Derbarê Pirsa Rêzdar Orhan Agirî de Çend Têbinî
Derbarê Pirsa Rêzdar Orhan Agirî de Çend Têbinî
Dema weşanê: Adar 14, 2019, 8:59 Dîtin: 877
Derbarê Pirsa Rêzdar Orhan Agirî de Çend Têbinî
Pirsa Orhan Agirî: Mamoste ez ê pirsekê bikim, min berê jî ew pirsîbû: gelo çi têkilî heye di navbera ramana Hegelî ya tez-antitez-sentez û baweriya xristiyanî ya bav-kur-giyana pîroz de? Her weha bi raya te, gelo Hegel di bestin û darashtina vê ramanê xwe de di bin bandora vê baweriyê xristiyanî de maye? Pê re jî, li gorî nêhrîna te, aya ev bawerî (bav-kur-giyana pîroz) teqabulê çi rastiyeke ontolojîk dike di nezera felsefeyê de? Beriya ji bîr bikim, dixwazim bibêjim Sartre bixwe jî mîna nikare ji vê aspekta sêgoshe derbikeve gava hewl dide statuya xweser a ‘zanîn’ê rave bike, ew jî her dimîne de nav vê çeqûberê de: ‘reflet-refletant-reflexion’ (ya diteyise -ya diteyîsîne- teyisîn anku hizirandî- dihizire -hizir). Bi min wisa dihêt ev meseleya teslisê xwediyê dîmeneke ontolojîk a gellek kûr e, lewma nêrîn û ramana te pir girîng e ji bo min li ser vê mijarê. Silav û spasiyek mezin bo cenabê te.
 
Bersiva Ali Gurdilî: Bi armanca balkişandina ser mijarên felsefeyê û xurtkirina danûsitandina xwendeyên kurdîziman, beriya çemd rojan(04.06.2018) min li ser hesabê xwe ê facebookê vê agahiyê weşand: Bi awayekî perîyodîk, ez ê bersiva pirsên we yên derbarê felsefeyê de bidim û di bloga xwe de biweşînim. Tenê divê pirsên we bi kurdî bin û pirsên felsefî bin. Dibe ku bi vî hawî, em ê baştir bikaribin bala xwendeyên kurdî bidin ser mijarên felsefeyê. Pirsên xwe li vir bipirsin, ez ê bi baldarî bişopînin û not bikim. Bi hêviya rojên azad, xweş û geş, her şad û bextewar bin.
Pirsa yekem ji aliyê nivîskar û felsefenas kek Orhan Agirî ve hat pirsîn, ku ev ê pirsa wî, hem min bextewar kir û hem jî, hêviya min mestir kir. Û dîsa vê pirsa wiha kir ku ez li felsefeya Hegel, felsefeya Filehtîyê, li ramanên Numenios û li felsefeya Jean Paul Sartre vegerim û li gor zanîn û têgihiştina xwe, bikaribim bersiva vê pirsa xweşik bidim. Çimkî heke meriv bihekî berfireh negre, nikare bersiva vê pirsê bide. 

Çavkaniya Sêmediya Filhetiyê (Bav, Kur û Ruhê Piroz)
Desta ewil, divê ez bibêjim ku çavkaniya sêmediya (teslis) filhetiyê (Bav, Kur û Ruhê Piroz) ramanên Numeniosê feylesofê yewnanî ye. Numenios feylesofekî neoplatonparêz e û B.Z. di sedsala 2an de jiya ye. Ramanên wî yên derbarê vê mijarê de, bi navê  ‘Hînweriya Rêzepergala Xwedayî (Doctrine of Divine Hierarchy)’ tê zanîn û bi bi nêrîna turumê (çêbûna heyînan, peydabûna heyînan) a feylesofên neoplatonparêz, bûye bingeha dogmeya Sêmendîya Pîroz (Kutsal Üçleme, Teslis) a filehtiyê. Li gor vê hînweriyê, meriv dikare behsa sê xwedayan bike: Xwedayê yekem, xwedayê prensîbê yekem ê hebûnê ye (protos theos). Xwedayê yekêm, hemin xwedayê çalakiya ramanê a xwerû ye jî (nous) û bi tu hawî dest nedaye çêbûna dinyayê yan jî, roleka wî di çêbûna dinyayê de tune. Li vir wiha xwiya dike ku Numeniosî, îdeaya başiyê a Platon û xwedayê ku Arîsto wî tesewir kiriye, kiriye yek. Xwedayê duyem, Demiurgos e ku di kitêba xwe ya Timaeosê de, Platon behsa wî dike. Demiurgos para xwe ji xwedayê yekem girtiye û bi vî hawî, bûye xweda û şekil daye madeya ezelî a bêform (geneseos arkhe). Li gor nêrîna Numeniosî xwedayê sêyem jî, ew dinya a ku ji aliyê Demiurgos ve hatiye afirandin, e.
 
