Gundê Tenûrîyê... Nexweşîya ebûzirêbê û petîxên Tenûrî
Gundê Tenûrîyê... Nexweşîya ebûzirêbê û petîxên Tenûrî
Dema weşanê: Hêzîran 2, 2020, 10:33 Dîtin: 1422

Ferîd Xelîl – Kovara Welat

Ji çemê gundê Nametîyê ku li rojhilatê Qamişloyê ye heta bi Çemê Cirehê, ji qûntara Çîyayê Bagokê (Tora Banî) heta bi Çîyayê Şengalê; ji vê deşta rast û dûz ra “Sinceqa Xelef Axa” tê gotin.[1]  Sinceqa Xelef Axa jê ra tê gotin, çimkî di 1802yan da ev herêma han ji hêla desthilata osmanî ve wekî sinceq\wîlayet hat destnîşankirin û Xelef Axayê Xerzî bû serekê wê.[2] Her wiha roja îroyîn ev herêm bi navê Sinceqa Aşîtan jî tê naskirin û kesên ku lê dimînin ji wan ra “aşîtî” tê gotin. Dibêjin ku eşîrên vê herêmê bi erebên eşîra teyan ra seraqet şer dikir, lê di demekê da peymana aştîyê bi teyan ra girê dan, loma navê niştecihan bûye “aşîtî”.

Nêzîkî du kîlomitreyan li rojavayê Çemê Nametîyê, bi navê Dîyarê Kêlê qelaçek heye. Li ser pişta vî qelaçî goristaneka berfireh ku mirîyên gundîyên derdorê lê veşartî ne, heye. Çaxa ku meriv ji jora qelaç berjêrî rexê rojava dibe, piştî 500 gavekî, bi dest xwe ra digihêje gundê Tenûrîyê ku wargeheka kevnar a aşîtîyên Sinceqê ye. Gundê Tenûrîyê 10 kîlomitreyan li rojhilatê bajarê Qamişloyê ye, 13 kîlomitreyan ji bajarê Tirbespîyê û 5 kîlomitreyan ji sînorê bakurê Kurdistanê dûr e. Gundê Xiznayê li başûr, gundên Dekşûrî û Omerîkê li bakur, gundê Biwêrayê li rojhilat û gundên Şorik û Şewitî li rojavayê gund in. Di tenişta gundê Tenûrîyê ra çemek dirêj dibe, havînan zuha ye û zivistanan diherike. Cadeya Qamişlo – Dêrikê jî bi kêleka gund ve ye. Dibistana Tenûrîyê di 1947an da hatiye avakirin û roja îroyîn 85 mal di gund da hene.[3]

Çimkî tu belgeyên nivîskî der barê Tenûrîyê da peyda nebûn, me di vê nivîsarê da, xwe sipartiye birêz Hemdêyê Hecî Hisênê Qerê (1942, bawernameya sertafîkayê) ku şareza û rîsipîyê gund e.

 

Axkolik

Di bênderên gund da axkolikek (devera ku tê kolan û axa seyandin û dûtinê jê tê deranîn) hebû. Çimkî axa wê axkolikê pir guncaw û mikum bû, gundîyên herêma Sinceqê ji bo ku tenûrên xwe lê bikin, dihatin axa xwe ji wir dikişandin û pê tenûrên xwe lê dikirin û diseyandin. Ji ber vê yekê navê gund di herêmê da bû Tenûrîyê.

 

Eşîrên Tenûrîyê

Di herêma da naskirî ye ku ev gundê han ê eşîra kuresan (an jî kureseyan) e. Lê wekî din, eşîrên: hermêsî, elîkî, omerî, zibêda, dilmemikî, çomera û dorika lê hene û berî niha tinatî jî lê hebûn. Gundîyên Tenûrîyê bi piranî ji eşîra kuresan e, wan her û her mezinahî lê kiriye û bi destê wan ava bûye. Kuresan di nav xwe da dibin çend bavik û binemalên sereke; her wekî: Mala Qerê, Mala Enber, Mala Hebçî, Mala Began, Mala Tehlo, Mala Xelef Helê, Mala Herşa û Xemê û Îskên.

Gundîyên Tenûrîyê yên eşîra kuresan dibêjin ku ew bi eslê xwe ji gundê Difnê ne. Difnê di navbera Çîyayê Mava û yê Reman da ye û roja îroyîn girêdayî navçeya Heskîfê û parêzgeha Batmanê ya bakurê Kurdistanê ye. Rîsipîyên gund heta bi bavikê xwe yê heştan jî dihejmêrin û wisa didin zanîn ku hemî li vî erdî hatine dunyayê û koçkirina wan a ji gundê Difnê vedigere sedên salan.

