Welat û Binehişa Pîra Letê

Dîrok: Adar 8, 2019, 9:41

Nivîskar: Ferhat Dayan

Dîtin: 976

Welat û Binehişa Pîra Letê

Çi ferq di nabêna însên û heyîneyên din de heye? wesfê însanan ku naşibe heyîneyên din çi ne? bersivên van pirsan her çiqas mijara felsefeyê be jî, berî dema nûjen doktrînên olî û di serdema modernîzmê de jî zanînên wek bîyolojî, antropolojî, sosyolojî û pisîkolojîyê de demek dûvdrêj hatiye nîqaşkirin. Guherînên kûr ên di civakan de, pêşketinên di teknolojîyê de derfet dane ku kêmzêde bê însan çi ye û ne çi ye.

Li dû van hemû niqaşan de bi kinahî tişta ku derketiye holê ev e; însan tekane berhemdêrê kulturê ye.yanî tevger û çalakîyên mirovan ji xweber ve pêk nayê li dû van tevgeran de tecrube û elimandinek sedan, sedhezaran sal heye.

Îja ez dixwazim werim ser mesela pîra Letê, pîra letê ji dûranî be jî meriva min e. Dibêjin rojekê pîra letê ji ser erdê xwe yî li gundê kefsenora mêrdînê vedigere malê û di rê de pêrgî qeflak esker tê ji wan eskeran yek jê dipirse

-xaltî filan gund li kwîderê ye tu dizanî ?

pîra letê bi lez dibersivîne

-law qusûrê nenêre ez bi tirkî nizanim.

esker dikene û dibêje

-xaltî ma xwedê ji te razî jixwe min jî bi kurmancî ji te pirs kir ne bi tirkî

pîra letê bi şermokî lê vedigerîne

-wîîî lawkê min çi zanim ji ber ku tu esker e, tew ez berneketim.

Îja yên vê meselê dizanin wek pêkenokî ji hevdû re qal dikin û henekê xwe bi kawoktiya pîra letê dikin.lê esasen rewş ne werê ye ew refleks-bersiva pîra letê ne ji ber kawoktiya wê ye, ev refleksa ji pirsa kurmancî re gotiye "ez bi tirkî nizanim" di xwe de rewşeke kulturî-pîskolojîk dihewîne mîna ku min di paragrafa ewilî de rave kiriye vê hereketa pîra letê ji ber tecrube û elimandinekêye çimku esker kurdbûnê temsîl nake ji loma di binhîş/derhişa pîra letê de ew tirk in-biyanî ne. pîra letê kurd e û beguman zarok û nebîyên wê jî eskerî kirine lê dîsa jî esker ne ji wê ne! di binhişa wê de ew tirk in, tirkîtiyê sembol dikin.

Analîza ve bûyera bêhemdî qewimîye bi kurtî ev e; hebûna dewleta tirk(bi hemû saziyên xwe ve) a ku li welatê kurdzimanan ne tiştekî asayî û xwezayî ye di hiş û binhişa kurdan de biyanîbûnê sembolize dike.

 

Ferhat Dayan

2016, Malpera Felsefevan


Parve bike:

Gotarên Navdar

Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şi   

Hêzîran 12, 2019

Felsefeya Kûçiktiyê

Berî ku ez qalê bînim ser Kynikîzmê, hewce ye ez bibêjim "kûçikatiya" d   

Pûşper 5, 2019

Helbest û Felsefe

Pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê bi sedan sal e her berdewam e û wer xu   

Êlûn 20, 2019

Di Felsefeya Schopenhauer de Têkiliya Işq û Seksê

Schopenhauer, şopînerê İmanuel Kant, mamosteyê Nietzsche û dijminê Hegel! Schopenhauer fey   

Pûşper 16, 2019

Nietzscheyê Kûjer - Xwedê Mir

Friedrich Wilhelm Nietzsche di sala 1844an de li Prusyayê ji bavek rahîb û ji dayikek oldar welid&icir   

Gelawêj 5, 2019