin tu carî kesê nekanî bikeve orta me û hukumata me be. Na ku em dîsa fena berê xwe û hevûdu bixapînin, goh nedin ser tiştekî, kiryarê xwe nekin, bê ziman, bê kitab bisekinin, devê xwe vekin ban Xwedê kin, nexebitin; em’ê yekcarê rê da bixalifînin, ber xu yekcar tarî bikin. … Em nexebitin; çavê xwe naçar venekin bawer bikin Xwedê nastrîne…”[38]

 

Bulgaristanli Dogan, bi nivîsa xwe a bi navê Milletinize Karşi Vazifeniz (Peywira We A Ji Bo Miletê We) bangî cuwanên kurdan ên rewşenbîr dike. Ji cuwanên kurd dixwaze ku miletê xwe di warê raman û economyê da pêş da bibin, mîna rewşenbîrên Osmanî ji milet dûr nejîn; xwe bi ser gel ra negirin, pozbilindîyê nekin: “Îro hûn rewşenbîrên kurdan ji her kesî rindtir dizanin ku mezîyetên ideologic û economic ên miletê me di astek grîng da ninin… Hûn vîya hîç ji bîr mekin, di vê sedsalê da miletên nû hişyar bûne an jî ên li ber hişyarbûnê ne, miletên ku sinifa rewşenbîr di nav xwe da didin jiyîn in… Û bawer bibin ku bi vî awayî hûn dikanin miletê xwe ji nû ve vebijînin. Hûn di vî warî da cuwanên Osmanî teqlîd mekin. Wan hîç nekanî dabikevin asta milet. Û her dem ji jor bang kirin. Ramanên ku milet nikane têbigihê bi zimanekî ewê nikanibûya jê têbigihê xwastin bi gel bidin têgihîştin. Di demên zor ên milet da ji dûr ve temaşevantî kirin. Ji ber vê yekê milet hîç nas nekirin, milet jî ew nasnekirin. Her dem bi çavê kesên bîyanî li wan nihêrî. Di encama vê da miletê turk bi sedsalan ji ronakbûna çîna rewşenbîran û ji rêberîya wan a rîya rast bêpar jîya. Ji alîyê fikrî û aborî ve ket û ket. Divêt hûn vê şaşitîyê nekin. Peywist e hûn ji vê felaketa miletê turk ders bigirin.”[39]

 

Xelîl Xeyalî bi mexlesa M. X bi sernavê Bextreşî û Mehrûmîyeta Kurdan ramanên xwe ên di derbarê bêxwedîtîya kurdan da anîne zimên. Nivîskar bangî şêx, mela, feqî, mîr û reîsên kurdan dike, ji wan dixwaze ku rêbertîyê ji miletê xwe ra bikin: “Şêxê di me,  melayê di me, feqîyê di me, mîrê di me, serek û reîsê di me îro ji dil dizanin, pêdihisin ku çar alîyê me agirek girtîye, qenc û xerabê me dişewitin, li hewar û gazîya me da kes nayê, me xelas nake. Bila ew rabin, dest bidin hev xudanî li me perîşan, li me derbederan, li  me mehrûman bikin, me ji wî agirê bê eman xelas bikin, rîya felatê nîşanî me bêçareyan bidin… Feqet dilê pur derê min ji mi ra dibê ku ew cûz ku tu dibêjî eger rast bûya heya nuha yek ji wan ji bo xatirê Xwedê û Nebî li kurdîyê xweyî derketa xudanî li kurdan bikira li ser rîyekê danîya heya mehşerê  navê xwe di bernaweî tarîxan dikir. Rehmeta Xuda lê be: Ehmedê Xanî sêsed sal berê da binêrin çi gotîye:

 

Kurmanc ne pur di bê kemal in

 

Emma di yetîm û bê xudan in

 

Fîlcumle ne cahîl û nezan in

 

Belku sefîl û bê xudan in

 

Ger dê hebûya me jî xudanek

 

Alîkeremek letîfedanek

 

Îlm û huner û kemal û îzan

 

Ş’er û xezel û kîtab û dîwan

 

