BETAL
BETAL
Dema weşanê: Rezber 6, 2019, 2:30 Dîtin: 780

BETAL

Di nava rimilka payîzê, li dû dûxana kêşa pezî de, bi lingên biçûk û koçek dimeşiya. Zimanê wî, ji nav xîlên wî yên biçûk kişiyayî, teriya wî ya ji germê berjêr wekî pêlên behrê li wê germiyanê, xwe li hewa dixist û ber pezî ve diherikî û dihate cewrikê biçûk.

Gewr û qurma devê wî reş, terî badayî, heftkoçek û gelek no bû. Ji erdê çar tilî bilind, teman biçûk bû. Bi wî temanê xwe yê biçûk, hemî daf û dafikên jiyanê betal kiribû. Û xwe gihandibû coliyek û delavê avê.

Coliya pez, li ser delavên ji axa gewr û pîlikan, qor girtibû. Cewrikê biçûk jî, digel hew qas tî bû, mîna kuçikên rindtirîn ên şivanan li dû keriyê pez ma. Mîhên ava xwe vedixwarin, yek dudu ji delêv diqetiyan. Û ber bi mexelê li berojka pişta kaniyê dimeşiyan. Lê belê cewrikê biçûk, hîn jî li benda mîhên ser avê dima. Û nediçû ser ava delêv. Mîh tev de ji ser avê qetiyan ji bilî mîha guhbel. Û cewrikê biçûk carde nediçû ser delêv. Lê belê nizanibû mîha guhbel, mîheke delavok û berdelavî ye. Mîha guhbel, devik du li avê dixist û li dora xwe dinihêrî. Ji serê pezî heta dawiya pezî li ser delêv dima. Lê carde jî tî dima û ji ser avê diqetiya. Û ji mexelê xwe jî çend caran radibû û diçû ser delêv.

Pez hima hima giş, ji ser delêv qetiyabû. Heta ji wan hinek ketibûn mexelê xwe û hinek jî li mexelê xwe pîkolî dikirin û diketin mexel.

Axiri mîha guhel jî ji, delêv qetiya û bi çend gavan çû perê delêv. Cewrikê biçûk jî şerpa xwe li avê xweş kir ku avê vexwe. Lê belê mîha guhbel li nîva rê vegeriya û carde devik du li ava delêv xist. Paşê serê xwe rakir. Guhên xwe yên bel, mîç kir. Dilop û şilêlên avê, ji nav diranên wê yên xure ber bi çend mûyên spî yên devê de li ser delêv diketin û çepera pêlê pêk dianî. Bîstekî wusa li ser delêv ma û carde berê xwe da mexelê xwe. Êdî rasterast ber bi mexelê xwe ve diçû. Û cewrikê biçûk jî hîn nû diçû ser delêv. Lê belê kuçikên din ji ber ku mîha guhbel dinasîn, zû de dirêjî avê kiribûn. Heya hinek ji wan bi keriya pez re dirêjî avê kiribûn. Û şiv û çoyê şivên, li belengozka xwe xwaribûn. Lê cewrikê biçûk heya mîhek jî li ser delêv bû, neçûbû    ser delêv. Axirê cewrikê biçûk, zimanê ji nav xîlên biçûk kişiyayî li ava delêv xist. Ne kevz ne jî şolîbûn, ne di bala wî bû. Bi zimanê xwe yê biçûk kire çelpeçep û ava delavê avête ber dilê xwe yê agirîn. Û vê reftara cewrikê biçûk bala şivên  kişand. Şivên di dilê xwe de digot: “Kuçik ser te re heram in!”

Ew ro ew ro cewrikê biçûk, bû hefadê pez û dilê şivanê xwe. Û şivanê wî, navê Betal lê danî. Ji ber ku li ser ev jiyê xwe yê biçûk, li hember zor û sextiyê derketibû. Û bi tevger û reftarên xwe ji gelek kuçikên şivanan çêtir bû.

