Navê Wîkîpediyayê ji aliyê gelek kesan ve hatiye bihîstin û pir tê zanîn ku çi ye jî. Ensîklopediyeke serxetê ya belaş e. Jimmy Wales, yek ji avakarên Wîkîpediyayê vê projeyê wiha dide naskirin, “Ji bo her însanekî li dinyayê, mijûlahiya çêkirin û belavkirina ensîklopediyeke belaş ya di asta bilindtirîn de”. Em jî der heqê Wîkîpediyayê de bi bikarhênerekî Wîkîpediyaya kurdî re hevpeyvîneke hazir kirin.
1 – Tu dikarî xwe bidî naskirin?
Ez Heseyn, bernavka min a li Wîkîpediyayê “Bikarhêner” e. Yek ji edîtorên Wîkîpediyaya kurdî me.
2 – Wîkîpediya çi ye, kengê ava bûye, armanca Weqfa Wîkîmediyayê çi ye, di hemû wîkiyan de bi tevahî çend gotar hene, wîkîpediya ji bo çend zimanan berdest e, rêvebirên wîkîpediyayê kî ne, kurd in an na?
Wîkîpediya li dinyayê yek ji ensîklopediyên herî bi nav û deng e. Di 15ê çileya 2001an de bi zimanê îngilîzî hate destpêkirin. Piştî sê salan di sala 2004an de beşa zimanê kurdî dane destpêkirin. Tê de bi 301 zimanan zêdetirî 40 milyon nivîsar hene.
Wîkîpediya projeyeke Weqfa Wîkîmediyayê ye. Çend projeyên Weqfa Wîkîmediyayê hene, ên wek Wîkîpediya, Wîkîferheng, Wîkîgotin, Wîkîger, Wîkîzanîngeh, Wîkîdane, Wîkînûçe, Wîkîpirtûk, Wîkîçavkanî, Wîkîcure, Wîkîmedia Commons û yên din. Lê yê ku herî zêde tê zanîn Wîkîpediya ye. Milletê me Wîkîferhengê jî rind dizane. Herwiha bi navê “WQferheng“ê applîkasyona Wîkîferhengê jî heye, ku pir hatiye daxistin (ser Google Playê ji 100 hezarî zêdetir hatiye daxistin).
Di sala 2001an de ava bûye. piştî sê salan di sala 2004an de Wîkîpediyaya kurdî vebûye. Wîkîpediya bi 301 zimanan berdest e. 304,903 bikarhênerên wê yên aktîv hene (bikarhênerên ku di 30 rojên dawîn de herî kêm yek guherandinek kiribin li ser Wîkîpediyayê, li gor 11ê sermaweza 2018an) û 78,411,563 bikarhênerên wê yên qeydkirî hene (li gorî sermaweza 2018an).
Di wîkîpediya kurdî ya kurmancî de vê gavê 23.804 gotar hene. Di ya soranî de 22,463 gotar, di ya zazakî de 9,040 gotar hene. Di navbera hemû Wîkîpediyayan de, ku bi tevahî bi 301 zimanan berdest e, ya kurmancî li dor 109an, ya soranî li dor 110an û ya zazakî li dora 145an e.
Di Wîkîpediyayê de sîstema rêvebiriyê wiha ye: Ji bo her zimanê, bikarhênerên wê zimanê ên xweqeydkirî qerar didin ku wê kî bibe rêvebir ango admîn. Yanî rêvebirên wîkîpediya bi kurdî jî kurd bixwe hilbijartine û kurd in. Ev yek dibe ku di hin zimanan de ne wisa be. Em bêjin zimanê îngilîzî îro zimanekî global e, lewma ji aliyê gelek kesên ku eslên wan ne îngilîz be jî tê xeberdan, nivîsîn, xwendin hwd. Ji ber vê yekê jî dibe ku admînên wîkîpediyaya bi zimanê îngilîzî ne îngilîz bin, lê ji bo ku karibin bibin admîn divê îngilîzî zanibin û demekê ji bo wîkîpediya îngilîzî kar kiribin. Di bersiva pirsa 8em de em diyar kirine ku rêvebirên wîkîpediyaya kurdî kî ne.