Ev cins bibwa li ba wî me’mul

 

Ev neqd bibûwa li nik wî meqbûl

 

Min dê elema kelamê mewzûn

 

Bilind bikira li banê gerdûn

 

Bi navê ruhê Melê Cizîrî

 

Pê hey bikira Elî Herîrî

 

Keyfek we bida Feqîyê Teyran

 

Hetta bi ebed bimayî heyran

 

Çibkim ku qewî kesad e bazar

 

Nînin ji qumaşî ra xerîdar[40]

 

Di hejmara dawîn a Rojî Kurd da dewama nivîsa Xelîl Xeyalî, Bextreşî û Mehrûmîya Kurdan hatîye weşandin. Di destpêkê da mîna mamostekî dersa edebîyatê bide, di derbarê helbestvan û zanyarên kurdan da zanînê dide xwendevanên kovarê.

 

Xelîl Xeyalî di dawîya nivîsa xwe da dixwaze berhemên edebîyata kurdî ên ku di destê gel dane werin berhevkirin. Her çiqas nivîskar rasterast bi nav neke jî dixwaze tarîx, an jî anthologya edebîyata kurdî were nivîsandin: “Ehmedê Bateyê, xudanê Mewlûda Şerîf, mezin û piçûkê kurmancan pê deranî. Şex Ûbeydullahê Nehrî quddîse sirruhul alî, îlmîhalek kurmancî ji bo zarokê Kurmancan çê kir bi par bifire hatîye çapkirin. “Ehmedîye û dîwana Ehmed Kor Seblaxî û dîwana Melayê Cizîrî jî meşhûr e. Nehculenam a Mela Xelîlê Sêrtî zav rind e. Ji eqaîd behs dike. Hezretî Hacî Ebdulqadirê Koyî quddîse sirrûhû samîji yarek xwe xilafê adet halek bîstîye çend xeberek nezm kiribe munasîb meramim hat ji bo wê qas li jêr min nivîsand:

 

Keçî ku bîne got we yad im

 

Pê mekit aya çi tewn e ustad’im

 

Weku bîstê mislê hewr buhar

 

Hate giryan û pê ketim ey yar

 

Alimê çak man hemû fewtan

 

Ehlê futwê misafirê mewtan

 

Take qur-an bi xwînerê bi seda

 

Redî eh enhûm ebeda

 

 

Ew kurd ku Xudan xîret be û tê da xîret û mêranîya kurdîtî hebe, lazim e ku me’nay bit Hacî Ebdulqadir bizane çiqa ji destê wî bê ji bo kurdan bixebite. Heya nuha kes ji bo kurdan û xahuma ji bo zarokê wan karek nekirîye. Navê şaîrê wan, şêxê wan, navdarê wan nenivîsîye.

 

Beyt ku bi zimanê kurdî hatîye gotin, kitêb ku hatîye çêkirin, heya nuha çap nebûye, ji bo wî qas kesek şêx û mela û şaîrê kurdan nas nake. Eger eserê wan bihata çapkirin, dihatine naskirin.

 

Îro li ser temamê kurdan ferzê eyn e ku bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin. Şêx û mela û şaîrên xwe bizanin, şiîrên wan kitêbê wan li çapê bidin û bela bikin.  Ew kesê ku di ba wan şi’r û kitêbê kurdî heye bila bişînin û yek jî xudan bit û kitêbê kî ye, di ji ku be di kengê hatîye dunyayê, di kengê mirîye û navê wî çîye wî jî bila binivîse.

 

Eger em mezinê qewmê xwe nizanibin û li wan rehmeta Xudê neynin û xweyîtî li wan nekin, kurdê me, nevîyê me jî li me rehm nakin, me feqîran, me neçaran bi bîr naynin.

