Hîob û Wergera Wêjeyî
Hîob û Wergera Wêjeyî
Dema weşanê: Adar 18, 2019, 7:13 Dîtin: 815
'Hîob' û Wergera Wêjeyî 
‘Êş dê wî biaqil, nexweşikî wî dilsoz, hêrs wî nerm û nexweşî wî xurt bike.’ 
Hîob Rp: 193 
 
Romana ‘Hîob’ (Romana Zilamekî Asayî) ya Joseph Roth, ji aliyê kek Husên Duzen ve ji almanî li kurmancî hatiye wergerandin. Wergerek serkeftî û gelek hêja ye. Siheta kek Husên Duzen xweş, ku vê berhema hêja wergerandiye kurmacî û kirasekî kurdî/kurmancî lê kiriye. Min bi keyfxweşî û bênavber romanê qedand. Piştî ku min romanê qedand, inca jî di guhê min de tinginiya peyvên kurdî dest pê kirin. Bi rastî jî, piştî xwendinê di hişê meriv de tinginiya peyvan ya harmonîk, xwe dibe û tîne. Di dema xwendinê de jî, peyvên Kek Husên Duzên ku hercar digo; ‘wergera wêjeyî, ne wergerandina peyva ye; bêtir veguhestina atmosfera berhemê ye.’her di hişê min de bûn. Axirê, meriv dibîne ku kek Husên Duzen ne beradayî wiha gotiye. Pêdiviya zimanê me, bi wergerandina berhemên wiha xweşik gelek e û ez hêvîdar im ku berhemên bi vî rengî zêdetir bibin. Çimkû bi saya berhemên wiha, em bêtir kulturên biyanî nasdikin û nêzîkî wan dibin. Spas ji kek Husên Duzen û Weşanxaneya Rûpelê re.

Ali Gurdilî 
felsefevan@hotmail.com 
07.03.2016