Di Ramanên Hegel de Filehtî û Sêmendiya Pîroz
Li gor nêrîna Hegelî, dînê esas filehtî ye û qîmetê nade dînek din. Çimkî bala wî, zêdetir li ser dînê filehtiyê ye.  Di berhema xwe ya bi navê ‘Dersên Li Ser Felsefeya Dîn’ (Vorlesungen Über die Philosophie der Religion) ê de dînê filehtiyê, mîna dînê mitleq dibîne û dibêje ku filehtî, dîneke ‘wehîyê’ ye, wate nazil bûye. Bi gotineke din ev din; ‘dînê heqîqet’, ‘dînê azadiyê’ û ‘dînê lihevhatinê’ ye. Li gor baweriya Hegelî, di dînê mitleq de têgih (koncept, kavram) û realîte, ruhê bidawî û ruhê bêdawî, yek û eynî ne. Ruhê bêdawî ku mîna têgiheke mitleq hatiye destnîşankirin, mijara ruhê bidawî ye. Va ye, têkiliya di navbera ruhê bidawî û bêdawî de, dînê mitleq bi xwe ye. Di vê xalê de, ruhê bidawî, ji ruhê bêdawî tê hesibandin. Hegel dibêje ku meriv di dînê filehtiyê de xwediyê hêza zanîniya Xwedê, daketina dinyayê a Xwedê û îmkana xwenasîna xwe a mirovan heye. Ev zanînî ber bi ruhê bêdawî (Xwedê) ve, berzbûna ruhê bidawî (dawîdar, mirov) ye. Di vê xalê de ruhê dawîdar, ji ruhê bêdawî ne cihê ye. Ew, cureyeke dawîlêanîna ruhê bêdawî ye. Ruhê dawîdar, encama cihêtiya ruhê bêdawî (xwedayî) ye. Aqlê mirovî, mîna hişê Xwedê (şiûr) xwe dertê holê. Bi vî hawî jî, ruhê mirovî dibe ruhê xwedayî. Wate ruhê dawîdar hildikişe ruhê bêdawî, bi ruhê bêdawî re dibe yek û yekîtiya xwe pêk tînin. Çimkî ruhê mirovî ê dawîdar, ruhê Xweda ye. Lêbelê li milê din, dema ruhê dawîdar ber bi ruhê bêdawî ve hildikişe, ruhê xwedayî dîsa bi xwe dihise û li xwe vedigere. Xwedê di zanîniya mirovî de ku jê ye, bi xwe dizane; bi vî hawî bîrewerîya (bilinç, cosciousness) xwerû a Xwedê, vediguhere bîreweriya mirovî ya ku jê (Xwedê) ye. Bîreweriya xwerû (resen, xwedayî) bi riya ruhê dawîdar, dibe alavê danûstandina Xwedê û Mirovan. Di vê xalê de dîn ne îcada mirovî ye, dînê Xwedê ye û nazil bûye.  Dîyalektîka sêqolî ya Hegelî ji bo dînê mitleq ê filehtiyê, gelekî guncan e. Çimkî Hegel, bi zanetî dogmeya filehtiyê a Sêmendiya Pîroz tevlî felsefeya xwe kiriye. 