 

Emê lem aleme baqî bimînî

 

Bi çakî helî tehsîl nawe

 

Eger çi zanay esrar û wurdî

 

Melê bo çî xeberet nûsî bi kurdî

 

Zibanê xeyr xoman hinde nûsî

 

Le beyn mîletan buwîne mecûsî

 

Ji bo mirov jê re be xeyret be hewqa bes e.[41]

 

            M. Bedirxan di nivîsa xwe a bi sernavê Gençlige Hurmet (Ji Cuwanan ra Hurmet) da welatparêzîya cuwanan anîye zimên. Nivîskar cuwanên kurdan wekî rizgarên kurdayetîya nexweş û ketî bi nav dike û dibêje, ev zarên cangorîyên Kurdistanê heke hebûna kurdayetî û Kurdistana îro jê tiştek nemaye û xwedî tu hêjahîyekê nine vebijînin helbet ev ji bo hemî kurdayetîyê karekî bi rûmet e. Heke nikanibin vê pêk bînin ew dê zirar çi be? Ewê ev tunebûn dîsa û her û her tune bimîne. M. Bedirxan pesnên welatparêzîya cuwanên kurdan ên ku biryar dane kurdayetîyê bijîn û bidin jîyandin dide, û piştgirîya wan ji bo her kurdê ku dixwaze mîna kurdekî bijî û bi hebûna kurdayetîyê ra têkildar in wekî pêdivîyek hebûn û tunebûnê bi nav dike.[42]  

 

Ehmed Muhsînê Banî Erdelanî di nivîsa xwe a bi navê Le Tarîkî Bo Ronakî da ji bo pêşveçûna miletê kurd sê tiştan ji Cemîyeta Hêvî dixwaze:

 

1. Himet û bereketî meşayîx û ilma û teşwîqîyan.

 

2. Eşa’ar, edebîyat, tarîx, derbul mesel.

 

3. Îane[43]

 

Xelîl Xeyalî bi mexlesa M.X, di nivîsa xwe da bangî zar û nevîyên mezinên kurdan dike, ji wan dixwaze ku mîna bav û kalên xwe li gelê kurd xwedî derbikevin, ji derdên wan ra bibin derman. Nivîskar ramanên xwe ên di derbarê pêşvebirina miletê kurd da wusa anîye zimên: “Gelî mezinê kurdan! Hûn qenc dizanin ku bab û bapîrê we mezinahîya “kurdan” ji bo xwe şeref zanîye û gava qewimîye, di rîya wan da û di rîya musulmanî da malê  xwe, canê xwe daye. Şahidê vê qiseyê jî tarîx e. Îro çi çirîyaye û çi qewimîye ku hûn wekî wan mezinahî li kurdan nakin, rîya heq-neheqî nîşanî wan nadin… Birayê me ereb û turk, çawan li musulmanîyê dixebitn, qewmê xwe şîyar dikin, mekteban vedikin. Hûn jî wusan bikin. Nav kurdan da tu neyarîyek tu dujminîyek nehêlin.

 

 

“Beyta 11an

 

“Bes li derdora me ji gelên bi navê musulman, zaf gel û leşker hene. Êdî wekî tavîya zîpika buharê bi ser me da dibarin, xwe di ber hev da dikin kalî, pirî nîjadê kurdan kokbir bike.”[44]

 

Xelîl Xeyalî bi mexlesa M.X. di nivîsa xwe a bi navê Gilî û Gazin da rexne li kurdên li bajaran asîmîle bûne digire, ji wan gilî û gazinan dike. Nivîskar ji wan dixwaze ku li miletê xwe xwedî derbikevin: “Gelî xelkê bajêr: Em û hûn di gundekî da, di nav eşîrekê da, birayê hev bûn. Şîna me, şayîya me, hewar û gazîya me yek bû. Em bi hev ra radibûn û rûdiniştin. Me li hev dawa mezinayî û piçûkî nedikir. Zaroyê me bi hev ra şivanî û gavanî dikirin. Keç û jinê me bi hev ra diçûne bêrî û kanîyan… Xelk çawa xweyîtî li cinsê xwe dike hûn jî li me wusan xweyîtî bikin. Bi derdê me xemî, bi şayîya me şa bin…  Di rîya Xudê da gelî xelqê bajêr, esl û bestê xwe wenda mekin. Di nav alemê da xwe û me caris mekin. Ji me gotin; ji we bîstin.”[45]

