Bayê Bakurî
Bayê Bakurî
Dema weşanê: Adar 17, 2020, 9:07 Dîtin: 1512

Bayê Bakurî

 

Telal Heyder

Helbestvanê Libnanî yê gelêrî yê navdar

Ji zimanê Erebî: Ebas Mûsa

Dîwana (Demfiroş)ê

 

Ger hespek li gel hebûya

ez dê li bilindahîyê bimama

dema te gazî min bikraya

ez dê ji ser xeyala xwe daketibama

 

Hey qîza şivanî

ev mirin pêşberî min e

dergehan bi min re dadin

bayê bakurî radibe

 

Hinan go hate kuştin

hinan go mir 

hinan got

tarîtîya xeyala xwe vekir û derbas bû

 

Zarokek hebû

li kevîya text razayî bû

bi çivîkan xemilandî bû

 

li ser defterên ximavê, kul tune ne

ne jî kund pirtûka wî dibizdand

bêrîkên xwe tije stêr kiribû