Makale

Evîndarê Welat im - Cegerxwîn

2,084 Okunma

Evîndarê Welat im - Cegerxwîn

Ji bo na her kesek yarek heye é min e welatyar e

Bele çibkim di deste dijminê xwînwar û xeddar e

 

Çiqas pesnû giran bêjim nikarim ez bidim zanîn

Çeleng û nazik û şeng û şepal û şox ûcebbar e

 

Hezar wek min di vê rê de bi van derd ûkulan kuştin

Tilisma ser devê genca, di sînga min dereşmar e

 

Çi zanî qîmetê vê şengeşoxê dijminébêbext

Ne wek min dil bi top û awiré yâre birîndare

 

Eger çendan bi dest dijmin belê yara min eşêrin

Bi navê wê bilind bûme giham gerdûnêseyyar e

 

Bi wan lêvên şekerbarin bi min da soz ûpeymanek

Ji min pê ve ku dil nadî kesî ew yar e, bêçare

 

Eve soza me ji pé re ku dil her dem bidimdesta

Netirsim ez ji zindan û ji lédan û ben û dare

 

Li ser her kavili rûnim, bikim qêrîn heta herkes

Ji tamara xewê rabin bibin hozan û hîşyar e

 

Di bin lingê xwe de deynin serê dijmin wekîdûpişk

Li ser pozê xwe deynin wê gula nû pişkivîxar e

 

Di govenda me de her kes bi dilşadî bikindîlan

Li şûna héstiren çavan xuşîn bên co u cobare

 

Eve soza min û dilber eger bimrim di vê rêde

Ji vê dinya xweş û şêrîn Cegerxwîn jî, ne bêpar

 

Çavkanî: yektauzunoglu.com

Yorum