Yekem Şehîdê Felsefeyê Sokrates

Dîrok: Hêzîran 10, 2019, 12:10

Nivîskar: Ferhat Dayan

Dîtin: 1212

Yekem Şehîdê Felsefeyê Sokrates

Wexta mirov li wî bustê antîk yê Sokrates, ku ji serdema pêşîn xwe gihandiye heyanî serdema hemdem dinêre, mirov şaş dimîne ev bustê ji çelengbûnê dûr, qafrût û çavnûtik, wecekî nepixî û pozekî pehn, çewa dibe ku ê feylezofekî herî navdar e! Lêbelê dema ku mere careke dî rind li wî bustî mêze dike û difikire, hingê mere li pişt wî kevirê sar, bedewiya Sokratesê zane û nefsbiçûk dibîne.

Li gorî jina wî Ksantîpe Sokrates tiralekî bêkêr bûye, erê rast e Sokrates ji bo malê dinyayê ti carî neketiye liv û tevgerê, pê fen û futan neketiye û xwe pîs nekiriye, erê nayê zanîn ku wî ji bo siberojek "xweş" pere dabûye ser hev, ji loma jî wî li malê aramî û hizûr nedîtiye!(lê helbet piştî mirina wî, wek ku bi sedan hezkiriyên wî Ksantîpe jî li ser wî hêsir barandiye) 

Di dîroka felsefeyê de Sokrates ne feylezofê ewil e, beriya wî feylezofên wek Thales, Parmenides, Pitagoras û Empedokles henin. Lêbelê evana felsefevanên xwezaparêz in. Bi gotineke dî evana li ser vekolîn û lêkolînên yasayên xwezayê sekinînin. Li gorî Sokrates jî pirsîn û vekolînên bi vî rengî xweş in belam bo Sokrates mijarek ji dar û keviran, ji çiya û çeman girîngtir hebûye: aqil.

Sokrates li ser êqil û giyanê mirov sekiniye. Wî her tim ji "rastiyên neguherbar" guman kiriye. Ew li ser pirsên mîna: edalet çi ye? rûmet, wekhevî, ehlaq, erdem, welatparêzî çi ye? Dewlet çi ye? dewlet herî baş çawa dikare bê rêvebirin? rawestiyaye. Sokrates ji demokrasiyê heznedikir, bi ya wî miletê nezan pirr zû dikarîbû bihata manîpulekirin ji ber vê yekê wî dixwest ku dewlet ji alî elîtên zane anku ji alî feylezofan bê îdarekirin. Lêbelê felsefeya wî ya arîstokrat deriyê kuştina wî jî vekir! (yan jî heta hetayê deriyê nemirbûna wî) Li Atînayê şoreş pêk hat û demokrasî bi ser ket, serokên demokratan Anîtos û Meletos biryara kuştina Sokrates dan. Ferman hat dayîn Sokrates wê bi jehra baldiranê dawî li jiyana xwe bianiya...

Bi kêm û zêde çîrok ji vir û pê de ji alî her kesî ve tê zanîn. Sokratesê ku gotibû "felsefe bi kêrî amedekariya mirinê tê" ma mumkun bû ku ji mirinê bitirsiya! Sokrates dikarîbû ji qerebalixê efûya xwe bixwesta û wê bihata efûkirin jî, lê namûsa wî vê yekê tehemûl nedikir. Dostên wî gotin em dikarin bi hêsayî te ji vê zindanê birevînin belam Sokrates vêya jî qebûl nekir. Temenê wî 70 bû(B.Z. 399) belbî êdî wî dixwest bimira! heke bi hawakî dî bimira, ma wê mirina wî bi kêrî çi bihata? Ji dostên xwe yên ku bi xemgînî digiriyan re got: "xeman mexwin, tişta ku dimire laşê min e, ne fikrên min"


Parve bike:

Gotarên Navdar

Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şi   

Hêzîran 12, 2019

Felsefeya Kûçiktiyê

Berî ku ez qalê bînim ser Kynikîzmê, hewce ye ez bibêjim "kûçikatiya" d   

Pûşper 5, 2019

Helbest û Felsefe

Pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê bi sedan sal e her berdewam e û wer xu   

Êlûn 20, 2019

Di Felsefeya Schopenhauer de Têkiliya Işq û Seksê

Schopenhauer, şopînerê İmanuel Kant, mamosteyê Nietzsche û dijminê Hegel! Schopenhauer fey   

Pûşper 16, 2019

Nietzscheyê Kûjer - Xwedê Mir

Friedrich Wilhelm Nietzsche di sala 1844an de li Prusyayê ji bavek rahîb û ji dayikek oldar welid&icir   

Gelawêj 5, 2019