Rastiyên bê bingeh dişibin pornografiyê. Çalekiya ku di nabêna lîstikvanên pornoyê de diqewimin rast in. Lêbelê ev rastî bi rastî jî ne rastiyek "rast e." Esasen erka wê rastiya ku ji temaşevan re pêşkeş dibe nixumandina "rastiya rastiyê ye" tam di vir de simulakr destpê dike û temaşevanê film jî jixwebêhaj di hundirê vê simulasyona xapînok de ye, ji temaşevan heye pevşabûnên zayendî bi vî şiklî ye (halbûkî ev dûrî rastiya jiyanê ye) û ji vê nerîna seqet jî fantaziyên derî adetê dizê û simulakr erka xwe bi cih tîne.
Werhasil bêyî ku ez mijarê drêj bikim dixwazim bibêjim heke mirovekî rastiyek anî ziman berî ku em jê bawer bikin hewce ye em li pratîka wî jî binerin, divê pratîka wî peyvên wî tasdîq bike. "Tişta ku mirovan dike mirov pratîkê wan in" (Sartre) Lêbelê pirsgirêka herî mezin jî di vê pratîkê de destpê dike. Mîna ku min di hevoka ewilî de got xwediyê gotinê bi pratîkek nêzî rastiyê ve wê bişibe lîstikvanê pornoyê û heke em bi wê perdeyê nehesin em ê jî têkevin dewsa temaşevanê pornoyê ku xwe bi zewqêk derewîn dixapîne! Rastî û heqîqetên veşartî li her derê ne û me dorpêç kirine. Hûn dikarin mînakan zêde bikin li siyasetmedarên dora xwe binerin, li medyayê binerin çi zanim li gotin û tevgerên dergistiyê/a xwe binerin û hwd. Ji bo ku em neyên xapandin divê em tim û tim baldar bin.
Ferhat Dayan
09.09.2019
Şîrove