Betal, bi lingên biçûk û koçek û bi teriya badayî li dora pez û şivanê xwe digeriya. Kuçikên din bi germê re vediketin bin tûm û dirîkekê û hilat hilatî dibûn. Lê belê Betal, ti carî dev ji pezî bernedida. Bi şev li guherê nanê xwe ji şivên digirt û diçû perê guherê. Ne xwe li nav pezî dixist, ne jî pez ditirsand. Li guherê kuçikê herî no û şiyar bû. Deng û xişpîna tiştekî bihata, berê ew direya û paşê kuçikên din hişyar dibûn.  

Betal, bi van reftaran çend rojan de kete çavê hemî şivanan. Şivanan tev de xwarin dida Betalo. Betal di çend mehan  de gir û xurt bû. Gewrtir û qurma devê wî reştir bû. Êdî bi kuçikên din re dirêjî guran dikir. Û nedihişt ti tişt nêzîkî pez û guherê bibe.

Şevekê carde guran êrîşî guherê kir. Guran, pez kirin sê çar kerî. Û çend mîh dan ber xwe û ji guherê qetandin. Betal wekî her demê nanê xwe dixwar û li xwe helal dikir. Lê belê nanê xwe nêvcî hişt û bi ser guran de çû. Mîh, gur û Betal ji guherê wunda bûn. Di wê dûxan û xirexêçê de şivanan pezê xwe kom kirin. Kêm zêde li hev kom kirin, lê nihêrîn ku çend mîh û Betalo nedixwuye.  Wê şevê nikaribûn pezê xwe bihêlin û bi şopa wan kevin. Lê dilê her şivanî bi tasewaz bû. Ji ber ku gurên îşev, gurên şikefta reş bûn. Û heger gurên şikefta reş birçî bûbûna, êrîşî her tiştî dikirin û dixwarin. Lê Betalo bi ser wan de çûbû. Her yekî digote; “bila beranê here, lê bila tiştek bi serê Betalo neye.”

Belê bû sibe, gur û kuçik ji hev nas bûn. Û şivan li dû hewara betalo ber bi şikefta reş ve çûn. Li çend mîhên xwe rast hatin. Hinek sax, hinek dûv û dil qetiyayî, hinek jî hûr û rêvî li ber bûbûn mîratên gurên şikeftê. Lê belê ti bîn û berate ji Betalo nexwuya bû. Û şivanan carde dan şop û rêyên şikefta reş. Dil û hinavê wan disûzî hûrik hûrik ji hundirîn. Şert û beşer li şopa Betalo baş nediçû. Deq û dilopên xwînê, li kendalên spî bêtir xwuya dibûn. Û agirê dilê şivanan, difûriya bêtir û gûrtir.

Axirê xwe gihandin Gurxenêqê Betalo. Li pişta kendalên Bîra Nû, li tenîşta behîveke aşkî, bêhêvî mabû Gurxenêqo li ser berata dêlgurekê. Betalo, mîhên xwe ji lepên guran xelas kiribû. Û li ser dêlgurekê ji teref gurên din hatibû xeniqandin. Lê Betalo, bi kuştina xwe jî dev jê bernedabû.

Şivan, tev de çokşikestî li erdê hatin xwarê. Ne dil ma li holê bavêje, ne jî ziman vê rewşê vebêje. Hêsrên birîna dilan, didot û dadigirt van kendalên li ser Bîra Nû. Û şîna Gurxenêqo digirte şivan û behîva aşkî. Lorîn û dûrikên dûrûdirêj dirêstin. Bi henaseyên kûr ji dawiya hinavê li ser zimanê ezgorî şivên bû vê navê..

Betal ha Betaalooooy  Betal ha Betaalooooy

Betal ha Betaalooooy Betal ha Betal

 

Betalo Gurxenêqoooy ooy ooy

Heyfa min naye li wê heyfê êy êy

Ne ji çûna beranê zom û şîrîîîn îîn îîn

Ne jî kavirên şîn û belindirên zanêêy êêy

Betalo Gurxenêqoooy ooy ooy

Û Betalê ji dil û deng, lal û sar maye, li tenîşta behîva aşkî, cîh û war bijart. Li pişta Bîra Nû, hêvî û kanî çikand. Û stêrka xwe herikand ber bi kakişînê ve Betalo.

 

Mustafa RÊZAN

Mêrdîn & 12.09.2019