Yên Berbangê vedigerin
Yên Berbangê vedigerin
Dema weşanê: Gelawêj 19, 2015, 3:40 Dîtin: 658

Yekemin filmê Murat Eroğlu ye bi navê –Yên bi Berbangê vedigerin-( Şafakta Dönenler ) piştî xebateke dirêj di 33.mihricana filma a Sitenbolê de hate nişandan. Derhenerê fîlm ji ber vê pêşandanê kelecanî bû.

Naveroka film xebata bav û kûrekî kû  li hola fêkîyan ya Bayrampaşa ya Sitenbolê vedibêje. Li kêleka hola fêkî bavû kûr di navgîna desta de fêkî û keskayî difiroşin.

Lê mixabin rojekî navgîna wan ya desta tê dizîn û bav û kûr dikevin nava hesten xemgînî û bêçaretîye de.

Mijara film di vê xalê de veşartiye.

Serma ya zivistanê,dengê kûçika,û dema dikandar çayê xwe yen germ biser xweda dikin, ev herdû kes, vestiyayî û ji hêzketî edî bê hevî diaxivin û selikên fêkî yên li kolanê belavbûyî temaşe dikin. Dîmenê film yê balkêş ev kolana bi fêkî tijî bûyî, kalên destqelişî li ser terembêlên fêkî, keskayî, zarok, ciwan, ji aliyê dîtir ve jî zabiteyên bacê kom dikin. Yên bacê didin didin yên nadin jî jiyanê li wan dikin jehr.

 

Derhêner bi vî rengî qala çîroka xwe dike û pêşanî temaşevanan dike.
Di nava vî karê bargiran de bav û kur ji bo ku nanê xwe bidest bixin kar dikin û liber xwe didin. Kesê ku wan dibîne û jiyana wan vediguhezîne nav civakê Kameraya Derhêner Murat Eroglu ye.

Her çend di warê teknîkê de kêmasî hebin jî, di cihekî wekî hola fêkî ya belawela de, ji sibê heya êvarê di demeke kin de kişandina film, wêrekî û kedeke bêhempa ye. Di vî warî de jî ez Murat Eroglu pîroz dikim.

Ji ber ku piştî demeke dirêj berê Kameraya xwe daye kolanan.

Ez ji kar û kameraya Murat Eroglu bi hêvî me û riya wî vekirî be.

Em li benda projeyên nû ne.

 

DERHENER:MÛRAT EROĞLÛ

SENARYO:MÛRAT EROĞLÛ

ÇÊKER:METÎN GÖNEN

ŞİRKETA ÇÊKER:PARADOKS FİLM

CAST:MEHMET UNAL,KADÎR SELÇÛK,GURKAN KORKMAZ,EMRE KENTMENOĞLÛ

SALA ÇÊKİRİNÊ:2014

DEM:70 DEQÎQE

TUR:METRAJ A DİRÊJ/DRAM

ÇÎROK:ERHAN ÖRS-SEMÎH YILDIZ.