Jînenigarîya Zanyar Dêrîn
Derbarê bikarhêner de nivîs tine.
Gotarên Dawî

Befranbar 7, 2018


Ji vir û çend hefte berê du heb Pirtûkên nivîskar Îkram Ogûz ket destê min.  Ez, nivîskar Îkram Ogûz ji rojnameya bi navê « Navkurd » nasdikim. Ez rast bêjim, Kêfa min gellek ji zelalîya hevoksazîya Ogûz ra tê, lewma min pir dixwest ez pirtûkên wî bixwînim.  Romana wî ya bi navê Mîro min xelas kir. Min xwest ez rexneyekê li vê romanê bikim. Lê dixwazim were zanîn jî, ez rexnegerek pispor nîn im. (Min roman bi gorî     berdewam

Rezber 29, 2017


Yên ji listik û stratejîya kişikan baş dizanin ewê vê nivîsê baştir fahm bikin.  Di listîka kişikan da stratejîya herî sereke, dîtina kombînezonan e; Yanê divê tu hemû kombînezonên gengaz/mefer, heta dikarî baş bibîni.  Ya duyemîn jî çalakbûna hemû kevirên serbaz in. Yanê; çalakbûna, şah, ferz, fîl, hesp û rex/req in.  Kevirên serbaz çiqas bi hev re hevgir bin, şansê serketinê ewqas mezin e.  Stratejîya sereke,    berdewam

Rezber 22, 2017


  Kes xetayê xwe nabîne. Her kes yê, yê din dibîne, her kes kêmasîya xwe di tald`a kêmasîya yekî din da vedişêre   Partîyên kurdan sîyaseta xwe li ser `dîtina xetayên hevdu` ava kirine.  Meriv nizane ji kîderê de destpêke... Eş û jana me dijwar e ; lê êdî ji êş û janê betir, şerm û fedîyê xwe bi cîh kirîye. Ez bi xwe şerm dikim...  Dema fransizek ji min tiştekî dipirse, caran şerm dikim bersiv bidim.  Şerm di    berdewam

Rezber 8, 2017


Di zaroktîya min da dema mezinan li ser tiştekî nîqaş û gengeşî dikirin, bi ser hev de diqêrîyan. Ji min wetrê kê pir qisekira û kî pir biqêrîya ew mafdar bû. Paşê dema hinek mezin bûm, min dît ne mijar hatibûn guherîn ne jî hêza dengan. Min ji xwe ra digot: çima mirov ewqas bi hev re qise dikin û pirsa kesî bi ser ya kesî nakeve. Û min ji xwe dipirsî: gelo di nîqaşên mijarekî da gotinek “yeqîn” rast tune me    berdewam

Êlûn 6, 2017


  Xemsarîya hêzên navnetewî li hember referandûma kurdan ya 25`ê ilonê şermek mezin e. Va ye netewek dor bi dor tê koçberkirin, bi zordestîyê tên erebkirin, tên gazkirin, ber bi çîyayên bi sedan salan, berxwedanek minakdar li himber efendîtiya bêyî bala xwe bidin şûnwar û dîroka vê erdê ya hezarî salan, dorbidor dihate zalkirin. Va ye di encamde deverek bi serê xweye. Piştî ketina Saddam Huseyîn û piştî afata D    berdewam