Jînenigarîya Mustafa Rêzan
Ez Mustafa Rêzan. Ji navçeya Şemrexê ya bajarê Mêrdînê me. Di malbateke xwedî pez û sawal hatim dunyê. Min biçûkahiya xwe de wekî gelek zarokên Kurd, karvênî û berxvanî kir.  Û bûm şivanê biçûk. Di 10 saliya xwe de min dest bi şivantiya mezin kir û bûm şivanê nêzî sed mîh û bizinan. Min heya bîst saliya xwe şivantî kir. Paşê di 2010an de beşa mamostetiya kesên astengdaran li zanîngeha Selçûkê qezenc kir. Di sala 2014an de  min zanîngeha xwe encam da û di heman salê de  li bajarê Amadê dest bi mamostetiyê kir. Niha li bajarê Mêrdînê li dibistaneke fermî mamostetiyê dikim. Bi destpêka zanîngehê ji bo min xebata Kurdî jî destpê kir. Ji ber     Berfireh bibîne >>
Pirtûkên Dawî
Gotarên Dawî

Rezber 6, 2019


BETAL Di nava rimilka payîzê, li dû dûxana kêşa pezî de, bi lingên biçûk û koçek dimeşiya. Zimanê wî, ji nav xîlên wî yên biçûk kişiyayî, teriya wî ya ji germê berjêr wekî pêlên behrê li wê germiyanê, xwe li hewa dixist û ber pezî    berdewam

Nîsan 24, 2019


ÇEND LORÎNÊN ŞEMREXÊ   Gewra boza li hewa Nexşê hûrik li dawa Gewrê nadim heft lawa   Gewra boza li guhnî Mîna kewan dixwînî Xal jêr bûne xwazgînî   Gewra boza li guher Giya çinî xist cuher Bir cahnîka xalê xwer   …   Lo dîno lo ha dîno Kumsor    berdewam

Adar 24, 2019


Bêrîvanan zû de pezên xwe dotibûn û rêka malê girtibûn. Ro bi tîna xwe ya çillê havînê dageriya bû. Şivanên ku civata giran gerandibûn, li bin darê ji xwe ve çû bûn. Pel û pot û kulav raxistibûn. Hima di cî de xwe dirêj kiribûn û li binê dar&ec    berdewam