Gotar

Kiwix: Wîkîpediyaya Off-line

2,725 Xwendin

Kiwix: Wîkîpediyaya Off-line

Li Tirkiyê hemû malperên Wîkîpediya astengkirî ye û Îran bi taybetî ya kurdî asteng dike. Lê belê ji bo feydegirtina gotarên wê sepaneke heye: Kiwix.

Kiwix xwînereke naverokên torê ya derhêl (off-line) e. Derfet dide ku bêînternetê jî meriv ji gotarên Wîkîpediyayê sûdê werbigre. Di eslê xwe de li hemû naverokên HTMLê tê û dikare wan bixwîne.

Kiwix di bingeha xwe de ji bo alîkariya dibistanên Afrîkayê hatiye sazkirin. Lê piştî demekê sepan li welatên mîna Kuba, Koreya Bakur û Çînê jî belav bûye ku li wan deran jî têsansurkirin, astengkirin û qedexekirin.

Meriv dikare li hemû pergalên xebatê yên komputerê bikarbîne û ji appstoreên mobîlan daxe telefona xwe.

Di kompûterê de meriv divê;

1 – Têkeve malpera fermî û bi tikandinê pela .zip’ê ya sepanê ya bo pergala xebatê ya xwe daxe.

Sepana Kiwixê li gorî pergalên xabetan

2 – Piştî daxistinê pelên di nav wê de ne, derxe ser komputera xwe.

3 – Piştre pê li sepanê bike ya ku ji bo bikaranînê amade ye û sepan derdikeve pêşiya bikarhêner.

Ji bo naverokê jî (wekî mînak Wîkîpediyaya kurdî), bikarhêner him dikare ji sepanê û him jî ji malperê pelên ku dixwaze daxe.

Ya gotinê ye ku kurdiya kurmancî ya sepanî tune ye lê bikarhêner dikarin kurdiya zazakî bi kêfxweşî bi kar bînin.

 

Şîrove