Article

Ji Welatê Xwe Hiz Dikim

Têngîz Siyabendî 2,141 Reading

Ji Welatê Xwe Hiz Dikim

Ji welatê xwe hiz dikim
Bi wê ez kêfxweş dibim
Her şev û roj bi bîr tînim
Lê dîsa ez jê têr nabim.

Bîra welatê xwe dikim
Heta xewna de dibînim
Erê! ji wê pir hiz dikim
Dikim-nakim jê têr nabim.

Nîvê şevê hişyar dibim
Û ji nivîna xwe radibim
Çavên ziha ez şil dikim
Ji xewna jî qe têr nabim.


<>

Comment