Kiwix: Wîkîpediyaya Off-line
Li Tirkiyê hemû malperên Wîkîpediya astengkirî ye û Îran bi taybetî ya kurdî asteng dike. Lê belê ji bo feydegirtina gotarên wê sepaneke heye: Kiwix.
Kiwix xwînereke naverokên torê ya derhêl (off-line) e. Derfet dide ku bêînternetê jî meriv ji gotarên Wîkîpediyayê sûdê werbigre. Di eslê xwe de li hemû naverokên HTMLê tê û dikare wan bixwîne.
Kiwix di bingeha xwe de ji bo alîkariya dibistanên Afrîkayê hatiye sazkirin. Lê piştî demekê sepan li welatên mîna Kuba, Koreya Bakur û Çînê jî belav bûye ku li wan deran jî têsansurkirin, astengkirin û qedexekirin.
Meriv dikare li hemû pergalên xebatê yên komputerê bikarbîne û ji appstoreên mobîlan daxe telefona xwe.
Di kompûterê de meriv divê;
1 – Têkeve malpera fermî û bi tikandinê pela .zip’ê ya sepanê ya bo pergala xebatê ya xwe daxe.
2 – Piştî daxistinê pelên di nav wê de ne, derxe ser komputera xwe.
3 – Piştre pê li sepanê bike ya ku ji bo bikaranînê amade ye û sepan derdikeve pêşiya bikarhêner.
Ji bo naverokê jî (wekî mînak Wîkîpediyaya kurdî), bikarhêner him dikare ji sepanê û him jî ji malperê pelên ku dixwaze daxe.
Ya gotinê ye ku kurdiya kurmancî ya sepanî tune ye lê bikarhêner dikarin kurdiya zazakî bi kêfxweşî bi kar bînin.
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima?
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima! ✍Mecoyê Xano Helbest jî weke hemû çêşîtên huner&eci
Gelawêj 16, 2023ORTHOGRAPHIA NEWROZI
Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2
Nîsan 2, 2020PEYV Û GOTINÊN SOSRET
Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir
Hêzîran 1, 2019Empatîya Zêde Ne baş e
Yek ji sedemên ku mêr û jin ji hev sar dibin ew e ku mêr çi dike jin jî wê dike, yan jî jin çi dike m&ec
Gulan 25, 2020Platonê Leşker
"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate
Hêzîran 12, 2019Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo
Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur
Befranbar 3, 2020