Kurtenerînek Li Felsefeya Bexteweriyê

Dîrok: Adar 12, 2019, 5:02

Nivîskar: Ferhat Dayan

Dîtin: 1022

Kurtenerînek Li Felsefeya Bexteweriyê

Di dîroka felsefeyê de Epikuros wek hedonîstekî bê pênasekirin jî, bi ya min pênasekirinek bi vî rengî bo Epikuros neheqiyek e, ji lew re hizra hedonîzmê xwe dispêre zewqên bedenî yên demkî. Belam di felsefeya Epikuros de kilîda bexteweriyê bi têrkirina giyan ve girêdayiye û ev ne demkî, lê bo temametiya jiyana mirov rênîşanderek e. 

 

Mirov dikare bibêje ku li gor nerîna Epikuros bextewerî û mal û milk ne têkilî hev in, ti pêwendî di nabêna wan de nîn e. Bi kurtasî sê rêyê hêsa ên bexteweriyê hene.

 

Yek ji wan Heval in: Mijara hevaltiyê babetek girîng e.Tenetî mirovan ber bi bedbîniyê ve kaş dike ji loma jî bo Epikur demên ku bi hevalan re tên buhurandin pir biqiymet in. Hevalên qenc bexteweriyê jî bi xwe re tînin.

 

Ya duduyan jî Azadî ye: Azadî çi ye? yan jî mirov çewa dikare azad bijî? Li gor Epikuros jiyanek dûrî mijarên rojane, jiyanek dûrî dek û dolaban, fesadî û gelacîyan herweha jiyanek beyî şef û patronan, însên ber bi azadiyê ve dibe. Mirovê ku stuyê xwe li ber kesî xwar neke û bi awayeke bêminnet karibe debara xwe bike ew mirov AZAD e. Epikuros bi nan û penêr bi zeytûn û bi şerabê ve, li derveyî bajêr di nav hevalên xwe de jiyanek bêdeg û bihizûr domandiye.

 

Ya sisiyan jî fikirîn-vekolîna jiyanê: Bi gotineke populer jiyana ku li ser neyê fikirîn ne hêjayî jiyînêye. Li gor Epikuros divê mirov li ser pirsgirêkên dinyê, civakê û li ser pirsgirêkên jiyana xwe yî şexsî bifikire, van pirsgirêkan  ber bayê felekê bernede û ji van pirsgirêkan çareseriyekê peyda bike.

Fikrên Epikuros ên li ser Xwedê û Mirinê jî, hêjayî gotinêye lêbelê wek min di  sernivîsê de jî eşkere kiribû ev tenê "kurtenerînek" bû. Bila mijara Xwedê û Mirênê jî bibe pahra nivîsek din.

 

Ferhat Dayan

12.03.2019


Parve bike:

Gotarên Navdar

Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şi   

Hêzîran 12, 2019

Felsefeya Kûçiktiyê

Berî ku ez qalê bînim ser Kynikîzmê, hewce ye ez bibêjim "kûçikatiya" d   

Pûşper 5, 2019

Helbest û Felsefe

Pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê bi sedan sal e her berdewam e û wer xu   

Êlûn 20, 2019

Di Felsefeya Schopenhauer de Têkiliya Işq û Seksê

Schopenhauer, şopînerê İmanuel Kant, mamosteyê Nietzsche û dijminê Hegel! Schopenhauer fey   

Pûşper 16, 2019

Nietzscheyê Kûjer - Xwedê Mir

Friedrich Wilhelm Nietzsche di sala 1844an de li Prusyayê ji bavek rahîb û ji dayikek oldar welid&icir   

Gelawêj 5, 2019