 

Di nav kurdan da tunebûna yekitîyê sed sal berê jî pirsgirêkek grîng bûye. Ebdulkerîmê Silêmanî ji vî derdê giran ra perwerdehîyê wekî dermanê herî grîng bi nav dike, dibêje ku perwerdehî nebe milet jî nabe: “Esasen ême qewmekî bê îttîfaq in. Sebebî bê îttîfaqî man hîlal şûwê cejn dîyar e. Goreke man ta îro bê mearif îttîfaqîyan nebûwe… Cehalet derdekî bê eman e. Xuda her tûşî duşminî bika. Feqet dermanî cehliş zor seh e. Mearif. Mearif çend le terqe dabî, milet ewinde kamil dibî. Mearif çend teemmûm bika milletîş be goreê ewe henga û henga tewessû dika. Mearif bî milletiş dibî. Belkî bê emsaliş dibî. Mîsalî ême îngilîz e. Îngilîz ewin da pir le mearif e kele sedî du peyayî cahilî nîye. Û îmro ke halîme be ser kureê erza hemû le ber îlm û îrfan e. Mearif ke nebû miletiş nîye.”[46]

 

Nivîskarê bi mexlesa X. di nivîsa xwe a bi navê Dertlerimizden Nifakimiz (Ji Derdên Me: Nîfaka Me) da bal kişandîye ser rewşa rêzanên kurd ên ku ji bo parastina dewleta Osmanî  û berî wê dewletê îslamê ên din her tişt kirine; di sînorên wan da bi artêşên xwe her dem parêzkarîyek bi hêz kirine, lê di nav xwe da ji nîfakê, ji bihevketinê û rijandina xwîna hemnîjadên xwe xelas nebûne. Divêt kurdayetî têbigihê ku bi xerabîyê îro êdî nikane peywira dînê îslamê dayêye bi cih bîne. A herî grîng jî ew e ku divêt hemû kurd bizanibin ku rizgarî di pelixandina hev û din da nine; tenê û tenê di xebatek bi hev ra a bi aheng da ye.[47]

 

Ergani Madenli Y.C di nivîsa xwe a bi navê Kurtlerde Kadin Meselesi (Di Nav Kurdan da Mesela Jinan) da bi awayekî giştî hişyarîya jinan, bi taybetî jî rewşa jinên kurd anîye zimên. Alîyê herî balkêş ew e ku nivîskar sed sal berê analysek gelek realis û li gor pîvanên zanînê kirîye. Nivîskar di derbarê hişyarîya jinan a li welatên rojavayî, Europa, America û welatên Asyayê, Japonya û hinekên din agahdarî dide. Hereketa jinan a li dewleta Osmanî lawaz dibîne. Y.C. di nivîsa xwe da jinên kurdan û jinên miletên din dide ber hev. Jinên kurdan li gor jinên miletên din ên Osmanî xweştir dijîn. Jin di nav kurdan da wekî alîyê bê guneh tê bi nav kirin. Di şeran da kes nikane dest bi jinan bike, di nav alîyan da serbest digerin. Heke li gundekî jinek rastî êrîşeke herî piçûk jî were hemî gundî bi hev ra ji bo parastina heqê wê jinê têdikoşin. Cihên ku mêr ditirstin tê ra derbas bibin jin bi şev û bi roj bi hêsanî bêyî ku rastî astengîyekê bên diçin û tên. Jinên kurdan di jîyana rojane da li gel mêrê xwe her karî dikin. Li gund û bajarên kurdan tesettur jî di astek maqul da ye. Jin bi tu awayî di nav çewalên qalin da girtî ninin. Bi serbestî digerin, ji hîç êrîşekê natirsin. Tenê di awayê mêrkirin û markirina jinan da problemek heye, divêt jê ra çareyek were dîtin. Rewşa jinên miletekî pîvana pêşketin û şûndamayîna wî miletî nîşan dide. Asta pêşketina miletan û merivan her dem li gor derenca xweşîya jîyana jinan dîyar dibe.[48]

 