 

Nexweşîya “ebûzirêb”ê û jinûveavakirina gund

Di navbera gundîyên Tenûrîyê û eşîrên derdorê da her û her, mîna hemî êlên kurdan, şer û dubendî li dar bûn. Lewma, gundîyan zêdetir ji carekê gund berdaye û paşê vegerîyane û ji nû ve lê danîne. Lê di destpêka sedsala 20an da afateka nedîtî bi ser gund da tê û navê xwe di bîrdanka Sinceqa Xelef Axa da mayînde dihêle. Dibêjin ku ev afata han “nexweşîya ebûzirêbê” bû ku di 1914an da bi gundîyan ket. Nîvê gundîyan pê ket û nîvê mayî gund berda û belavî derdorê bû. Herçî pê diket, bi qasî sê rojan tayê ew digirt û paşê rih disipart. Heta roja îroyîn jî heke kesek bixwaze nifirekê li yekî bike, jê ra dibêje, wey tu bi ebûzirêba Tenûrîyê bikevî. “Ebûzirêb” navê nexweşîyeka sewalan e, lê çiku wê hingê li deverê hekîm û nexweşxane tune bûn, kesekî navê wê êşê nedizanî û ji wan wetrê ku heman nexweşî ye. Di rastîya xwe da ev nexweşîya han “kula reş” an jî “webaya reş”  (plague\ طاعون) bi xwe bû.

Piştî ku gundîyan gund berda bi salekê duyan, an ku di 1915 - 1916an da, gundîyekî berê yê bi navê Birhîmê Hecî Ûsiv û apê wî Simê vegerîyan û gundê Tenûrîyê ji nû ve ava kirin. Paşê di 1923yan da, Hesenê Birhîm (mezinê kuresan) ku li Wêranşehrê li nik binemala Birahîm Paşayê Milî bû, vegerîya gund û mezinahî lê kir, ango bû axayê gund. Ji wê hingê ve û heta roja îroyîn, ev gund şên û ava ye.

 

Mexmûrîyên ereb

Gundê Tenûrîyê li ser “xeta dehan” e û axa wê ji milê çandinîyê ve pir bi ber û bereket e. Aqarê gund ku di dest mala axê da bû, 1260 çewal bû. Lê di proseya erebkirina herêmên rojavayê Kurdistanê da, desthilata Şamê bi serkêşîya Partîya Baesê di 1975an da erebên Reqayê yên bi navê “mexmûrîyan” naskirî ne anîn û li Cizîra rojavayê Kurdistanê, li gundên nêzîkî sînor bi cih kirin û zevîyên kurdan li wan belav kirin. Ji 1260 çewal erdê Tenûrîyê, rêjîmê tenê 180 çewal erd da binemala axê û nêzîka 1100 çewal erd li erebên mexmûrî belav kirin. Li kêleka Tenûrîya kevnar, bi navê Tenûrîya Mexmûrîyan gundek ji erebên Reqayê ra hatiye avakirin. Tixûbê kurd û ereban Çemê Tenûrîyê ye. Erebên mexmûrî heta vê kêlîyê jî bi hêminî di gund da dijîn û zevîyên kurdan diçînin û diçinin.

 

 

Petîxên Tenûrî

Navê “ebûzirêb”ê û “petîxên Tenûrî”, ji navê gund ra bûne wekî cotnavekî û ev gundê han herî zêde bi van her du serenavan naskirî ye. Îroj, hem li deverên wekî Şam û Libnanê hem jî li Tora bakurê Kurdistanê, petîxfiroşên deverê ji bo ku zûzûka malê xwe bifiroşin, bang dikin, “werin petîxên Tenûrî!”. Dibêjin ku berî salên 1940an, gundîyekî cenan bi navê Siloyê Mehmûd ê dorikî hebû. Silo ji Tenûrîyê diçû gundê Kertwênê yê serxetê û li wê derê cenanî û avdanîya birincê dikir. Di zevîyên Kertwênê da rastî hin pinên petîxan ku li ber co û mişarên avê jixweber şîn hatine tê. Çendekan jê dike û bi xwe ra tîne Tenûrîyê. Piştî ku dixwe, tê derdixe ku tameka miz a hew jê xweştir tê da ye û vê yekê bi gundîyan dide zanîn. Paşê gundî tovê wan petîxan diçînin û petîxên xwe li bazara Qamişloyê difiroşin. Bi vî awayî nav û dengê “petîxên Tenûrî” li derdorê belav dibe.



[1] Konê Reş, Dîroka Qamişloyê, Weşanxaneya El-Zeman 2012.

[2] Ehmed Sadûn, Sinceqa Xelef Axayê Xerzî, Kovara Sormeyê, h 22, 2018.

[3] Hejmara malên gundîyan ji M. Evdilhekîm Mihemed ku niştecihekî Tenûrîyê ye, hatiye wergirtin.