Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima?
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima! ✍Mecoyê Xano Helbest jî ...
1
Min dixwest te vexwînim şevbuhêrkeke spî
Spî mîna berfa serê salê,
Sersala ku îsal dereng ma..
….
Dizanim te bêriya berfê nekiriye,
Lê dilê te dibije çîrokeke spî,
....
Çîrokên min ên spî bi qasî hijmara tiliyên destên te ne, ku te roja cenjê hine kiribûn.
Dilê min berî hilweşe, spî bû
û pelika vala ya dê helbesta xwe lê binivîsim,
gula nêrgizê ya li ser keviya dîwar
pirtikên singa çûka min a di rekehê de,
û temenê min..
temenê min spî bû
mîna berfa serê salê,
Sersala ku îsal dereng ma..
……….
2
Min dixwest li çîrokeke spî pêrgî hev bên,
çîrokeke neşikandî,
mîna berfa serê sibê,
Sibeha ku îro deregn ma
….
3
Min dixwest bi rûyekî spî,
ji te vebim
Weke çawa zarokên salê
ji şîr vedibin..
Rûyekî spî
mîna silavên dê diyarî min kiriba,
diyariya ku vê carê jî dereng ma..
……
4
Li benda cenga dawî bûm
Ku dergehên çîrokê radestî artêşa te bikim
û ala têkçûna xwe
…………
Li benda hilweşîneke spî bûm
spî mîna aşîtiyê
aşîtiya piştî cenga dawî
dawiya ku dreng ma..
…………
5
Bi çêja meqamê lavijên koçeran bû
Strana spî, te diyarî min kir
……….
Bi çêja seravek e spî bû,
Çaxê ku çavên te li bîranînan hilnayên
….
Strana spî, te diyarî min kir
Bi çêja te bi xwe bû..
Tu ya hezar salan dereng ma..
6
Serê heft şev û heft rojan e,
li rûdaneke spî digeriyam,
berê jiyana min bide ronahiyê.
Nizanim çima min bîra kenê te nedibir..!
Kenê te ku dibare, hezar welatên spî
min vedixwînin evîneke nû,
nû mîna azadiyê,
azadiya ku îşev jî dereng ma..!
7
Demsala barînê dike birije,
weke çawa ti bi xeydeke spî
ji salnameya min weriyayî
…..
Ev helbest jî dike bi dawî bibe,
ne berf barî
nejî min agahiyeke spî ji te bihîst..
…
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima! ✍Mecoyê Xano Helbest jî ...
Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) x ...
Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji ...
Yek ji sedemên ku mêr û jin ji hev sar dibin ew e ku mêr çi dike jin ...
"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im ...
Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistan& ...