Sat Axa Satil Axa-Qûn Axa Qantir Axa
Sat Axa Satil Axa-Qûn Axa Qantir Axa
Dema weşanê: Rêbendan 5, 2018, 7:56 Dîtin: 835

Heyat her çiqas rezîl û teres be jî destê meriv jê nabe;
loma jî,
di ambiyansên romantîk de, li ser mêrxasî û qehremaniyeke birçî qûna qedehên şerabê li hev nexin û bi gotinên qure û bi sloganên têr xwe nekin mêrxas û qehremanên birçî.
Em zanin bê çend ta mû bi qûna kê ve ye.
Piçekî giran bin!

Ji mêj de ye kêfa min hew ji siyasetmegalomaniya siyasetmedaran re tê, lê wê rojê nûnerekî
HDPê-nav ne hewce ye, peyveke xweş kir.
“Li ber tvyan rûnenin û bi derew merewên çapemeniyê-medyayê mejiyê xwe nebetilînin; ji xwe re Tolstoy bixwînin…”
Jixwe me Tolstoy xwendibûya, hûn nedibûn nûner…

Balkêş e, îslamîstên terk-î însan, li pêş çavên hemû pêxemberan dest avêtin namûsa Xweda, tenê kurdan namûsa wî parast, lê mixabin îro, ne li jêr, ne jî li jor xîret peyda nabe;
Xweda xwe kerr kiriye, pêxember lal in.
Û wek her car dîsa, di ber “bê”namûsiya Xweda û “bê”xîretiya pêxemberan de kurd tenê dimirin.
Mirineke bi xîret sed carî çêtir e ji jiyaneke rezîl û teres…

Kurd neteweke ecêb e.
Ne ji xwe re sîstemekê dixwaze, ne jî entegreyî sîstemên xelkê dibin.
Wexta ruh anarşîst be, ne ji xwe re sîstemekê dixwaze, ne jî ji tu kesî re.
Berî her kesî divê kurd bi ruhê xwe re şer bikin û ew ruh were qanihkirin.
Û Xweda sadîst e.
Li asîmanê heftan li bin siya darekê rûniştiye, vîskiya wî di dest de, bi bêhişiya zarokên xwe serxweş dikeve û piştî wê serxweşiyê bi orgazmeke ekolojîk demsalan diguhere.
Lê kurd her tim di heman demsalê de ne;
demsala xwînê!
Heger Xweda ne sadîst bûya, ji dêvla bi hezaran ziman, ew ê tenê zimanek çêkiribûya û hemû zarokên wî yê di bin siya wî zimanî de bisitiriyana.
Û em ê ji şewba netewbûn û dewletbûnê xelas bibûna.
Lê ji berk u Xweda zarokên xwe bi xwe çêkirine, dê jî ew e, bav jî…
Û ji ber weha jî, em nikarin bibêjin, “Yan xal e, yan fahl e”
Bav sadîst e, zarok jî li bav tên.

Seet dudu û nîv û hîn min taştê nexwariye.
Jixwe berî ez dest bi vê nivîsê bikim, min çayê danîbû ser êgir.
Li ser êgir nuha çaya min bûye qetran mîna şerabeke tîr.
Seadetê ji me re kulmeke qelî anîbû ji welêt.
Ez rabim qeliya xwe biavêjim binê miqilkê û du-sê hêkan biavêjim ser.
De hûn bixwînin;
ji we re qawet, ji min re efiyet be…