Necdetê Dîyarbekrî bi nivîsên xwe ên li ser pêşdabirina zîraetê balê dikşîne. Nivîskar di nivîsa xwe a ji bo hejmara pêşîn a Rojî Kurd nivîsandîye da dixwaze rê bide ber cotkarên Kurdistanî, dixwaze wan ji makînên nû ên çandinîyê haydar bike daku bikanibin ji zevîyên xwe zêdetir berhem bigirin û pê debara xwe bikin. Li gor nivîskar cotkarên kurdan pir şûnda mane. Ji bo ji vê rewşê xelas bibin divêt dev ji bikaranîna haletên xwe ên kevn berbidin û makînên nû bikirin û pê kar û barê xwe bikin. Necdet ramanên xwe ên di derbarê cotkarîya kurdan da wusa anîne zimên: “Îro destê me da tenê aletek winî heye. Ev jî kalê me ê kal dîyîne “Hz. Adem Aleyhîselam” çêkirîye. Em bi destê xwe ve bernadit… Erdê me pirr e. Xwelîya me baş e, ava me heye. Em çi ji wan kar dikin? Bêtirîn. Çarekê bihesînin! Îro ji alîyê din da yek diavên çil hiltînin… Şuxulandina makînê baş e, ne xerab e, nekete ye! Kî ji me bibêje ku meşxulyetin gune ye, evîya derew dibê, tiştekî nizane… Sakûlê xwe bila bişînin xwendinê. Van lawê me ên li ser cotkarî bila bixwînin. Bila bizanin, baş bên nava Kurdistanê bixebitin.”[49]   

 

Di nivîsa xwe a bi navê Erdê Me da nivîskar Fikrî Necdetê Dîyarbekrî di derbarê kêmasîyên cotkarên kurdan û çarên wan da ramanên xwe anîne zimên: “Em zû da hemû li ser wî dikolin, li binîya wî ra destê me nagîje, başê wî li binî dimîne her sal. Her sal ew serî ji me ra ewqas tov dide, fayda wî qedîyaye. Lewma em hindik distînin… Makîne çêkirine, bi carekê da xwelî tol dike. Xwelîyêkî ji binê erdê tol dike, serê wî jî davê li bin, lewma kolandina makînan baş dibin. Genimê wî jî baş dibe, xurt dibe.”[50]

 

Nisêbîn, 2013

 

 

 

 

 



[1] Malmîsanij û Mahmûd Lewendî, Li Kurdistana Bakur û Li Tirkîyayê Rojnamegerîya Kurdî (1908-1992), Oz-Ge Yayinlari, Istanbul, 1992, rp. 53

[2] Seîd Verroj, “Pêşekî”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, rp. 9

[3] Marûf Xeznedar, “Mînorskî: Derbarey govarî Rojkurd-Rojî Kurd” Rojî Kurd, Stenbol, 2002, rp. 10

[4] Abdullah Cevdet, “Ittihad Yolu (Birlik Yolu)” Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 2, rp. 51-53

[5] Lutfî Fîrkî, “Kurd Millîyeti”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 98-100

[6] Redactiona Rojî Kurd, “Kurd Buyukleri Huzurunda: Selahaddînê Eyyubî”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 2, rp. 58-60, h. 3, rp. 79-82

[7] Salih Bedirxan, “Onemli Şahislarin Hayati”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 3, rp. 75-76

[8] Abdullah Cevdet, “Bir Hitab”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 1, rp. 16-17

[9] Harputlu H.B, “Garpla Şark Millîyet Cereyanlari”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 1, rp. 20-21

[10] M.S. Azîzî, “Hişyar bin”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.2, rp. 64-65

[11] Kerkuklu Necmeddîn, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.1, rp. 17-18

[12] M. Salih Bedirxan, “Hulya Gerçek Olur”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.2, rp. 53-54

[13] Kerkuklu Necmeddîn, “Kurd Talebe Cemîyeti ve Kurdlerin Makam-i Hilafete Hizmetleri”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.1, rp. 18

[14] H…, “Derd ve Deva”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.1, rp. 19-20