Di dînê filehtiyê de ku Hegel bi wekî mitleq diwesfîne, sê (3) qad hene:
1- Xwedayê ku di xwe de ye û ji bo xwe (an und für sich) heye. Xweda, di vir de beriya afirandina dinyayê ye, ji bo xwe ye, di xwe de ye û li derveyê dinyayê ye.
2- Xulîqandina dinyayê.   
3- Demajoya lihevhatinê: Di vê qonaxê de, Xwedê ruhê civakê ye. Heke meriv vê yekê bi awayê akîdeya teslis bibêje:
a. Hikumraniya Xwedê
b. Hikumraniya Kur
c. Hikumraniya Ruhê Pîroz.
Li cem Hegel ev cudahî, vebûna rihê mitleq e, jiyana ku di xwezayê de hêşîn dibe ye. Ev ramana (idee) gelemperî di kategorîyên mantiqa Hegelî de ‘Gelemperîtî’, ‘Cudatî’, û ‘Yekîtî’ ye. Axirî, meriv dikare bibêje ku di ramanên Hegelî de Xwedê, bi awayekî dîtbar (somut, concrete) û nedîtbar  (soyut, abstract), xwe ragihandiye mirovan û ji ber ku ruhê xwe daye mirovan, filehtî dîne herî vekirî û bêhempa ye. Çimkî dînê filehtiyê, çareseriya temamiya xaçepirsan daye mirovahiyê û ne dînek razmend e. Bi vê ramana xwe, Hegel sîstema felsefeya xwe û filehtiyê, dixwaze ku mîna hev nîşan bide. Çimkî dîyalektîka wî a sêqolî (tez, dijtezî, sentez), bi Sêmendiya Pîroz a filehtiyê re gelekî lihevhatî ye. Çimkî ramana (idee, tez) wî, di filehtiyê de dibe ‘Xwedê’, di qonaxa duyem de xweza (dijtezî) dibe Kur (Hz. Îsa) û qonaxa sêyem de jî Geist (Ruhê Mitleq) jî, dibe Rihê Pîroz (heiliger Geist) ê filehtiyê. 
 
Jean Paul Sartre jî, gelek têgihên mîna Hebûna di Xwe de, Hebûna Ji bo Xwe, Bîreweriya di Xwe de, Bîreweriya (bilinç, cosciousness) ji bo Xwe û hwd. yên Felsefeya Hegelî ji bo felsefeya xwe bikar aniye. Sartre xwestiye ku diyalektîka îdealîst a Hegel, ji Geistê cuda bike û bîreweriya mirovan, ji bi xizmeta Geistê derbixe. Bi vê yekê xwestiye ku mirov xizmeta xwe bikin, xwe bidin der û xwe pêk bînin. Mirov, beyî girêdayî yan bandûra tiştekê din, nikare bibe sebebê xwe û nikare hem di xwe de be û rewşa bîreweriya di xwe de bijî. Wate, di heman demê de nikare têbigihêje vê yekê. Lêbelê, raman berdewam dike û mirov, dîsa xwe li xeta tiştekê din dike hebûn û bîrewerî, beyî bandûreke ji derve û jê serbixwe, nikare hebûnatiya xwe pêk bîne. Lêbelê heke meriv bikaribe wê bandûra der, wekî gewhera xwe, wekî jêma û heyîneke di xwe de bi cîh bike, wê demê ew bandûra der ji holê radibe û dibe mirov bi xwe. Ew kes, dê êdî bikaribe xwe bi xwe xwe destnîşan bike û dê bikaribe bibe sebebê xwe.    
 
Ali Gurdilî
06.06.2018     
 
Jêder
1- Hegel’de Bazı Din Felsefesi Problemleri. Zaningeha Selçukê.
Teza Doktorayê. Naim Şahin. Pdf. 
2- Copleston Frederick. Felsefe Tarihi, Alman İdealizmi. cilt VII                   
Çeviri: Aziz Yardımlı İdea yayınevi İstanbul
3- Walter Kaufmann . İnsanı Anlamak. (Goethe, Kant, Hegel)
Çev: Aziz Yardımlı. İdea Yayınları. İstanbul-1996
4- Jacques D'Hont Hegel ve Hegelcilik 
Çev: Bayram Işık. İletişim Yayınları. İstanbul-1994
5- David West. Kıta Avrupası Felsefesine Giriş.
Çev: Ahmet Cevizci. Paradigma Yayınları İstanbul-1998
6- Selahattin Hilav. 100 soruda Felsefe El Kitabı.
Gerçek Yayıncılık. İstanbul-1993
7- Atilla Tokatlı. Çağdaş Diyalektiğin Kaynağı Hegel.  
Yazko İstanbul. 1981
8- G. W. F Hegel. Tarihte Akıl.  Çev: Önay Sözer
Kabalcı yayınevi 3. baskı İstanbul 1995.
9- G. W. F Hegel. Mantık Bilimi. Çev: Aziz Yardımlı
İdea Yayınevi. İstanbul 1994
11- Hegel Felsefesine Giriş, Kojéve A. Çeviren: Selahattin Hilav.  

YKY Yayınları, 1. Baskı, 2000, İstanbul.