Weqfa Wîkîmediyayê armanca xwe wisa diyar dike:
The mission of the Wikimedia Foundation is to empower and engage people around the world to collect and develop educational content under a free license or in the public domain, and to disseminate it effectively and globally.— Wikimedia Foundation
Misyona Weqfa Wîkîmediyayê xurtkirin û beşdarkirina însanên li seranserê dinyayê ji bo berhevkirin û pêşdebirina naveroka perwerdehiyî ya li bin lîsanseke azad an jî di qadeke giştî de belavkirina bi awayekî global û tesîrkar e.— Weqfa Wîkîmediyayê
3 – Di xayeyên Wîkîpediyayê de karkirina pereyê heye an na?
Di xayeyên Wîkîpediyayê de karkirina pereyê tine. Jixwe weqf ne ji bo karkirinê têne avakirin. Sîstema weqfan nahêle ku wek aleteke bazirganiyê ya şexsî were bikaranîn.
Em vê jî bêjin ku di projeyên Weqfa Wîkîmediyayê ên wek Wîkîpediyayê de rêklaman qet nîşan nadin. Wîkîmediya wek weqfek bexş qebûl dike. Û ji ber ku bikarhêner û xwînerên wê gelek zêde ne ji malperên xwe pere jî kar dike. Pereyên ku kar dikin ji bo hostinga malperên xwe û pêşxistina projeyên wek Wîkîpediyayê bi kar tîne.
Endambûna Wîkîpediyayê pir rehet e. Ji bo endambûnê mirov tenê navek bikarhêneriyê û şîfre dinivîse. Gava ku mirov ji malperên din re dibe endam hema bêje ew hemû malper bêyî adrêseke maîlê mirov nakin endam an jî hin ji wan bêyî jimareya telefonê mirov nakin endam. Lê wîkîpediya ne wisa ye. Mirov bêyî maîlek jî dikare bibe endam. Û piştî ku mirov bû endam ji bo ku em karibin agahdar bibin, mirov ji mîhengan paşê dikare maîla xwe lê zêde bike.
Ji endamên Wîkîpediyayê re wîkîpedyan an jî wîkîpedîst tê gotin.
— Çawa bibim endam?
Bitikîne ser vê lînkê: https://ku.wikipedia.org/wiki/Destpêk
Li jorê “Hesabekî Çêke” dinivîse, pêl bikin serê û li rûpela ku derket ji bo xwe naveke bikarhêneriyê û şîfreyek binivîsin.
Rewşa milletan tesîra xwe li qada ilmî jî dike. Di wîkîpediyaya kurdî de bikarhêner kêm in, xebat kêm in, kesên ku bi kurdî karibin tiştên ilmî binivîsin pir kêm in.
6 – Çend projeyên wîkiyê hene ji bo zimanê kurdî? (ên wek Wîkîferheng, Wîkîgotin)
Gelek projeyên Weqfa Wîkîmediyayê hene. Ji bo kurdî – kurmancî Wîkîpediya, Wîkîferheng û Wîkîgotin dane destpêkirin. Projeyeke Wîkîferhengê ya ji bo soranî hêj nedane destpêkirin lê wek projeyê heye, eger ev proje ji aliyê bikarhêneran ve were pêşvebirin û piştgirîkirin wê vê projeyê wek “ckb.wiktionary.org” bidin destpêkirin. Ya zazakî jî wek soranî hêj nedane destpêkirin, vê gavê di asta testê de ye eger piştgirî bê dayîn û gotarên tê de zêde bibe wê vê projeyê jî wek “diq.wiktionary.org” bidin destpêkirin. Eynî tişt ji bo Wîkîgotinê jî wisa ye. Wîkîgotin ji bo niha tenê bi kurmancî dane destpêkirin lê eger piştgirî bidinê wê bi soranî û zazakî jî vebe.
7 – Çend wîkiyên kurdî hene (wîkîpediya soranî, wîkîpediya kurmancî…)
Wîkîpediyaya kurmancî, soranî û zazakî heye. Adrêsa ya kurmancî “ku.wikipedia.org” e, ya soranî “ckb.wikipedia.org” e ya zazakî jî “diq.wikipedia.org” e.
Yorum