[15] Bulgaristanli Dogan, “Milletinize Karşi Vazifeniz”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.2, rp. 48

[16] Abdullah Cevdet, “Bir Hitab”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.1, rp. 16-17

[17] Babanzade Îsmaîl Hakki, “Kurdluk ve Muslumanlik”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.2, rp. 49-51

[18] Babanzade Îsmaîl Hakki, “Kurdlugun Tealisi”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.3, rp. 73-75

[19] Xelîl Xeyalî (M.X), “Ziman” Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.3, rp. 94

[20] Xelîl Xeyalî (Modanî X.) “Ziman û Nezantîya Kurdan”, (helbest: Hecî Qadirê Koyî), Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.2, rp. 67-68

[21] Xelîl Xeyalî (M.X.), “Bextreşî û Mehrûmîya Kurdan”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 3, rp. 94

[22] Ebdulkerîmê Silêmanî, “Mindal Bo Çi Zû Fêrî Xwendin Nabî”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.1, rp. 33

[23] Ebdulkerîmê Silêmanî, “Mindal Bo Çi Zû Fêrî Xwendin Nabî”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.1, rp. 33-34

[24] Fikrî Necdetê Dîyarbekrî, “Xebat û Xwendin”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h.3, rp. 69

 

[25] Salih Bedirxan, “Berî Şûr Qelem” Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 3, rp. 89

 

[26] Salih Bedirxan, “Berî Şûr Qelem”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 3, rp. 92-93

[27] Fuat Temo, “Çîrok”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 1, rp. 36-38

[28]  Fazil Muxlîsê Eşîr Milî, “Xwendin û Xebat”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 1, rp. 44

[29] Şairê Şihêr Merhûm Şêx Riza, “Pîrozname”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 2, rp. 65-67

[30] Şairê Şihêr Merhûm Şêx Riza, “Pîrozname”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 2, rp. 67

[31] Îdrîs Made, “Dîwana Şairê Şiîr Hezretî Nalî”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 1, rp. 42

[32] Akîf Beg, Rojnama Sebîlurreşad, Tercûman: Xelîl Xeyalî (Modanî X.), “Hewar û Fîzar Misilmanî”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 2, rp. 70

[33] Ji Rojnama Nereul mensûr Tercûman: X. Serî Zer, “Te’lîm û Terbîye”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 119-120

[34] Ekrem, “Berê û Nuha”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 122

[35] Mudirê Mesûl Ebdulkerîm, “Çîrokê Kurmanca”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 3, rp. 95

[36] Babê Roşo, “Çîrok”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 121

[37] Abdulazîzê Baban, “Edebîyatimiz ve Ediblerimizden Bir Rica!”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 107-108

[38] Xezal, “Dema Kalê Me, Çaxa Me Dema Tê”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 1, rp. 38-40

[39] Bulgaristanli Dogan, “Milletimize Karşi Vazifemiz”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 2, rp. 47-48

[40] Xelîl Xeyalî (M.X), “Bextreşî û Mehrûmîyeta Kurdan”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 3, rp. 93-94

[41] Xelîl Xeyalî (M.X.) “Bextreşî û Mehrûmîyeta Kurdan”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 117-119

[42] M. Bedirxan, “Gençlige Hurmet”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 104

[43] M. Ehmed Muhsînê Banî Erdelanî, “Le Tarîkî Bo Ronakî”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 112-113

[44] Xelîl Xeyalî, “Ji Mezinê ‘Kurdan’ ra”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 113-116

[45] Xelîl Xeyalî (M.X.), “Bextreşî û Mehrûmîya Kurdan”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 117-119

[46] Evdilkerîmê Silêmanî, “Her Min Bem û kesîtir Binî”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 62-63

[47] X…, “Dertlerimizden Nifakimiz”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 3, rp. 82-83

[48] Ergani Madenli Y.C., “Kurtlerde Kadin Meselesi”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 105-106

[49] Necdetê Dîyarbekirî, “Cotkarî”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 1, rp. 35-36

[50] Fikrî Necdetê Dîyarbekirî, “Erdê Me”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 3, rp. 89